Mehmet Ocalan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkevin tevgerê

  • rojane
  • 13:16 10 Îlon 2018
  • |
img
RIHA – Mehmet Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan got “Birayê min 2 sal berê ji min re got ‘Di dawiya dawî de, dê dîsan serî li aştiyê bidin. Ev pirgirêk bi kuştinê çareser nabe. Ger bi kuştin çareser bûbûya, dê berî 40 salan çareser bûbûya.’ Divê hemû kes li dijî tecrîtê bikevin nava tevgerê.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destên hêzên navneteweyî di sala 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, di şert û mercên tecrîta giran de tê girtin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn parêzer biçin hevdîtin Ocalan û ji 5’ê Nîsana 2915’an ve Şandeya Îmraliyê nikare biçe gel Ocalan. Di encama greva birçîbûnê ya bêdem û bêdûrveger a 50 siyasetmedarên Kurd, di 11’ê Îlona 2016’an de destûr hat dayîn birayê Ocalan Mehmet Ocalan biçe Greva Îmraliyê û hevdînê bi Ocalan bike. Di ser hevdîtinê re 2 sal derbas bûn û ji wê dîrokê û vir ve Mehmet Ocalan bi tu awayî agahî ji biyarê xwe negirtiye. Mehmet Ocalan, diyar kir ku ev tecrîta li ser Ocalan siyasiye û wiha axivî: “Ez band dikim ku hemû kes li dijî tecrîtê bikevin nava tevgerê.”
 
‘GEL OCALAN MEREQ DIKI’
 
Ocalan, anî ziman ku pêkanîna tecrîtê gel diêşinê û wiha got: “Li gorî qanûnan ew mafê hikûmxarekê heye  ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Lê ev qanûn ne ji bo malbat û ne jî ji bo parêzerên wî pêk tînin. Ev 2 salin bi tu awayî ji birayê xwe agahî nastînim. Gelo dijî yan najî, em nizanin. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş me de rêya Îmraliyê vekin. Em ji bo xwe naxwazin. Ger ji bo me venakin, bila ji bo parêzer û şandeyên serbixwe vekin. Ev jî ji bo me bese. Gel rewşa Ocalan mereq dike.”
 
OCALAN: DI DAWIYA DAWÎN DE DÊ DÎSAN AŞTÎ PÊK BÊ 
 
Ocalan, da zanîn ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan nirxandinên giştî yên li ser pêvajoyê kirin û wiha got: “Wê demê greva birçîbûnê hebû. Me li ser vê hinekê axivî. Dûre me li ser pirsgirêka gelê Kurd axivî. Ji min re got ‘Ger dewlet derfetê bide min, ez û hevalên min ê li vê derê, ji bo hemû tiştî amadene. Emê di nava 6 mehan de vê pirgirêkê çareser bikin. Di dawiya dawîn de dê dîsan aştî pêk bê. Rojê herî kêm 10 mirov di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin. Ev pirsgirêk bi mirinê çareser nabe. Ger çareser bibûya, dê berî 40 salan çareser bibûya. Di aliyê me de tu pirsgirêk tuneye. Pirsgirêk ji ber dewletê ye.”
 
‘VÊ REWŞÊ ÊDÎ TECRÎT JÎ DERBAS KIRIYE’
 
Ocalan, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di hevdîtina me ya dawî de rewşa tendurîstiya Abdullah Ocalan baş bû. Birayê min hinek bi hêrs bû. Ji min re got ‘Tu nehatibûya jî dibû. Ger dê tiştek neguhere, tu neyî jî dibe û werî jî dibe.’ Min jî got ‘ez ne bi vîna xwe hatim, bi vîna gel hatim.’ Dewlet guh nade bangên wî yên şatiyê. Vê rewşê êdî tecrît jî derbas kiriye. Mînakek din a vê rewşê li tu deverên cîhanê tuneye. Ez bang li hemû kesan dikim. Divê hemû saziyên demokratîk, mirovên ronakbîr û gelê me ji bo şikandina tecrîtê bikevin nava tevgerê. Şikandina tecrîtê hem ji bo Tirkiyeyê, hem  ji bo hemû Rojhilata Navîn girînge û dê bi feyde be.”
 
'LI HOLÊ LÎSTIKEK KIRÊT HEYE'
 
Ocalan, destnîşan kir ku berdewamkirina vê rewşê feydeyê nade tu kesî û wiha pê de çû: “Tecrît berî her tiştî zirarê dide Tirkiyeyê. Bila hikûmet û dewlet ji xwe re hinekê bi wijdan bin. Her çiqasê ev rewş siyasî be jî, aliyê wê yê mirovî heye. Ger îro em nekevin nava tevgerê, dibe sibe pir dereng be. Divê demildest tecrît bê rakirin. Ez bang li sazî û dezgehên navneteweyî jî dikim. Divê ew jî bikevin nava tevgerê. Ez bang li CPT’ê dikim. Hêza CPT’ê heye. Ma çima naçin hevdîtina wî? Li holê lîstikek kirêt heye. Berdelên vê lîstûkê mirov bi canên xwe didin.” 
 
‘KRÎZA ABORÎ JÎ ENCEX LI ÎMRALIYÊ ÇARESER BIBI’
 
Ocalan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger tecrît nekiribana dewrê, dê xwîn rawestiya. Wê demê dê Tirkiye û Rojhilata Navîn rehet bûbûna. Krîza aborî ya niha tê jiyîn jî, ji ber şerê heyî ye. Sedma krîza aborî ya herî mezin şerê niha tê jiyîne. Derbaskirina krîza aborî û rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Îro hevdîtin bên destpêkirin, ev krîz bêyî ku mezintir bibe, dê çareser bibe. Dermanê krîza aborî, bi rakirina tecrîtê ve girêdayî ye. Ger hevdîtin hebûna, pevçûn dernediketin û ji her du aliyan jî mirin çênedibûn. Lê dewlet ji aştiyê ditirse. Pêkanîna aştiyê ewqas ne zore. Ger destûr bihata dayîn dê serok rolê xwe baş bilîsta. Wê demê me yê jî niha pêvajoyek wiha nejiya.” 
 
MA / Muhammed Abdulkadîr Esen
 

Sernavên din

12/09/2018
09:19 'Ji bo carek din Hêlîn nemirin' îmzeyan berhev dike
09:18 Îsal çotkarên fisteqan keyfxweş nebûn
09:18 Hilbijêrên Komirê ji niha de amadekariya hilbijartinê dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2018'AN
11/09/2018
21:04 Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin
17:50 Ciwaneki din di Çemê Dicleyê de winda bû
15:57 Di rojekê de 5 karker bûn qurbana kar
15:30 Dozgeriyê li diji derpkirina li girtîgehan lêpirsîn da destpêkirin
15:27 Li pişt perdeya Zîrveya Tahranê operasyona Koye, Qendîl û Qamişlo derket
14:03 Bagera Cizîrê: Bi sedan gund ji DAIŞ’ê rizgar bûn
13:50 Doza rojnameger Seda Taşkin sibê ye
13:40 Parêzeran, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin
13:31 Gelo Etî Bakir, li Şemrexê hawizê siyanurê ava dike?
12:50 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter di 15'ê Îlonê de bi dawî dibe
12:25 Dayika Şemiyê Tosun: Dê hesab bidin
10:53 Alavên girtiyên nexweş nadin wî
10:41 Girtiya ji bo danişînê anîn Girtîgeha Sîncanê derb kirin
10:25 Doza Ozgurlukçu Demokrasî sibê ye: Em li Rojnamegeriyê xwedî derkevin
10:16 Şahidê 12'ê Îlonê: Pirsgirêkê 12'ê Îlonê û îro yek in
09:18 Ulgen: Wêjeya kirasê lawaziyê ji ser xwe bavêje kare maskeya îktîdaran daxîne
09:15 Parlementerê HDP'ê Taş: Demîrtaş û Onder bi fermana Qesrê hatin cezakirin
09:14 Semsûriyan li dijî HES'ê banga parastina xwezayê kirin
09:14 Belgefîlma 'Bîr' xelata çîroka herî baş û derhênerê herî baş girt
09:13 Prof. Hamzaoglû: Îktîdar wek qumarê bi tenduristiya gel dilîze
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2018'AN
10/09/2018
18:04 Di doza parêzeran de alozî
17:10 Cananê 68 salî yê gotin di ‘lîsteya gewr deye’ sewqî dadgehê kirin
17:05 TUC'ê pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ qebûl kir
16:44 Dayika 2 zarokên wê di qedexeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan, binçav kirin
16:00 HAKÎM: Bila bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin
15:37 Edîtorên ETHA nehatin berdan
15:03 ÎHD'ê ji bo qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê giliyê Wezîr Soylu kirin
14:40 Kesên ji doza Aladagê hatin berdan ji Wezîr pirsîn
14:08 Doza darizandina parêzerên ÇHD û HHB’ê despê kir
13:56 Wesayîta karkerên madenê qelibî
13:16 Mehmet Ocalan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkevin tevgerê
13:15 Hemû vexwandin bîranina salvegera sêyemîn a 10'ê Cotmehê
12:05 Kurtulan: Divê AKP polîtîkayên xizmeta Tirkiye dike pêş bixe
11:59 Di Doza KCK’ê ya Wanê de siyasetmedar ceza kirin
11:52 Polisên çûn operasyonê qeza derbas kirin: 6 polîs birîndar bûn
11:38 Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû
11:16 Serokê Komeleya 78’an Alkan: Cuntaya 12'ê Îlonê û AKP'ê ji hev ne cuda ne
09:45 Tirbeyek din a dîrokî ji dilê Heskîfê bar kirin
09:08 Nivîskar Agin: Darbeya 12'ê Îlonê li dijî hişyarbûna gel bû
09:07 HDP dest bi civînên hevdîtina muxalefeta demokratîk dike
09:06 Her tişt li Nisêbînê qedexe ye, tenê tiryak serbest e
09:05 ‘Mêvanê Rûmetê’ yê Fuara Pirtûkan a Amedê Migirdiç Margosyan e
09:05 Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2018'AN
09/09/2018
20:13 'Li dijî xwînrijandina Îranê rabin ser xwe'
18:49 Wezîrê berê Eşref Fakibaba: Der barê Şarbonê de gel ronî bikin
17:05 ‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina ciwanan e’
17:00 Li Efrînê di 24 saetan de 20 kes hatin revandin
16:45 Yên li Koyê jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin
16:39 Roja dawî ya Kongreya Zanistê: Bi hêza rêxistinkirî em dikarin faşîzmê têk bibin
16:36 KCD'ê encamanameya civîna xwe aşkere kir: Rakirina tecrîdê xebata sereke ye
15:11 Ji MKGP'ê ji bo tevlibûna daneşîna rojnamegerên jin bang
14:45 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
14:45 Konferansa Hiqûqê: Divê rewşenbîr jî êdî xeta xwe diyar bikin
14:44 Cenazeyên Ramîn, Zanyar û Luqman nadin malbatên wan
13:57 Li Sûdanê balafira rêwiyan ket, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:09 Navê kesên li Koyê jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
12:04 Kovara Guney feraseta hunera Yilmaz Guney didomîne
11:49 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Îran dest ji sûcê mirovahiyê ber de
11:22 Gelek kesên navdar ji bo şewata li Dersimê dê bang bikin
11:01 Hatîmogullari: Xeyala Osmanîtiya nû ya Tirkiyeyê têk çû
10:44 Pitika Arîn a di girtîgehê de her ku diçe zeyîf dibe
10:21 Temel ê 68 roj di grevê de ma: Çareserî dîsa li Îmraliyê ye
09:29 Kaya: Em li hemû girtîgehan 3 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
09:28 Îxracata ard hat rawestandin: 2 hezar TIR di deriyê sînor de rawestiyan e
09:17 Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin
09:15 Xelîl: Aloziya Sûriye tenê bi Idlîbe çareser nabe
09:13 Dê edîtorên ETHA'yê sibê bên dadgehkirin
09:11 Songula bi zarokatî bi zorê hat zewicandin ji bo jiyaneke nû têdikoşe
09:09 Hevjîna Cananê ku wek kesekî di 'lîsteya gewr' de hat lansekirin: Bila dev ji vê çewtiyê berdin
09:07 'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'
09:04 Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê
09:02 Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan: Pêdiviya gelan bi felsefeya Ocalan heye
09:00 ROJEVA 9'Ê İLONA 2018'AN
08/09/2018
16:56 Waliyê Amedê di hefteya 500’emîn de çalakiya Dayikên Şemiyê ya derve qedexe kir
15:18 ’25 sal e ser cînayeta Sîncar digirin’
15:11 KCD: Em neteweya demokratîk ava bikin emê tecrîd û komkujiyê rawestînin
15:05 Di ‘Çalakiya F’ de hat xwestin Azîz Bayin bê berdan
14:42 Serokên Baroyan ji Dayikên Şemiyê lêborîn xwestin
14:11 Dayikên Şemiyê: Kesên li Arjantîn û Şîlî winda kirin, dê li Tirkiyeyê jî winda bikin
13:58 Leyla Guven: Divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan
13:50 Rejîma Îranê li Koyê 5 kes kuşt û 30 birîndar kirin
13:34 Rejîma Îranê Balakayetî topbaran dike
13:18 Rejîma Îranê 3 siyasetmedarê kurd darve kirin
12:53 'Birêz Walî bi xêra we hemû darên Dersîmê dicirûsin û dişewitin
12:38 Polîsan dîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:30 Rêxistina HDP'ê: Di şexsê Demîrtaş û Onder de çareserî û aştî hatiye cezakirin
12:08 Hevserokê TEV-DEM'ê Hîso: Divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin
11:52 Di doza Aladag de hemû bersûc hatin berdan
10:57 Dadgehê: Erdogan di çarçoveya azadiya ramanê de ji Demîrtaş re gotiye ‘terorîst’
10:56 Rêveberiya nû ya Cumhuriyetê bi tesfiyekariyê dest pê kir
10:26 Agahî ji girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî nayê girtin
10:14 Nivîskar Yigit: Li Idlîbê milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye dene
09:06 Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e
09:05 ‘Qeyûman jin ji jiyanê îzole kir'