Mehmet Ocalan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkevin tevgerê 2018-09-10 13:16:33   RIHA – Mehmet Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan got “Birayê min 2 sal berê ji min re got ‘Di dawiya dawî de, dê dîsan serî li aştiyê bidin. Ev pirgirêk bi kuştinê çareser nabe. Ger bi kuştin çareser bûbûya, dê berî 40 salan çareser bûbûya.’ Divê hemû kes li dijî tecrîtê bikevin nava tevgerê.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destên hêzên navneteweyî di sala 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, di şert û mercên tecrîta giran de tê girtin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn parêzer biçin hevdîtin Ocalan û ji 5’ê Nîsana 2915’an ve Şandeya Îmraliyê nikare biçe gel Ocalan. Di encama greva birçîbûnê ya bêdem û bêdûrveger a 50 siyasetmedarên Kurd, di 11’ê Îlona 2016’an de destûr hat dayîn birayê Ocalan Mehmet Ocalan biçe Greva Îmraliyê û hevdînê bi Ocalan bike. Di ser hevdîtinê re 2 sal derbas bûn û ji wê dîrokê û vir ve Mehmet Ocalan bi tu awayî agahî ji biyarê xwe negirtiye. Mehmet Ocalan, diyar kir ku ev tecrîta li ser Ocalan siyasiye û wiha axivî: “Ez band dikim ku hemû kes li dijî tecrîtê bikevin nava tevgerê.”   ‘GEL OCALAN MEREQ DIKI’   Ocalan, anî ziman ku pêkanîna tecrîtê gel diêşinê û wiha got: “Li gorî qanûnan ew mafê hikûmxarekê heye  ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Lê ev qanûn ne ji bo malbat û ne jî ji bo parêzerên wî pêk tînin. Ev 2 salin bi tu awayî ji birayê xwe agahî nastînim. Gelo dijî yan najî, em nizanin. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş me de rêya Îmraliyê vekin. Em ji bo xwe naxwazin. Ger ji bo me venakin, bila ji bo parêzer û şandeyên serbixwe vekin. Ev jî ji bo me bese. Gel rewşa Ocalan mereq dike.”   OCALAN: DI DAWIYA DAWÎN DE DÊ DÎSAN AŞTÎ PÊK BÊ    Ocalan, da zanîn ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan nirxandinên giştî yên li ser pêvajoyê kirin û wiha got: “Wê demê greva birçîbûnê hebû. Me li ser vê hinekê axivî. Dûre me li ser pirsgirêka gelê Kurd axivî. Ji min re got ‘Ger dewlet derfetê bide min, ez û hevalên min ê li vê derê, ji bo hemû tiştî amadene. Emê di nava 6 mehan de vê pirgirêkê çareser bikin. Di dawiya dawîn de dê dîsan aştî pêk bê. Rojê herî kêm 10 mirov di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin. Ev pirsgirêk bi mirinê çareser nabe. Ger çareser bibûya, dê berî 40 salan çareser bibûya. Di aliyê me de tu pirsgirêk tuneye. Pirsgirêk ji ber dewletê ye.”   ‘VÊ REWŞÊ ÊDÎ TECRÎT JÎ DERBAS KIRIYE’   Ocalan, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di hevdîtina me ya dawî de rewşa tendurîstiya Abdullah Ocalan baş bû. Birayê min hinek bi hêrs bû. Ji min re got ‘Tu nehatibûya jî dibû. Ger dê tiştek neguhere, tu neyî jî dibe û werî jî dibe.’ Min jî got ‘ez ne bi vîna xwe hatim, bi vîna gel hatim.’ Dewlet guh nade bangên wî yên şatiyê. Vê rewşê êdî tecrît jî derbas kiriye. Mînakek din a vê rewşê li tu deverên cîhanê tuneye. Ez bang li hemû kesan dikim. Divê hemû saziyên demokratîk, mirovên ronakbîr û gelê me ji bo şikandina tecrîtê bikevin nava tevgerê. Şikandina tecrîtê hem ji bo Tirkiyeyê, hem  ji bo hemû Rojhilata Navîn girînge û dê bi feyde be.”   'LI HOLÊ LÎSTIKEK KIRÊT HEYE'   Ocalan, destnîşan kir ku berdewamkirina vê rewşê feydeyê nade tu kesî û wiha pê de çû: “Tecrît berî her tiştî zirarê dide Tirkiyeyê. Bila hikûmet û dewlet ji xwe re hinekê bi wijdan bin. Her çiqasê ev rewş siyasî be jî, aliyê wê yê mirovî heye. Ger îro em nekevin nava tevgerê, dibe sibe pir dereng be. Divê demildest tecrît bê rakirin. Ez bang li sazî û dezgehên navneteweyî jî dikim. Divê ew jî bikevin nava tevgerê. Ez bang li CPT’ê dikim. Hêza CPT’ê heye. Ma çima naçin hevdîtina wî? Li holê lîstikek kirêt heye. Berdelên vê lîstûkê mirov bi canên xwe didin.”    ‘KRÎZA ABORÎ JÎ ENCEX LI ÎMRALIYÊ ÇARESER BIBI’   Ocalan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger tecrît nekiribana dewrê, dê xwîn rawestiya. Wê demê dê Tirkiye û Rojhilata Navîn rehet bûbûna. Krîza aborî ya niha tê jiyîn jî, ji ber şerê heyî ye. Sedma krîza aborî ya herî mezin şerê niha tê jiyîne. Derbaskirina krîza aborî û rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Îro hevdîtin bên destpêkirin, ev krîz bêyî ku mezintir bibe, dê çareser bibe. Dermanê krîza aborî, bi rakirina tecrîtê ve girêdayî ye. Ger hevdîtin hebûna, pevçûn dernediketin û ji her du aliyan jî mirin çênedibûn. Lê dewlet ji aştiyê ditirse. Pêkanîna aştiyê ewqas ne zore. Ger destûr bihata dayîn dê serok rolê xwe baş bilîsta. Wê demê me yê jî niha pêvajoyek wiha nejiya.”    MA / Muhammed Abdulkadîr Esen