Rojnameger Evran: Tenê Yekîtiya neteweyî dikare kurdan biparêze 2018-09-13 10:02:17   ENQERE - Rojnameger Seyît Evren, têkildarî hevditinên Zîrveya Tahranê ya di navbera Îran, Tirkiye û Rûsya û bûyerên pîştî zîrveyê ku Îran li Koyê, Tirkiye li Qendîlê û Rûsiye jîli Qamişlo êrîş pêk anîn nirxand. Evran, anî ziman ku li dijî êrîşên neteweyî û navneteweyî tenê rêyek ji bo xelasiya kuran heye û wiha got: "Kurd li dijî hemû êrîşan tenê bi riya yekîtiya neteweyî dikarin xwe biparêzin.      Tirkiye, Îran û Rûsya têkildarî operasyonên li Idlibê di 7'ê Îlonê de li Tahranê zîrve pêk anîn. Piştî zîrveyê 3 ciwanên kurd ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Dîsa Îran, Tirkiye û Sûriye li dijî kurdan êrîş pêk anîn. Rejîma Îranê li Koyê li dijî navenda Partiya Kurdistana Demokrat a Îranê (KDP-İ) û Tevgera Demokrat a Kurdistanê (HDK) êrîş pêk anîn. Di êrîşa Îranê ya li dijî koyê de 16 kes mirin û 34 kes birîndar bûn. Di heman rojê de Tirkiye li diji Qandilê operasyona hewayî pêk anî. Dîsa heman rojê yekîneyên girêdayî Rejîma Sûriyeyê li Qamişlo li dijî Yekîneyên Hêzên Asayişê êrîş pêk anîn. Balkêşe piştî civîna ji bo Idlibê geşedanên cuda pêş ketin. Di hemû êrişan de kurd bûn hedef. Têkildarî Zîrveya Tahranê û geşedanên piştî wê li dijî kurdan pêş ketin Rojnameger Seyit Evran, nirxandinên girîng kirin.    'GELO TIRKIYE Û ÎRANÊ LI HEV KIR?    Rojnameger Seyit Evren, diyar kir civîna li Tahranê ji bo Idlibê pêk hat bi awayekî zindî hat weşandin û wiha got: "Di wê civînê de di navbera Erdogan û Putin de niqaş pêk hat. Di civînê de Erdogan  xwest agirbest bê îlankirin. Lê Putin got 'Dî dikare li ser navê terorîstan agirbestê bixwaze' û bertek nîşanî Erdogan da. Li wir Ruhanî ket navberê û herdu li hev anîn. Dîsa Ruhanî peyam da Tirkiye ku derbasî Rojhilatê Firatê bibin. Li vir xuya dibe ku Tirkiye û Îran di vê civînê de li hev kirine. Îranê ji Tirkiye xwestiye ku dest ji Idlibê berde û li dijî Tirkiye hûr bibe."    Evran, destnîşan kir ku piştî zîrveyê 3 ciwanên kurd hatin darvekirin û wiha berdewam kir: "Rejima Îranê 3 ciwanên kurd darve kirin. Li dijî Koyê êrîş pêk anîn. Di heman rojê de Sûriye li dijî yekîneyên Asayişê yên Qamişlo êrîş pêk anîn. Dema mirov hemû geşedanan bîne cem hev pirsa "Gelo Tirkiye û Îranê li hev kir? Tê aqilan. Di demên dawî de DYA xwest di nava Îranê de hin tiştan pêk bine. Di demên dawî de DyA bi muxalifên Îranê re hin civîn pêk anîn. Ev bi vê meseleyê ve girêdayî ye. DYA dixwaze ji hundir ve mudaxaleyî Îranê bike. Êrîşa li dijî Koyê di heman demê de êrîşa li dijî DYA ye. Ji ber ku cihê rastî êrîşê hatiye navenda kesên KDP-İ û HDK'ê ku bi DYA re hevdîtinan dikin e. Bi vê êrîşê gelek peyam dan. Ger ku Îran bi lêdana kurdan dixwaze şer ji axa xwe dûr bixe, xwe dixapîne."    'ÇIMA IRAQ BÊ DENG E'   Evran,  da zanîn ku Îranê yekem car êrîşî navçeya Koyê kir û wiha lê zêde kir: "Tirkiye berê di 25'ê Gulana 2017'an de êrîşî Şengalê kiribû. Herî dawî di 15'ê Tebaxê de Zeki Şengalî şehid kir. Bi vê yekê Tirkiye cara duyemîn êrîşî Şengalê kir. Dema mirov li van geşedanan dinere dipirse û dibêje çima Iraq bêdeng e? Gelo têkildarî hevditina Erdogan û Ebadî ye."    'YEKÎTIYA LI DIJÎ KURDAN TÊK ÇÛ'   Evran, da zanîn ku tevî hemû hevditinên di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye de, hemû polîtîkayên li dijî kurdan tên çûne û wiha bi dawî kir: "Di navbera hêzên li diji kurdan de bê baweriyek pêk ket. Erdogan  hêj dixwaze Esad biçe. Dîsa Îran baweriya xwe bi Tirkiye nîne ."    'ÇARE YEKÎTIYA NETEWEYA KURD E'    Evren, herî dawî bal kişand ser êrîşên li dijî Şengal, Koyê û êrîşên din ên li dijî kurdan  û wiha got: “Êrîşên li dijî gelê kurd, ne tenê li dijî perçeyekî Kurdistanê ye. Êrîş, li dijî kurdên çar perçeyên Kurdistanê pêk tê. Ger ku êrîş gerdûnî be, divê gelê kurd jî bibin yek û çareseriya li dijî êrîşan yekîtiya neteweya kurd e. Ji ber vê yekê teqez pêdivî bi avakirina yekîtiya neteweya kurd heye."    MA / Selman Guzelyuz