Di êrîşa xwekujiyê de 6 kes hatin kuştin 42 kes birindar bûn 2018-09-12 16:16:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Selehedîn, li dijî restûrantekê êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di encama êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn.   Li bajaroka Hecac a li bakurê Tîkrîtê ya navenda parêzgeha Selehedîn bi wesayîteke bombebarkirî, êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Êrîş li dijî restûrantekî pêk hat. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Wezareta Tendûristiyê ya Iraqê Seyf El Bedîr di vê derbarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Bedîr piştrast kir ku 6 kes hatine kuştin û 42 kes jî birîndar bûne. Kesên di bûyerê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên Selehedînê. Hat destnîşan kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.