Edîtorên ETHA nehatin berdan

  • rojane
  • 15:37 10 Îlon 2018
  • |
img
STENBOL - Doza darizandina 4 kesên di nav de edîtorên ETHA Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene hat dîtin û kes nehat berdan. Şahîn, parastin kir û got: “Dixwazin ETHA’yê krîmînalîze bikin. Em nûçeyên kesên bindest çêdikin.”
 
Yekemîn danişîna darizandina 4 kesên di nav de edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene, li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Gelek rojnameberên li ber edliyê kom bûn, berî danişînê daxuyanî dan çepemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik û Saruhan Oluç beşdarî daxuyaniyên bûn. Komê di daxuyaniyê de wêneyên rojnamegerên jin ên girtî hilgirtin û pankarta “Rojnamegertî ne sûce, ji rojnamegeran re azadî” vekirin.  Nûçegihana ETHA Ebrû Yîgît daxuyaniya çapemeniyê da û wiha axivî: “Îro di şexsê rojnamegeran de, rojnamegertî tê darizandin. Divê çapemenî azad be û astengiyên pêşiya agahî girtina gel bên rakirin. Em baş dizanîn ku çapemenî ne azad be, gel ne azad. Em dixwazin edîtora me Semîha Şahîn, nûçegihana me Pinar Gayîp û hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Di heman demê de em dixwazin xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yên doza wan dê dinava vê heftê de bên dîtin û nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin jî bên berdan.”    
 
‘EMÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN ROJNAMEGERAN’
 
Piştî Yîgît, parlamentere HDP’ê Saruhan Oluç jî axaftin kir û wiha got: “Gava desthilatdarek dest bi êrîş û serweriya xwe dike, berî her tiştî hewl dide rojnamegeran bêdeng bike. Li welatekê çiqas rojnameger bên darizandin, ew welat ewqas rezîl dibe, mafê mirovan û demokrasiyê binpê dike.” 
 
Oluç, da zanînk u rojnamegertî ne sûce û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojnamebertî kirin gerdûniye. Nabe ku rojnameger bên  sûcdar kirin û darizandin. Yên vê dikin jî sûc dikin. Heya niha me piştgirî da hevalên me yên tên darizandin. Emê ji vîr û şûnde jî piştgiriyê bidin hevalên xwe û li gel wan bin.”
Piştî daxuyaniyê komê dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” berz kirin û ji bo danişînê bişopînin derbasî edliyê bûn. 
 
'BI AWAYEKÊ BÊ HIQÛQÎ 5 MEHIN GIRTÎME’
 
 Piştî tespîta nasnameyê danişînê destpê kir û Gulsem Îmre parastin kir. Îmre, diyar kir ku bi awayekê bêhiqûqî 5 mehin girtiye û wiha axivî: “Ez ji ber parvekirinên medya civakî hatim girtin. Ev girtin ez û zarokên min mexdûr kirin. Serkan Tosunê min di medya civakî parve kir, ji zaroktiyê de nas dikim. Bi malbatî em hev nas dikin. Li taxê em tim bihevre bûn. Ez çûm merasîma definkirina cenazeyê Serkan. Ev tiştek pir xwezayi ye.” 
 
‘DIXWAZIN ETHA KRÎMÎZALÎZE BIKIN’
 
Rojnamegera girtî Semîha Şahîn dûre parastin kir û wiha got: “Di vê hefteyê de, dê 84 rojnameger li edliyan bên darizandin. Dixwazim hemû rojnameger bên berdan. Daraz weke ku bûye notera desthilatdariyê. Li vî welatî edalet xwestin, daxwaza herî girîng û bilezgîne. Salên dirêje rojnamegertiyê dikim. Herî dawî li ETHA’yê dixebitîm. Dixwazin ETHA’yê sûcdar nîşan bidin û krîmînalîze bikin. Ez xwe weke rojnamegerekê sosyalîst pênase dikim. Li vî welatî rojnameberên mîna Ugur Mumcu, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Musa Anter bi canê xwe bedelên heqîqetê dan. Bedelên li dû heqîqetê bazdayîn hene. Em jî vê bedelê didin. Hemû îdiayên derbarê min de hatine gotin ne sûcûn û daxwaza berdana xwe dikim.”
 
‘GER TIŞTÊN MIN KIRIN SÛCIN, EZ SÛCÊ XWE QEBÛL DIKIM!’
 
Pinar Gayîp piştre parastin kir. Gayîp, diyar kir ku di îdîanameya wê de nasneya xebatkara ETHA weke sûc hatiye nîşandin û wiha got: “Ez bi vê nasnameyê serbilindim. Ger tiştên min kirin sûcin ez sûcê xwe qebûl dikim. Ez hemû sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nakin û daxwaza berdana xwe dikim.” 
 
Harûn Ferhar Pehlîvan ê girtî herî dawî parastin kir û wiha axivî: “Bi armanca propagandayê min tu tişt parve nekirine. Min tenê wêneyên şervanên li dijî DAIŞ’a dest bi xwîn parve kirin. Di vir de propagande tuneye. 5 mehin bi sê kesan re di hucreyê de tim girtin. Di girtîgehê de em rastî pêkanînên dij mirovahî hatin. Bi hinceta OHAL’ê rayedarên girtîgehê ez nebirim ezmûnên zanîngehê. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim û daxwaza beraeta xwe dikim.”
 
DIXWAZA BERDANÊ HAT REDKIRIN 
 
Parêzeran jî piştî parastinan, daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 5’ê Kanûnê kir.
 

Sernavên din

12/09/2018
09:19 'Ji bo carek din Hêlîn nemirin' îmzeyan berhev dike
09:18 Îsal çotkarên fisteqan keyfxweş nebûn
09:18 Hilbijêrên Komirê ji niha de amadekariya hilbijartinê dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2018'AN
11/09/2018
21:04 Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin
17:50 Ciwaneki din di Çemê Dicleyê de winda bû
15:57 Di rojekê de 5 karker bûn qurbana kar
15:30 Dozgeriyê li diji derpkirina li girtîgehan lêpirsîn da destpêkirin
15:27 Li pişt perdeya Zîrveya Tahranê operasyona Koye, Qendîl û Qamişlo derket
14:03 Bagera Cizîrê: Bi sedan gund ji DAIŞ’ê rizgar bûn
13:50 Doza rojnameger Seda Taşkin sibê ye
13:40 Parêzeran, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin
13:31 Gelo Etî Bakir, li Şemrexê hawizê siyanurê ava dike?
12:50 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter di 15'ê Îlonê de bi dawî dibe
12:25 Dayika Şemiyê Tosun: Dê hesab bidin
10:53 Alavên girtiyên nexweş nadin wî
10:41 Girtiya ji bo danişînê anîn Girtîgeha Sîncanê derb kirin
10:25 Doza Ozgurlukçu Demokrasî sibê ye: Em li Rojnamegeriyê xwedî derkevin
10:16 Şahidê 12'ê Îlonê: Pirsgirêkê 12'ê Îlonê û îro yek in
09:18 Ulgen: Wêjeya kirasê lawaziyê ji ser xwe bavêje kare maskeya îktîdaran daxîne
09:15 Parlementerê HDP'ê Taş: Demîrtaş û Onder bi fermana Qesrê hatin cezakirin
09:14 Semsûriyan li dijî HES'ê banga parastina xwezayê kirin
09:14 Belgefîlma 'Bîr' xelata çîroka herî baş û derhênerê herî baş girt
09:13 Prof. Hamzaoglû: Îktîdar wek qumarê bi tenduristiya gel dilîze
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2018'AN
10/09/2018
18:04 Di doza parêzeran de alozî
17:10 Cananê 68 salî yê gotin di ‘lîsteya gewr deye’ sewqî dadgehê kirin
17:05 TUC'ê pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ qebûl kir
16:44 Dayika 2 zarokên wê di qedexeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan, binçav kirin
16:00 HAKÎM: Bila bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin
15:37 Edîtorên ETHA nehatin berdan
15:03 ÎHD'ê ji bo qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê giliyê Wezîr Soylu kirin
14:40 Kesên ji doza Aladagê hatin berdan ji Wezîr pirsîn
14:08 Doza darizandina parêzerên ÇHD û HHB’ê despê kir
13:56 Wesayîta karkerên madenê qelibî
13:16 Mehmet Ocalan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkevin tevgerê
13:15 Hemû vexwandin bîranina salvegera sêyemîn a 10'ê Cotmehê
12:05 Kurtulan: Divê AKP polîtîkayên xizmeta Tirkiye dike pêş bixe
11:59 Di Doza KCK’ê ya Wanê de siyasetmedar ceza kirin
11:52 Polisên çûn operasyonê qeza derbas kirin: 6 polîs birîndar bûn
11:38 Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû
11:16 Serokê Komeleya 78’an Alkan: Cuntaya 12'ê Îlonê û AKP'ê ji hev ne cuda ne
09:45 Tirbeyek din a dîrokî ji dilê Heskîfê bar kirin
09:08 Nivîskar Agin: Darbeya 12'ê Îlonê li dijî hişyarbûna gel bû
09:07 HDP dest bi civînên hevdîtina muxalefeta demokratîk dike
09:06 Her tişt li Nisêbînê qedexe ye, tenê tiryak serbest e
09:05 ‘Mêvanê Rûmetê’ yê Fuara Pirtûkan a Amedê Migirdiç Margosyan e
09:05 Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2018'AN
09/09/2018
20:13 'Li dijî xwînrijandina Îranê rabin ser xwe'
18:49 Wezîrê berê Eşref Fakibaba: Der barê Şarbonê de gel ronî bikin
17:05 ‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina ciwanan e’
17:00 Li Efrînê di 24 saetan de 20 kes hatin revandin
16:45 Yên li Koyê jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin
16:39 Roja dawî ya Kongreya Zanistê: Bi hêza rêxistinkirî em dikarin faşîzmê têk bibin
16:36 KCD'ê encamanameya civîna xwe aşkere kir: Rakirina tecrîdê xebata sereke ye
15:11 Ji MKGP'ê ji bo tevlibûna daneşîna rojnamegerên jin bang
14:45 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
14:45 Konferansa Hiqûqê: Divê rewşenbîr jî êdî xeta xwe diyar bikin
14:44 Cenazeyên Ramîn, Zanyar û Luqman nadin malbatên wan
13:57 Li Sûdanê balafira rêwiyan ket, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:09 Navê kesên li Koyê jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
12:04 Kovara Guney feraseta hunera Yilmaz Guney didomîne
11:49 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Îran dest ji sûcê mirovahiyê ber de
11:22 Gelek kesên navdar ji bo şewata li Dersimê dê bang bikin
11:01 Hatîmogullari: Xeyala Osmanîtiya nû ya Tirkiyeyê têk çû
10:44 Pitika Arîn a di girtîgehê de her ku diçe zeyîf dibe
10:21 Temel ê 68 roj di grevê de ma: Çareserî dîsa li Îmraliyê ye
09:29 Kaya: Em li hemû girtîgehan 3 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
09:28 Îxracata ard hat rawestandin: 2 hezar TIR di deriyê sînor de rawestiyan e
09:17 Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin
09:15 Xelîl: Aloziya Sûriye tenê bi Idlîbe çareser nabe
09:13 Dê edîtorên ETHA'yê sibê bên dadgehkirin
09:11 Songula bi zarokatî bi zorê hat zewicandin ji bo jiyaneke nû têdikoşe
09:09 Hevjîna Cananê ku wek kesekî di 'lîsteya gewr' de hat lansekirin: Bila dev ji vê çewtiyê berdin
09:07 'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'
09:04 Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê
09:02 Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan: Pêdiviya gelan bi felsefeya Ocalan heye
09:00 ROJEVA 9'Ê İLONA 2018'AN
08/09/2018
16:56 Waliyê Amedê di hefteya 500’emîn de çalakiya Dayikên Şemiyê ya derve qedexe kir
15:18 ’25 sal e ser cînayeta Sîncar digirin’
15:11 KCD: Em neteweya demokratîk ava bikin emê tecrîd û komkujiyê rawestînin
15:05 Di ‘Çalakiya F’ de hat xwestin Azîz Bayin bê berdan
14:42 Serokên Baroyan ji Dayikên Şemiyê lêborîn xwestin
14:11 Dayikên Şemiyê: Kesên li Arjantîn û Şîlî winda kirin, dê li Tirkiyeyê jî winda bikin
13:58 Leyla Guven: Divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan
13:50 Rejîma Îranê li Koyê 5 kes kuşt û 30 birîndar kirin
13:34 Rejîma Îranê Balakayetî topbaran dike
13:18 Rejîma Îranê 3 siyasetmedarê kurd darve kirin
12:53 'Birêz Walî bi xêra we hemû darên Dersîmê dicirûsin û dişewitin
12:38 Polîsan dîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:30 Rêxistina HDP'ê: Di şexsê Demîrtaş û Onder de çareserî û aştî hatiye cezakirin
12:08 Hevserokê TEV-DEM'ê Hîso: Divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin
11:52 Di doza Aladag de hemû bersûc hatin berdan
10:57 Dadgehê: Erdogan di çarçoveya azadiya ramanê de ji Demîrtaş re gotiye ‘terorîst’
10:56 Rêveberiya nû ya Cumhuriyetê bi tesfiyekariyê dest pê kir
10:26 Agahî ji girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî nayê girtin
10:14 Nivîskar Yigit: Li Idlîbê milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye dene
09:06 Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e
09:05 ‘Qeyûman jin ji jiyanê îzole kir'