Hevserokê TEV-DEM'ê Hîso: Divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin

img
KOBANÊ - Hevserokê TEV-DM’ê Xerîb Hîso, diyar kir ku di civîna Tahranê de biryara şer ji bo Idlibê hatiye girtin û got: “Komên li Idlib û Efrînê yekin û divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin.”
 
Di zirveya duh a Tirkiyeyê, Iran û Rûsyayê ya li Tahranê pêk hat de, li ser şerê Îdlîbê yê weke kîlîda şerê Sûyeriyê tê destgirtin, lihevkirinek derneket holê. Di çarçoveya Peymana Astanayê ya dinavbera her sê welatan hat îmzekirin de, tenê li ser Idlipê li hev nekirin. Hêzên weke DYA, Îngîltere, Çîn, Fransa û Elmanya yên li herêmê, bi rojana zextê li Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dikin ku komên selefî yên hevkaraya wan dikin, ji herêmê derbixin. Di vê çarçoveyê de Rûsya, Îran û Tirkiye duh li Tahranê kom bûn û di belavoka îmze kirin û daxuyaniyên dan de derket holê ku lihev nekirine. Heserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hîso Zîrveya Tahranê û pirsgirêka Idlîbê nirxandin. 
 
‘DINAVA SÊ WELATAN DE NAKOKÎ HENE’
 
Hîso, di rojên derbasbûyî de, di kongreya TEV-DEM’ê de bû hevserok û ji Êzidiyên Efrînê ye. Hîso herêmê ji nêz de nas dike û diyar kir ku civîna li Tahranê ji zûde hatiye plankirin. Hîso, bal kişand ser rolên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê yên di şerê Sûriyeyê de û wiha got: “Ev rol ne nû ye û ji berê de heye. Rûsya di warî leşkerî, siyasî û ewlekariyê de piştgiriyê dide rejîmê. Îran jî bi awayekê leşkerî êrîş dike û alîkariyê dide rejîmê. Lê hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li ser teror û dagirkirinê ye. Rola Tirkiyeyê ya li herêmê wiha derdikeve holê. Dinava van sê hêzan de, nakokiyên lihevkirinê hene. Hemû hêz bi rê û rêbazên pir cuda nêzî mijara terorê, çareseriya siyasî û şerê li Sûriyeyê, dibin. Lê ji bo hin berjewendiyên xwe tên gelhev. Mînak Tirkiye ji NATO’yê dûr dikeve û xwe nêzî Rûsya dike. Ev jî dilê Rûsyayê xweş dike. Rûsya û rejîmê, rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê, bi destên Tirkiyeyê li Idlibê kom kirin.”
 
MASEYA BI NAKOKIYAN TEJΠ
 
Hîso, biryarên di zîrveya sêalî de hatin girtin, nirxand û wiha pê de çû: “Rûsya dixwaze hemû komên selefî yên li Idlib û derdora wê derbixe. Rûsya li ser navê rejîmê diaxive. Ji xwe jî nêzî vê ferasete ye. Lê Tirkeye qet nêzî vê yekê nabe. Tirkiye bi wan koman re, ji Idlîbê bigirin heya axên Cerablûsê dagir kirine. Di fikire ku dê çawan wan koman xelas  bike û bi vê re mijûle. Ji ber vê hewl dide hevdîtin û operasyonên li vê herêmê dirêj bike. dixwaze dem qezenc bike. Komên li wê derê, hemûyan jî di şerê li Sûriyeyê de sûcên terorê kirin. Dinava wan koman de tu ferq tuneye. Lê Rûsya vê rewşê qebûl nake. Di dema civîn pêk dihat de jî, Rûsyayê hin qadên girêdayî Îdlîbê bombebaran kirin. Ev rewş hîna jî berdewam dike. Bi taybetî nêzî Herêma Cîsîr El Şugur a nêzî Behraspî bi tundiyek zêde êrîş dike.” 
 
LI TAHRANÊ BIRYARA ŞER HAT GIRTIN  
 
Hîso, da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan disan Kurd kirine rojevê û wiha rêz kir: “Di zîvê de teqez biryara şer a li ser Îdlîbê hat girtin. Ji ber ku her sê alî jî dixwazin komên terorîst ji herêmê paqij bikin. Formûlek xêz kirin û bi awayekê şer îlan kirin. A rastî, li Tahranê biyara şer a li dijî komên terorê yên li Idlibê derket holê. Tirkiye bi îtîrazan hewl dide wan biparêze. Di vê biryarê de herî zêde dê Tirkiye zehmetiyan bikişîne. Ji xwe Tirkiye dinava xwe de hem siyasî, hem aborî û civakî zehmetiyan dikişîne. Di warê ewlehiyê de jî pirsgirêkan dijî. Ligel van pirsgirêkan dijî jî, dest ji dijminantiya gelê Kurd bernade û tim dixwaze êrîş bike.” 
 
 KU HERÊM BÊ NÎQAŞKIRIN BÊ EFRÎNÊ NABE!
 
Hîso, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mijarên Idlib û Efrînê girîngin. Li aliyêkê qet behsa Efrînê nayê kirin. Wê derê hat dagirkirin û heman komên selefî li wê derê jî hene. Efrin li ber serê Idlibê ye. Mirovên teslîmî rejîmê nebûn, bi destên Tirkiyeyê li Efrînê hatin bicih kirin. Diçin gel Tirkiyeyê û ew jî wan li qadên dagirkirine bicih dikin. Ji ber vê yekê hîna jî siyaseta Tirkiyeyê neqediyaye. Piştî Idlibê, polîtîkayên Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûs dê destpê bikin. Komên li Idlibê dê bînin van deran. Dibe ku di warî siyasî û leşkerî de Idlib çareser bibe, lê bêyî herêma Efrînê nabe. Li Efrînê tevkojiyek mezin heye. Her roj li wê derê komkujî pêk tên. Mirov tên revandin û winda kirin. Hemû cih û warên dîrokî û gelan hatin ser û bin kirin. Mozîka ji Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Erep û Kurdan pêk dihat, talan kirin. Ev bi serê xwe komkujiye. Tunekirin û îmhayek mezin heye. Lê di vê mijarê de kes tişekê nabêje. Divê ev jî bê rojevê.”
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

12/09/2018
09:19 'Ji bo carek din Hêlîn nemirin' îmzeyan berhev dike
09:18 Îsal çotkarên fisteqan keyfxweş nebûn
09:18 Hilbijêrên Komirê ji niha de amadekariya hilbijartinê dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2018'AN
11/09/2018
21:04 Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin
17:50 Ciwaneki din di Çemê Dicleyê de winda bû
15:57 Di rojekê de 5 karker bûn qurbana kar
15:30 Dozgeriyê li diji derpkirina li girtîgehan lêpirsîn da destpêkirin
15:27 Li pişt perdeya Zîrveya Tahranê operasyona Koye, Qendîl û Qamişlo derket
14:03 Bagera Cizîrê: Bi sedan gund ji DAIŞ’ê rizgar bûn
13:50 Doza rojnameger Seda Taşkin sibê ye
13:40 Parêzeran, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin
13:31 Gelo Etî Bakir, li Şemrexê hawizê siyanurê ava dike?
12:50 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter di 15'ê Îlonê de bi dawî dibe
12:25 Dayika Şemiyê Tosun: Dê hesab bidin
10:53 Alavên girtiyên nexweş nadin wî
10:41 Girtiya ji bo danişînê anîn Girtîgeha Sîncanê derb kirin
10:25 Doza Ozgurlukçu Demokrasî sibê ye: Em li Rojnamegeriyê xwedî derkevin
10:16 Şahidê 12'ê Îlonê: Pirsgirêkê 12'ê Îlonê û îro yek in
09:18 Ulgen: Wêjeya kirasê lawaziyê ji ser xwe bavêje kare maskeya îktîdaran daxîne
09:15 Parlementerê HDP'ê Taş: Demîrtaş û Onder bi fermana Qesrê hatin cezakirin
09:14 Semsûriyan li dijî HES'ê banga parastina xwezayê kirin
09:14 Belgefîlma 'Bîr' xelata çîroka herî baş û derhênerê herî baş girt
09:13 Prof. Hamzaoglû: Îktîdar wek qumarê bi tenduristiya gel dilîze
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2018'AN
10/09/2018
18:04 Di doza parêzeran de alozî
17:10 Cananê 68 salî yê gotin di ‘lîsteya gewr deye’ sewqî dadgehê kirin
17:05 TUC'ê pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ qebûl kir
16:44 Dayika 2 zarokên wê di qedexeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan, binçav kirin
16:00 HAKÎM: Bila bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin
15:37 Edîtorên ETHA nehatin berdan
15:03 ÎHD'ê ji bo qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê giliyê Wezîr Soylu kirin
14:40 Kesên ji doza Aladagê hatin berdan ji Wezîr pirsîn
14:08 Doza darizandina parêzerên ÇHD û HHB’ê despê kir
13:56 Wesayîta karkerên madenê qelibî
13:16 Mehmet Ocalan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkevin tevgerê
13:15 Hemû vexwandin bîranina salvegera sêyemîn a 10'ê Cotmehê
12:05 Kurtulan: Divê AKP polîtîkayên xizmeta Tirkiye dike pêş bixe
11:59 Di Doza KCK’ê ya Wanê de siyasetmedar ceza kirin
11:52 Polisên çûn operasyonê qeza derbas kirin: 6 polîs birîndar bûn
11:38 Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû
11:16 Serokê Komeleya 78’an Alkan: Cuntaya 12'ê Îlonê û AKP'ê ji hev ne cuda ne
09:45 Tirbeyek din a dîrokî ji dilê Heskîfê bar kirin
09:08 Nivîskar Agin: Darbeya 12'ê Îlonê li dijî hişyarbûna gel bû
09:07 HDP dest bi civînên hevdîtina muxalefeta demokratîk dike
09:06 Her tişt li Nisêbînê qedexe ye, tenê tiryak serbest e
09:05 ‘Mêvanê Rûmetê’ yê Fuara Pirtûkan a Amedê Migirdiç Margosyan e
09:05 Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2018'AN
09/09/2018
20:13 'Li dijî xwînrijandina Îranê rabin ser xwe'
18:49 Wezîrê berê Eşref Fakibaba: Der barê Şarbonê de gel ronî bikin
17:05 ‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina ciwanan e’
17:00 Li Efrînê di 24 saetan de 20 kes hatin revandin
16:45 Yên li Koyê jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin
16:39 Roja dawî ya Kongreya Zanistê: Bi hêza rêxistinkirî em dikarin faşîzmê têk bibin
16:36 KCD'ê encamanameya civîna xwe aşkere kir: Rakirina tecrîdê xebata sereke ye
15:11 Ji MKGP'ê ji bo tevlibûna daneşîna rojnamegerên jin bang
14:45 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
14:45 Konferansa Hiqûqê: Divê rewşenbîr jî êdî xeta xwe diyar bikin
14:44 Cenazeyên Ramîn, Zanyar û Luqman nadin malbatên wan
13:57 Li Sûdanê balafira rêwiyan ket, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:09 Navê kesên li Koyê jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
12:04 Kovara Guney feraseta hunera Yilmaz Guney didomîne
11:49 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Îran dest ji sûcê mirovahiyê ber de
11:22 Gelek kesên navdar ji bo şewata li Dersimê dê bang bikin
11:01 Hatîmogullari: Xeyala Osmanîtiya nû ya Tirkiyeyê têk çû
10:44 Pitika Arîn a di girtîgehê de her ku diçe zeyîf dibe
10:21 Temel ê 68 roj di grevê de ma: Çareserî dîsa li Îmraliyê ye
09:29 Kaya: Em li hemû girtîgehan 3 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
09:28 Îxracata ard hat rawestandin: 2 hezar TIR di deriyê sînor de rawestiyan e
09:17 Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin
09:15 Xelîl: Aloziya Sûriye tenê bi Idlîbe çareser nabe
09:13 Dê edîtorên ETHA'yê sibê bên dadgehkirin
09:11 Songula bi zarokatî bi zorê hat zewicandin ji bo jiyaneke nû têdikoşe
09:09 Hevjîna Cananê ku wek kesekî di 'lîsteya gewr' de hat lansekirin: Bila dev ji vê çewtiyê berdin
09:07 'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'
09:04 Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê
09:02 Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan: Pêdiviya gelan bi felsefeya Ocalan heye
09:00 ROJEVA 9'Ê İLONA 2018'AN
08/09/2018
16:56 Waliyê Amedê di hefteya 500’emîn de çalakiya Dayikên Şemiyê ya derve qedexe kir
15:18 ’25 sal e ser cînayeta Sîncar digirin’
15:11 KCD: Em neteweya demokratîk ava bikin emê tecrîd û komkujiyê rawestînin
15:05 Di ‘Çalakiya F’ de hat xwestin Azîz Bayin bê berdan
14:42 Serokên Baroyan ji Dayikên Şemiyê lêborîn xwestin
14:11 Dayikên Şemiyê: Kesên li Arjantîn û Şîlî winda kirin, dê li Tirkiyeyê jî winda bikin
13:58 Leyla Guven: Divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan
13:50 Rejîma Îranê li Koyê 5 kes kuşt û 30 birîndar kirin
13:34 Rejîma Îranê Balakayetî topbaran dike
13:18 Rejîma Îranê 3 siyasetmedarê kurd darve kirin
12:53 'Birêz Walî bi xêra we hemû darên Dersîmê dicirûsin û dişewitin
12:38 Polîsan dîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:30 Rêxistina HDP'ê: Di şexsê Demîrtaş û Onder de çareserî û aştî hatiye cezakirin
12:08 Hevserokê TEV-DEM'ê Hîso: Divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin
11:52 Di doza Aladag de hemû bersûc hatin berdan
10:57 Dadgehê: Erdogan di çarçoveya azadiya ramanê de ji Demîrtaş re gotiye ‘terorîst’
10:56 Rêveberiya nû ya Cumhuriyetê bi tesfiyekariyê dest pê kir
10:26 Agahî ji girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî nayê girtin
10:14 Nivîskar Yigit: Li Idlîbê milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye dene
09:06 Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e
09:05 ‘Qeyûman jin ji jiyanê îzole kir'