NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Selehedîn, li dijî restûrantekê êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di encama êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.
Li bajaroka Hecac a li bakurê Tîkrîtê ya navenda parêzgeha Selehedîn bi wesayîteke bombebarkirî, êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Êrîş li dijî restûrantekî pêk hat. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tendûristiyê ya Iraqê Seyf El Bedîr di vê derbarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Bedîr piştrast kir ku 6 kes hatine kuştin û 42 kes jî birîndar bûne. Kesên di bûyerê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên Selehedînê. Hat destnîşan kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.