Edîtorên ETHA nehatin berdan 2018-09-10 15:37:57   STENBOL - Doza darizandina 4 kesên di nav de edîtorên ETHA Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene hat dîtin û kes nehat berdan. Şahîn, parastin kir û got: “Dixwazin ETHA’yê krîmînalîze bikin. Em nûçeyên kesên bindest çêdikin.”   Yekemîn danişîna darizandina 4 kesên di nav de edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene, li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Gelek rojnameberên li ber edliyê kom bûn, berî danişînê daxuyanî dan çepemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik û Saruhan Oluç beşdarî daxuyaniyên bûn. Komê di daxuyaniyê de wêneyên rojnamegerên jin ên girtî hilgirtin û pankarta “Rojnamegertî ne sûce, ji rojnamegeran re azadî” vekirin.  Nûçegihana ETHA Ebrû Yîgît daxuyaniya çapemeniyê da û wiha axivî: “Îro di şexsê rojnamegeran de, rojnamegertî tê darizandin. Divê çapemenî azad be û astengiyên pêşiya agahî girtina gel bên rakirin. Em baş dizanîn ku çapemenî ne azad be, gel ne azad. Em dixwazin edîtora me Semîha Şahîn, nûçegihana me Pinar Gayîp û hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Di heman demê de em dixwazin xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yên doza wan dê dinava vê heftê de bên dîtin û nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin jî bên berdan.”       ‘EMÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN ROJNAMEGERAN’   Piştî Yîgît, parlamentere HDP’ê Saruhan Oluç jî axaftin kir û wiha got: “Gava desthilatdarek dest bi êrîş û serweriya xwe dike, berî her tiştî hewl dide rojnamegeran bêdeng bike. Li welatekê çiqas rojnameger bên darizandin, ew welat ewqas rezîl dibe, mafê mirovan û demokrasiyê binpê dike.”    Oluç, da zanînk u rojnamegertî ne sûce û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojnamebertî kirin gerdûniye. Nabe ku rojnameger bên  sûcdar kirin û darizandin. Yên vê dikin jî sûc dikin. Heya niha me piştgirî da hevalên me yên tên darizandin. Emê ji vîr û şûnde jî piştgiriyê bidin hevalên xwe û li gel wan bin.” Piştî daxuyaniyê komê dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” berz kirin û ji bo danişînê bişopînin derbasî edliyê bûn.    'BI AWAYEKÊ BÊ HIQÛQÎ 5 MEHIN GIRTÎME’    Piştî tespîta nasnameyê danişînê destpê kir û Gulsem Îmre parastin kir. Îmre, diyar kir ku bi awayekê bêhiqûqî 5 mehin girtiye û wiha axivî: “Ez ji ber parvekirinên medya civakî hatim girtin. Ev girtin ez û zarokên min mexdûr kirin. Serkan Tosunê min di medya civakî parve kir, ji zaroktiyê de nas dikim. Bi malbatî em hev nas dikin. Li taxê em tim bihevre bûn. Ez çûm merasîma definkirina cenazeyê Serkan. Ev tiştek pir xwezayi ye.”    ‘DIXWAZIN ETHA KRÎMÎZALÎZE BIKIN’   Rojnamegera girtî Semîha Şahîn dûre parastin kir û wiha got: “Di vê hefteyê de, dê 84 rojnameger li edliyan bên darizandin. Dixwazim hemû rojnameger bên berdan. Daraz weke ku bûye notera desthilatdariyê. Li vî welatî edalet xwestin, daxwaza herî girîng û bilezgîne. Salên dirêje rojnamegertiyê dikim. Herî dawî li ETHA’yê dixebitîm. Dixwazin ETHA’yê sûcdar nîşan bidin û krîmînalîze bikin. Ez xwe weke rojnamegerekê sosyalîst pênase dikim. Li vî welatî rojnameberên mîna Ugur Mumcu, Hrant Dînk, Metîn Goktepe û Musa Anter bi canê xwe bedelên heqîqetê dan. Bedelên li dû heqîqetê bazdayîn hene. Em jî vê bedelê didin. Hemû îdiayên derbarê min de hatine gotin ne sûcûn û daxwaza berdana xwe dikim.”   ‘GER TIŞTÊN MIN KIRIN SÛCIN, EZ SÛCÊ XWE QEBÛL DIKIM!’   Pinar Gayîp piştre parastin kir. Gayîp, diyar kir ku di îdîanameya wê de nasneya xebatkara ETHA weke sûc hatiye nîşandin û wiha got: “Ez bi vê nasnameyê serbilindim. Ger tiştên min kirin sûcin ez sûcê xwe qebûl dikim. Ez hemû sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nakin û daxwaza berdana xwe dikim.”    Harûn Ferhar Pehlîvan ê girtî herî dawî parastin kir û wiha axivî: “Bi armanca propagandayê min tu tişt parve nekirine. Min tenê wêneyên şervanên li dijî DAIŞ’a dest bi xwîn parve kirin. Di vir de propagande tuneye. 5 mehin bi sê kesan re di hucreyê de tim girtin. Di girtîgehê de em rastî pêkanînên dij mirovahî hatin. Bi hinceta OHAL’ê rayedarên girtîgehê ez nebirim ezmûnên zanîngehê. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim û daxwaza beraeta xwe dikim.”   DIXWAZA BERDANÊ HAT REDKIRIN    Parêzeran jî piştî parastinan, daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 5’ê Kanûnê kir.