Li Girtîgeha Xarpêtê Rewşa Awarte didome

img

AMED - Kutbettîn Elbîrê ku di Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê de, ji bo binpêkirinên mafên mirovan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Elbîr, di serlêdana xwe de diyar kir ku li girtîgehê Rewşa Awarte didome û banga hestiyariyê li herkesî kir. 

Kutbettîn Elbîrê ku di Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê de, der barê binpêkirinên mafên mirovan de nameyek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şand. Elbîr di nameya xwe de destnîşan kir ku her çend Rewşa Awarte di 18'ê Tîrmehê de bi dawî bûbe jî, lê belê li girtîgehê berdewam dike û got: "Em hay ji realîteya bîrdozî û polîtîka a vê serdemê hene. Nêzî 20 sal in di girtîgehê de me, du tu serdemê de min pêvajoyeke wisa nedîtiye. Di deam Rewşa Awarte gelek maf hatin binpêkirin. Me digot qey dê bidawîbûna Rewşa Awarte ev rewş baş bibe. Lê belê li girtîgeha em tê de ne Rewşa Awarte berdewam dike. Tenê guherînek çêbû ew jî hevdîtinên vekirî mehê careke tên kirin. Wekî din tu tişt neguheriye." 
 
GIRTÎGEH BI MANTIQA TECRÎDKIRINÊ HATIYE AVAKIRIN 
 
Elbîr, diyar kir ku di 25'ê Îlona 2017'an de bi dehan Robocob ji odeyên sê kes lê diman hatine binçavkirin û wan xistine odeyên yekkesî. Elbîr got: "Girtîgeha em tê de ne di warê mîmariyê de tiştekî nû ye. Her tişt li got mantiqa tecrîdkirin û îzolasyonkirinê hatiye çêkirin. Hema bêje salek e ez û hin hevalên me yên din bi tena serê xwe dimînin. Me got ev rewş tecrîdkirinê û me li dadweriya înfazê îtiraza vê yekê kir, lê belê dîsa jî tiştek neguherî." Elbîr, diyar kir ku mdiuriyeta girtîgehê ji bo vê rewşê ji wan re gotiye "Li gorî standardên Ewropayê ye." Elbîr got: "Halbûkî rejîma înfazê ya li muebedên giran tê sepandin li me tê kirin. Bêyî bêjin nû, kevn, ciwan, extiyar û nexweş in ji bo hemûyan pêk tînin. Bi vê jî dixuyê ku dê ev yek bi mebesteke polîtîk dewam bike."
 
'DI VAN ŞERTAN DE NE MUMKUN E KU TENDURISTIYA ME BAŞ BE' 
 
Elbîr, diyar kir ku saleke di odeyeke yekkesî de ye û di nav vê salê de tenê 3 mehan carekê ew jî 3 saetan tevî hevalekî wî ew şandine eywana sporê û got: "3-4 mehan bi sê hevalan re derketim eywana sporê. Lê belê hîn jî hin hevalên min bi tena serê xwe mehê sê saetan bi hin hevalan re û hin heval jî bi du hevalan re dertên. Li gorî giştî nameya 45/1 divê em heftê 10 saetan bi deha kesan re çalakiyên hevpar bikin. Li girtîgehên din kêm be jî ev made pêk dihat. Lê belê niha bi hinceta girtîgeha ewlehiya bilind em nikarin ji bo tu çalakiyê derkevin." Elbîr, destnîşan kir ku di van şert û mercan de ne mumkun e ku tenduristiya wan baş be. 
 
Elbîr, destnîşan kir ku li girtîgeha ku lê dimînin nivîsandin û xwendin mijarên bi rîsk in û got: "Odeyên me biçûk in û tim lêgerînê dikin. Di van lêgerînan de wêneyê ku 15 sal berê bi kincên gelêrî hatiye kişandin jî desteser dikin û pirtûkên ku em dixwînin an jî nîşeyên emd igirin bêyî ku li naveroka wan binerin desteser dikin. Mesela ajandayeke li gel min çar pênc caran hat raçavkirin û dîsa dan. Eger nivîs bi kurdî bin şans tune ye. Helbest, roman û tiştên din ên bi kurdî ên bi bandrola Wezareta Çandê nadin. Herî dawî hevalekî me nameyek bi trikî nivîsand, lê ji ber ku hevokeke bi qerfî ya kurdî tê de bû neşandin." Elbîr, diyar kir ku radyoyan nadin wan, tenê destûra radyoyên bi banda FM'ê didin û got: "Halbûkî me ev radyo ji kant,na girtîgehê kirîbûn." 
 
 
Elbîr, bilêv kir ku personelên girtîgehê li gor qanûna Jimaee 657 a Karmendên Dewletê tev nagerin û got: "Hin karmendên ku li gorî lîteratura leşkerî nav li wan hatine kirin, ne li gorî qanûna karmendan bi temamî bi saîqên bîrdoziyî tev digerin. Der barê liv û tevgara hin personelan de me gelek xaran îdare agahdar kiriye, lê belê tu tişt neguheriye. Di asasê xwe de personelek an du personel heta hayê serkarmaned pê tune be nikarin deriyên odeyan vekin û kesî jê derxin. Lê belê ev personelên behsa wan tê kirin bi înîsyatîf tev digeri, dikevin odeyan û bi dengekî bilind diaxivin, gefan dixwin û kesan derdixin û dibin odeyên bi sînger. Der barê vê yekê de me serî li îdareyê da, lê belê bersiva 'Personelên me li gor qanûna 657'an bêalî tev digere.' Bi salan e em di girtîgehê de ne, lê cara ewil e ku em bi profîla personeleke wisa re rû bi rû dimînin. Serdema 12'ê Îlonê ne têde. 
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZΠ
 
Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî êdî bûye tiştekî ji rêzê. Têkildarî vê di hevdîtinên bi serkarmaned re (eger hevdîtin çêbibe) ferzkirina li ser piyan a wek nîzamiya leşkerî heye. Li revîrê jî ev wisa ye." 
 
BANGAWAZΠ
 
Elbîr, destnîşan kir ku pirsgirêkên bi vî rengî gelek in ji bo ev rewş ji holê bên rakirin bang li herkesî kir. 

Sernavên din

08/09/2018
09:04 Li Rihayê palehiya fisteqan dest pê kir
09:04 Li Girtîgeha Xarpêtê Rewşa Awarte didome
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2018'AN
08:22 Li Aksarayê otobus qelibî: 6 kes mirin 39 kes birîndar bûn
07/09/2018
16:09 Beştaş: Bila Erdogan derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî bide
15:50 Ruhanî: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê
Putîn: Terorîst li Idlibê ne
Erdogan: Bila agirbest bê îlankirin
15:03 Dadgehê ceza li Demîrtaş û Onder birî
14:25 Qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê di rojeva Meclîsê deye
14:10 Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt
14:02 Li Mêrsinê serdegirtina malan
13:56 Kesê jêre gotin 'Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin' çotkarê 68 salî derket
13:55 Bîrdariya Mafê Mirovan a li Amedê hatiye dorpêçkirin
13:44 Çepnî: Li Dersimê sûcê qanûnî tê kirin
13:30 Rejîma Îran dê îşev Loqman û Zanyar Muradî darve bikin
13:24 MSD: Rûsya û Îran wê Tirkiyeyê tengav bike
13:05 HDP: Ji hewldanên xerakirina li Idlibê dûr bikevin
12:39 Li Girtîgeha Xarpêtê nivîsandin û kurdî jî qedexe ye!
12:27 Li Nexweşxaneya Nisêbînê neheqiya zayentîperest li jina penaber kirin
12:00 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê' hat taloqkirin
11:11 Dayikên Şemiyê dê bi wêneyên Kenan Bîlgîn li Qada Galatasarayê bin
11:08 Ondul: Tirkiye ji bo rakirina ambargoya DYA'yê nezî YE'ê dibe
10:54 Nivîskarê girtî 4 rojin di hucreya yek kesî deye
10:16 Dayîkên bi zarokên xwe yên girtî re hatin derpkirin, vegotin
10:15 Xebatên zimanê kurdî yên serdema nû dest pê dikin
10:11 'AKP dê li Idlibê di bîra kolayî de werbibe'
09:43 Malbatê piştî testa DNA'yê cenazeyê Vahide Çalkendir definkirin
09:42 Girtiyê nexweşê giran Boz: Pir zêde kîlo winda dikim
09:13 Li Rihayê dîrokek winda dibe!
09:12 Gur: Dê Îdlib rê li ber şerekî herêmî veke!
09:12 Sekretera YE' ya Tirkiyeyê: Di warê domandina muzakereyn de tu sinyal naxuyên
09:11 ‘Dê çalakiya Dayikên Şemiyê bênavber dewam bike'
09:10 Navendeke hunerê ya alternatîf: Şa Performans
09:09 'Tenê du hevokên li Îmraliyê dikare Tirkiyeyê rihet bike'
09:00 ROJEVA 7'Ê İLONA 2018'AN
06/09/2018
17:25 Hevserokên HDP’ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:36 Dayikên Şemiyê: Di hefteya 702’yemîn de em li Galatasarayê ne
16:27 Li ser bertekan qîra rijandin ser pira dîrokî hat rakirin
16:08 Cezayê pere li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
16:07 HDP’ê pirsgirêkên welatiyên astengdar bir Meclîsê
15:32 Dîwarekî ku dibe dengê kolanan
14:44 Beştaş: Li Girtîgeha Tarsûsê çima îşkenceyê li girtiyan dikin ?
14:11 Parêzeran bi Nobeta Edaletê dest bi sala edlî ya nû kirin
14:08 Li Îzmîrê 11 kes hatin binçavkirin
13:57 Rojnamegerên der barê Efrînê de wêne parve kirin hatin darizandin
13:56 10 hezar lîre ceza li rojnameger Fatîh Polat birîn
13:16 Paylan 6-7 Îlonê bir Meclîsê: Divê dewlet rû bi rû bibe
13:15 Danişîna TUHAD-FED û OHP'iyan hat taloqkirin
13:14 Destûr nedan malbat şîna kurê xwe Denîz dîne
12:32 Parêzerên Ocalan cara 785'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:25 ÎSÎG: Di tebaxê de herî kêm 180 karker mirin
11:46 'Xwe bi name û pirtûkan bigîhînin Fadil Şenyaşar’
11:38 Prof. Dr. Uzgel: Nezîkatiya Tirkiye-YE pragmatik e
10:57 Jınên Gomanê: Em ê tacîzkar li gundê xwe nehewînin
10:57 Şewata daristana Çiyayê Roj didome
10:36 Oremar: Îran Tirkiye û Rûsya dê bi hev bikevin
10:15 Li Heskîfê dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin
09:48 Tevî biryara heyetê înşaeta HES'a li Nemrutê didome
09:23 Noqkarên dildar: Pêdiviya me bi bota rizgarkirinê heye
09:22 Bulbul: Pîrozweriyên Dersimê gazî dikin
09:22 Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe
09:21 Hevdîtina girtî ya bi malbatê re 'fealiyetên rêxistinê' hesiban din
09:20 Beştaş: Astengkirina parlementeran derî hiqûqê ye
09:19 Ji bo girtiya ji sedî 86 astengdar dê serî li CPT'ê bidin
09:19 Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2018'AN
05/09/2018
19:58 Vê carê jî li Mazgirtê agir bi daristanê ket
17:06 Meclîsa Jinan a KESK’ê: Hevalên me berdin
16:46 3 cenaze hatin oxirkirin
16:25 Li Peyasê di serdegirtina malan de kesek hat binçavkirin
16:03 Baroya Mêrsînê çû serdan parêzeran
15:42 ‘Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin’
15:30 Derbarê Zarakolu de bultena sor hat derxistin
14:59 Temellî Sendîkaya Yol-Îş’ê ziyaret kir
14:14 Maçînê HDP’î: Divê hêzên demokratîk bên gel hev
13:46 Di meha Tebaxê 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin
13:23 Li Kurdistana Federal modaya welatên rojava cil û bergên kurdî didin ji bîrkirin
13:12 Sala adlî bi darizandina akademîsyenan dest pê kir
12:48 Tê îdiakirin CNN Turkê dawî li karê Şîrîn Payzîn anî
12:35 Îstîxbarata OSO komên xwe yên li Efrînê hişyar kirin: YPG mezin dibe û tê
12:15 Polîsan bi ser mala xebatkarên Yenî Demokrasiyê de girt
12:14 Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel: Ne ji bo Idlibê em xwe ji bo Efrînê amade dikin
11:22 Qedexeya li Colemêrgê 15 roj din hat dirêjkirin
10:33 Li Hezexê bi hinceta rê, dixwazin baxçeyên malan xerab bikin
10:18 Banga ji bo rewşenbîran: Em li Dersimê bibin dilopek
09:44 Li ser rêya Hênê qeza: 2 kes mirin û kesek birîndar bû
09:26 Ocalan çend sal berê 'vegera pîşesaziya çandiniyê' kiribû
09:21 Qedexeya li Licê û Hênê hat rakirin
09:18 Nivîskar Aktaş: Ji bo çareserî neyê dîtin dîroka şaş hat nivîsandin
09:17 Endamên Meclîsa DBP'î ji ber ku li aqûbeta milyonek TL'yê winda pirsîn, şaredar gef li wan xwar
09:16 Meclîsê pêşniyaznameya ji bo lêkolînkirina îşkenceyên li girtîgehê îade kir
09:15 Rêveberê komeleyê ku ji bo alîkariyê çû Babê dest bi bazirganiyê kir
09:14 Girtiyê nexweş: Bila dev ji pêkanînên kêfî bê berdan
09:13 Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya
09:12 Gardiyan: Em ê te bikujin
09:12 Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê: Em nayên hesibandin
09:00 ROJEVA 5'Ê İLONA 2018'AN
04/09/2018
21:49 ATK’ê dîsa ji bo muayeneyê bangî rojnameger Duran kir
17:22 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Hatayê da
17:09 Ji DMME’yê biryara doza ‘KCK’
16:45 4 kesên di çalakiya Panahî de hatibûn binçavkirin hatin berdan