Hevserokê TEV-DEM'ê Hîso: Divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin 2018-09-08 12:08:46   KOBANÊ - Hevserokê TEV-DM’ê Xerîb Hîso, diyar kir ku di civîna Tahranê de biryara şer ji bo Idlibê hatiye girtin û got: “Komên li Idlib û Efrînê yekin û divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin.”   Di zirveya duh a Tirkiyeyê, Iran û Rûsyayê ya li Tahranê pêk hat de, li ser şerê Îdlîbê yê weke kîlîda şerê Sûyeriyê tê destgirtin, lihevkirinek derneket holê. Di çarçoveya Peymana Astanayê ya dinavbera her sê welatan hat îmzekirin de, tenê li ser Idlipê li hev nekirin. Hêzên weke DYA, Îngîltere, Çîn, Fransa û Elmanya yên li herêmê, bi rojana zextê li Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dikin ku komên selefî yên hevkaraya wan dikin, ji herêmê derbixin. Di vê çarçoveyê de Rûsya, Îran û Tirkiye duh li Tahranê kom bûn û di belavoka îmze kirin û daxuyaniyên dan de derket holê ku lihev nekirine. Heserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hîso Zîrveya Tahranê û pirsgirêka Idlîbê nirxandin.    ‘DINAVA SÊ WELATAN DE NAKOKÎ HENE’   Hîso, di rojên derbasbûyî de, di kongreya TEV-DEM’ê de bû hevserok û ji Êzidiyên Efrînê ye. Hîso herêmê ji nêz de nas dike û diyar kir ku civîna li Tahranê ji zûde hatiye plankirin. Hîso, bal kişand ser rolên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê yên di şerê Sûriyeyê de û wiha got: “Ev rol ne nû ye û ji berê de heye. Rûsya di warî leşkerî, siyasî û ewlekariyê de piştgiriyê dide rejîmê. Îran jî bi awayekê leşkerî êrîş dike û alîkariyê dide rejîmê. Lê hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li ser teror û dagirkirinê ye. Rola Tirkiyeyê ya li herêmê wiha derdikeve holê. Dinava van sê hêzan de, nakokiyên lihevkirinê hene. Hemû hêz bi rê û rêbazên pir cuda nêzî mijara terorê, çareseriya siyasî û şerê li Sûriyeyê, dibin. Lê ji bo hin berjewendiyên xwe tên gelhev. Mînak Tirkiye ji NATO’yê dûr dikeve û xwe nêzî Rûsya dike. Ev jî dilê Rûsyayê xweş dike. Rûsya û rejîmê, rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê, bi destên Tirkiyeyê li Idlibê kom kirin.”   MASEYA BI NAKOKIYAN TEJΠ   Hîso, biryarên di zîrveya sêalî de hatin girtin, nirxand û wiha pê de çû: “Rûsya dixwaze hemû komên selefî yên li Idlib û derdora wê derbixe. Rûsya li ser navê rejîmê diaxive. Ji xwe jî nêzî vê ferasete ye. Lê Tirkeye qet nêzî vê yekê nabe. Tirkiye bi wan koman re, ji Idlîbê bigirin heya axên Cerablûsê dagir kirine. Di fikire ku dê çawan wan koman xelas  bike û bi vê re mijûle. Ji ber vê hewl dide hevdîtin û operasyonên li vê herêmê dirêj bike. dixwaze dem qezenc bike. Komên li wê derê, hemûyan jî di şerê li Sûriyeyê de sûcên terorê kirin. Dinava wan koman de tu ferq tuneye. Lê Rûsya vê rewşê qebûl nake. Di dema civîn pêk dihat de jî, Rûsyayê hin qadên girêdayî Îdlîbê bombebaran kirin. Ev rewş hîna jî berdewam dike. Bi taybetî nêzî Herêma Cîsîr El Şugur a nêzî Behraspî bi tundiyek zêde êrîş dike.”    LI TAHRANÊ BIRYARA ŞER HAT GIRTIN     Hîso, da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan disan Kurd kirine rojevê û wiha rêz kir: “Di zîvê de teqez biryara şer a li ser Îdlîbê hat girtin. Ji ber ku her sê alî jî dixwazin komên terorîst ji herêmê paqij bikin. Formûlek xêz kirin û bi awayekê şer îlan kirin. A rastî, li Tahranê biyara şer a li dijî komên terorê yên li Idlibê derket holê. Tirkiye bi îtîrazan hewl dide wan biparêze. Di vê biryarê de herî zêde dê Tirkiye zehmetiyan bikişîne. Ji xwe Tirkiye dinava xwe de hem siyasî, hem aborî û civakî zehmetiyan dikişîne. Di warê ewlehiyê de jî pirsgirêkan dijî. Ligel van pirsgirêkan dijî jî, dest ji dijminantiya gelê Kurd bernade û tim dixwaze êrîş bike.”     KU HERÊM BÊ NÎQAŞKIRIN BÊ EFRÎNÊ NABE!   Hîso, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mijarên Idlib û Efrînê girîngin. Li aliyêkê qet behsa Efrînê nayê kirin. Wê derê hat dagirkirin û heman komên selefî li wê derê jî hene. Efrin li ber serê Idlibê ye. Mirovên teslîmî rejîmê nebûn, bi destên Tirkiyeyê li Efrînê hatin bicih kirin. Diçin gel Tirkiyeyê û ew jî wan li qadên dagirkirine bicih dikin. Ji ber vê yekê hîna jî siyaseta Tirkiyeyê neqediyaye. Piştî Idlibê, polîtîkayên Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûs dê destpê bikin. Komên li Idlibê dê bînin van deran. Dibe ku di warî siyasî û leşkerî de Idlib çareser bibe, lê bêyî herêma Efrînê nabe. Li Efrînê tevkojiyek mezin heye. Her roj li wê derê komkujî pêk tên. Mirov tên revandin û winda kirin. Hemû cih û warên dîrokî û gelan hatin ser û bin kirin. Mozîka ji Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Erep û Kurdan pêk dihat, talan kirin. Ev bi serê xwe komkujiye. Tunekirin û îmhayek mezin heye. Lê di vê mijarê de kes tişekê nabêje. Divê ev jî bê rojevê.”   MA / Nazim Daştan