Li Girtîgeha Xarpêtê Rewşa Awarte didome 2018-09-08 09:04:01 AMED - Kutbettîn Elbîrê ku di Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê de, ji bo binpêkirinên mafên mirovan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Elbîr, di serlêdana xwe de diyar kir ku li girtîgehê Rewşa Awarte didome û banga hestiyariyê li herkesî kir.  Kutbettîn Elbîrê ku di Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê de, der barê binpêkirinên mafên mirovan de nameyek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şand. Elbîr di nameya xwe de destnîşan kir ku her çend Rewşa Awarte di 18'ê Tîrmehê de bi dawî bûbe jî, lê belê li girtîgehê berdewam dike û got: "Em hay ji realîteya bîrdozî û polîtîka a vê serdemê hene. Nêzî 20 sal in di girtîgehê de me, du tu serdemê de min pêvajoyeke wisa nedîtiye. Di deam Rewşa Awarte gelek maf hatin binpêkirin. Me digot qey dê bidawîbûna Rewşa Awarte ev rewş baş bibe. Lê belê li girtîgeha em tê de ne Rewşa Awarte berdewam dike. Tenê guherînek çêbû ew jî hevdîtinên vekirî mehê careke tên kirin. Wekî din tu tişt neguheriye."    GIRTÎGEH BI MANTIQA TECRÎDKIRINÊ HATIYE AVAKIRIN    Elbîr, diyar kir ku di 25'ê Îlona 2017'an de bi dehan Robocob ji odeyên sê kes lê diman hatine binçavkirin û wan xistine odeyên yekkesî. Elbîr got: "Girtîgeha em tê de ne di warê mîmariyê de tiştekî nû ye. Her tişt li got mantiqa tecrîdkirin û îzolasyonkirinê hatiye çêkirin. Hema bêje salek e ez û hin hevalên me yên din bi tena serê xwe dimînin. Me got ev rewş tecrîdkirinê û me li dadweriya înfazê îtiraza vê yekê kir, lê belê dîsa jî tiştek neguherî." Elbîr, diyar kir ku mdiuriyeta girtîgehê ji bo vê rewşê ji wan re gotiye "Li gorî standardên Ewropayê ye." Elbîr got: "Halbûkî rejîma înfazê ya li muebedên giran tê sepandin li me tê kirin. Bêyî bêjin nû, kevn, ciwan, extiyar û nexweş in ji bo hemûyan pêk tînin. Bi vê jî dixuyê ku dê ev yek bi mebesteke polîtîk dewam bike."   'DI VAN ŞERTAN DE NE MUMKUN E KU TENDURISTIYA ME BAŞ BE'    Elbîr, diyar kir ku saleke di odeyeke yekkesî de ye û di nav vê salê de tenê 3 mehan carekê ew jî 3 saetan tevî hevalekî wî ew şandine eywana sporê û got: "3-4 mehan bi sê hevalan re derketim eywana sporê. Lê belê hîn jî hin hevalên min bi tena serê xwe mehê sê saetan bi hin hevalan re û hin heval jî bi du hevalan re dertên. Li gorî giştî nameya 45/1 divê em heftê 10 saetan bi deha kesan re çalakiyên hevpar bikin. Li girtîgehên din kêm be jî ev made pêk dihat. Lê belê niha bi hinceta girtîgeha ewlehiya bilind em nikarin ji bo tu çalakiyê derkevin." Elbîr, destnîşan kir ku di van şert û mercan de ne mumkun e ku tenduristiya wan baş be.    Elbîr, destnîşan kir ku li girtîgeha ku lê dimînin nivîsandin û xwendin mijarên bi rîsk in û got: "Odeyên me biçûk in û tim lêgerînê dikin. Di van lêgerînan de wêneyê ku 15 sal berê bi kincên gelêrî hatiye kişandin jî desteser dikin û pirtûkên ku em dixwînin an jî nîşeyên emd igirin bêyî ku li naveroka wan binerin desteser dikin. Mesela ajandayeke li gel min çar pênc caran hat raçavkirin û dîsa dan. Eger nivîs bi kurdî bin şans tune ye. Helbest, roman û tiştên din ên bi kurdî ên bi bandrola Wezareta Çandê nadin. Herî dawî hevalekî me nameyek bi trikî nivîsand, lê ji ber ku hevokeke bi qerfî ya kurdî tê de bû neşandin." Elbîr, diyar kir ku radyoyan nadin wan, tenê destûra radyoyên bi banda FM'ê didin û got: "Halbûkî me ev radyo ji kant,na girtîgehê kirîbûn."      Elbîr, bilêv kir ku personelên girtîgehê li gor qanûna Jimaee 657 a Karmendên Dewletê tev nagerin û got: "Hin karmendên ku li gorî lîteratura leşkerî nav li wan hatine kirin, ne li gorî qanûna karmendan bi temamî bi saîqên bîrdoziyî tev digerin. Der barê liv û tevgara hin personelan de me gelek xaran îdare agahdar kiriye, lê belê tu tişt neguheriye. Di asasê xwe de personelek an du personel heta hayê serkarmaned pê tune be nikarin deriyên odeyan vekin û kesî jê derxin. Lê belê ev personelên behsa wan tê kirin bi înîsyatîf tev digeri, dikevin odeyan û bi dengekî bilind diaxivin, gefan dixwin û kesan derdixin û dibin odeyên bi sînger. Der barê vê yekê de me serî li îdareyê da, lê belê bersiva 'Personelên me li gor qanûna 657'an bêalî tev digere.' Bi salan e em di girtîgehê de ne, lê cara ewil e ku em bi profîla personeleke wisa re rû bi rû dimînin. Serdema 12'ê Îlonê ne têde.    FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZΠ   Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî êdî bûye tiştekî ji rêzê. Têkildarî vê di hevdîtinên bi serkarmaned re (eger hevdîtin çêbibe) ferzkirina li ser piyan a wek nîzamiya leşkerî heye. Li revîrê jî ev wisa ye."    BANGAWAZΠ   Elbîr, destnîşan kir ku pirsgirêkên bi vî rengî gelek in ji bo ev rewş ji holê bên rakirin bang li herkesî kir.