Xebatên zimanê kurdî yên serdema nû dest pê dikin

img

AMED - Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku ziman stûna civakê ye û dê di serdema nû de hin berfirehtir xebatên ziman bi pêş ve bibin û bang li her kesî kir ku li her qada jiyanê bi kurdî biaxivin. 

Zimanê kurdî bi hezar salan e li ser axa Mezopotamyayê hebûna xwe diparêze. Ji roja destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha di 95 salan de her tim zimanê kurdî tune hat hesibandin û axaftina zimanê bi milyonan kes hat qedexekirin. Tu demê wek zimanê netewekê nehat dîtin. Bi salan e li dadgehan zimanê kurdî wek “zimanê nayê zanîn” hat bikaranîn. Di çarçoveya piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a di 20’ê Tîrmeha 2016’an de Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatin weşandin di serî de Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînên Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û hemû sazî û dezgehên xebatên kurdî birêve dibirin hatin girtin û deriyê wan qefle kirin. 
 
Her çiqas OHAL hat rakirin jî lê bes dîsa zextên li ser zimanê kurdî bi zêdeyî li her qada jiyanê dewam dikin. 
 
BERÎ OHAL Û PIŞT RE JÎ REWŞ HEMAN E
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanê Mezopotamyayê (MED-DER) di 17’ê kanûna 2017’an de hat avakirin û ji bo pêşveberina zimanê kurdî dersên kurdî dide. Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen têkildarî serdema nû ya xebatên ji bo zimanê kurdî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Esen diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê kurdî beriya OHAL’ê û pişt re neguheriye û slogan û propagandayên têkildarî zimanê kurdî tê terorîzekirin. 
 
BANDORA KURDÎ-DER’Ê ZÊDE BÛ 
 
Esen anî ziman ku ji roja KURDÎ-DER ava bû û heta roja hat girtin bi hezaran mirov têgihand û got: “KURDÎ-DER ji bo me xebatek zankoyî ango ademîk bû. Bi hezaran kes perwerde kir. Bi hezaran mamosteyê kurdî mezin kir. Ziman li pêş xist. Bi vê wesîleyê gellek kesan pirtîk, stran û helbest nivîsandin. Bandorek mezin a KURDÎ-DER’ê li ser civakê hebû.” 
 
‘DEWLET HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE’ 
 
Esen bi bîr xist ku dewletê pirtûk û televîzyonên kurdan girt û qedexe kir û got: “Ziman nirxê civakê ye. Dewletek wisa ye hebûna kurdan qebûl nake wê çawa zimanê kurdan nas bike.” 
 
DAXWAZA CIWANAN HEYE KURDÎ HÎN BIBIN 
 
Esen bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li dijî qedexe û girtinan û wiha dewam kir: “Dewletê KURDÎ-DER’ê girt, lê gel ji ya xwe ve nehat xwarê. Gel got ‘wan dibistanên me girtin, lê em ê kurdî fêr bibin.’ Îro jî li ser komeleya me, em perwerdehiya ziman didin. Qursên me hene. Daxwazek zêde ji bo pêşvebirina ziman heye. Nemaze jî nifşên nû ango ciwan bi eleqeyek mezin serî li qursa me didin.” 
 
BANDORA DAYIK Û BAV
 
Esen bal kişand ser pişaftina dewletê ya li dijî kurdan û otoasîmîlasyonê û wiha got: “Ziman stûan civakê ye. Perwerde ji malbatê dest pê dike. Heta ku zarok dest bi dibistana xwe dikin. Heke malbat zarok di warê kurdî de hişmend bike û dayik û bav bi zarok re bi kurdî biaxive dê zarok zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin. Dema zarok hêj di malzarokê de ne jî li zimanê dayika xwe guhdar dikin û heta dengê stranan jî guhdar dikin. Lê dema îro em lê dinêrin zarok ji sedî 95 bi tirkî diaxivin. Pir hindik bi kurdî tê axaftin. Gelê kurd bi hişmend e, lê bes di mijara ziman de pir ne xwedî hişmendin. Divê em li her qada jiyana xwe bi kurdî biaxivin. Nifşên nû tên dinyayê lazim e bi kurdî bi wan re bê axaftin. Divê her kes bi kurdî biaxive, binivîsîne û bixwîne.” 
 
PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKΠ
 
Esen da zanîn ku bi vekirina çend cihan re pirsgirêka ziman nayê çareserkirin û got: “Ziman dixin cihê teng û ji bo pêşketinê jî ne pêkan e. Gellek nirxên me yên pîroz bi me didin ji bîrkirin û me didin dûrkirin. Dixwazin naveroka zimanê me vala bikin. Di esasê xwe de dixwazin me bixapînin. Bi vekirina çend cihan re pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi milyonan zarokên kurd hene. Daxwaza me ew e zarokên kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin.” 
 
‘DI SERDEMA NÛ XEBATÊN BERFIREH HENE’ 
 
Esen destnîşan kir ku bi serdema nû re li ser zimanê kurdî xebatên wan hin berfireh hene û wiha got: “Wê di serdema nû de tenê ne kursên ziman hebin, di heman demê de wê di warê folklorê de jî xebatên me hebin. Wê plansazî û bernameyên me li gel aktîvîst xebat li ser ziman birêve dibin, nivîskar, rewşenbîr û zimanzanan hebin. Armanca me ew e em bi dehan polên dersan vebikin û kurdê fêrî bi hezaran kes bikin. Em hewl didin xwe hin bêtir bigîhînin kesan. Ji bo perwerdehiya kurdî qeydên me dest pê kirin e. Wê ders di navbera 15-20’ê îlonê dest pê bikin.” 

Sernavên din

08/09/2018
09:04 Li Rihayê palehiya fisteqan dest pê kir
09:04 Li Girtîgeha Xarpêtê Rewşa Awarte didome
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2018'AN
08:22 Li Aksarayê otobus qelibî: 6 kes mirin 39 kes birîndar bûn
07/09/2018
16:09 Beştaş: Bila Erdogan derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî bide
15:50 Ruhanî: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê
Putîn: Terorîst li Idlibê ne
Erdogan: Bila agirbest bê îlankirin
15:03 Dadgehê ceza li Demîrtaş û Onder birî
14:25 Qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê di rojeva Meclîsê deye
14:10 Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt
14:02 Li Mêrsinê serdegirtina malan
13:56 Kesê jêre gotin 'Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin' çotkarê 68 salî derket
13:55 Bîrdariya Mafê Mirovan a li Amedê hatiye dorpêçkirin
13:44 Çepnî: Li Dersimê sûcê qanûnî tê kirin
13:30 Rejîma Îran dê îşev Loqman û Zanyar Muradî darve bikin
13:24 MSD: Rûsya û Îran wê Tirkiyeyê tengav bike
13:05 HDP: Ji hewldanên xerakirina li Idlibê dûr bikevin
12:39 Li Girtîgeha Xarpêtê nivîsandin û kurdî jî qedexe ye!
12:27 Li Nexweşxaneya Nisêbînê neheqiya zayentîperest li jina penaber kirin
12:00 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê' hat taloqkirin
11:11 Dayikên Şemiyê dê bi wêneyên Kenan Bîlgîn li Qada Galatasarayê bin
11:08 Ondul: Tirkiye ji bo rakirina ambargoya DYA'yê nezî YE'ê dibe
10:54 Nivîskarê girtî 4 rojin di hucreya yek kesî deye
10:16 Dayîkên bi zarokên xwe yên girtî re hatin derpkirin, vegotin
10:15 Xebatên zimanê kurdî yên serdema nû dest pê dikin
10:11 'AKP dê li Idlibê di bîra kolayî de werbibe'
09:43 Malbatê piştî testa DNA'yê cenazeyê Vahide Çalkendir definkirin
09:42 Girtiyê nexweşê giran Boz: Pir zêde kîlo winda dikim
09:13 Li Rihayê dîrokek winda dibe!
09:12 Gur: Dê Îdlib rê li ber şerekî herêmî veke!
09:12 Sekretera YE' ya Tirkiyeyê: Di warê domandina muzakereyn de tu sinyal naxuyên
09:11 ‘Dê çalakiya Dayikên Şemiyê bênavber dewam bike'
09:10 Navendeke hunerê ya alternatîf: Şa Performans
09:09 'Tenê du hevokên li Îmraliyê dikare Tirkiyeyê rihet bike'
09:00 ROJEVA 7'Ê İLONA 2018'AN
06/09/2018
17:25 Hevserokên HDP’ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:36 Dayikên Şemiyê: Di hefteya 702’yemîn de em li Galatasarayê ne
16:27 Li ser bertekan qîra rijandin ser pira dîrokî hat rakirin
16:08 Cezayê pere li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
16:07 HDP’ê pirsgirêkên welatiyên astengdar bir Meclîsê
15:32 Dîwarekî ku dibe dengê kolanan
14:44 Beştaş: Li Girtîgeha Tarsûsê çima îşkenceyê li girtiyan dikin ?
14:11 Parêzeran bi Nobeta Edaletê dest bi sala edlî ya nû kirin
14:08 Li Îzmîrê 11 kes hatin binçavkirin
13:57 Rojnamegerên der barê Efrînê de wêne parve kirin hatin darizandin
13:56 10 hezar lîre ceza li rojnameger Fatîh Polat birîn
13:16 Paylan 6-7 Îlonê bir Meclîsê: Divê dewlet rû bi rû bibe
13:15 Danişîna TUHAD-FED û OHP'iyan hat taloqkirin
13:14 Destûr nedan malbat şîna kurê xwe Denîz dîne
12:32 Parêzerên Ocalan cara 785'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:25 ÎSÎG: Di tebaxê de herî kêm 180 karker mirin
11:46 'Xwe bi name û pirtûkan bigîhînin Fadil Şenyaşar’
11:38 Prof. Dr. Uzgel: Nezîkatiya Tirkiye-YE pragmatik e
10:57 Jınên Gomanê: Em ê tacîzkar li gundê xwe nehewînin
10:57 Şewata daristana Çiyayê Roj didome
10:36 Oremar: Îran Tirkiye û Rûsya dê bi hev bikevin
10:15 Li Heskîfê dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin
09:48 Tevî biryara heyetê înşaeta HES'a li Nemrutê didome
09:23 Noqkarên dildar: Pêdiviya me bi bota rizgarkirinê heye
09:22 Bulbul: Pîrozweriyên Dersimê gazî dikin
09:22 Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe
09:21 Hevdîtina girtî ya bi malbatê re 'fealiyetên rêxistinê' hesiban din
09:20 Beştaş: Astengkirina parlementeran derî hiqûqê ye
09:19 Ji bo girtiya ji sedî 86 astengdar dê serî li CPT'ê bidin
09:19 Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2018'AN
05/09/2018
19:58 Vê carê jî li Mazgirtê agir bi daristanê ket
17:06 Meclîsa Jinan a KESK’ê: Hevalên me berdin
16:46 3 cenaze hatin oxirkirin
16:25 Li Peyasê di serdegirtina malan de kesek hat binçavkirin
16:03 Baroya Mêrsînê çû serdan parêzeran
15:42 ‘Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin’
15:30 Derbarê Zarakolu de bultena sor hat derxistin
14:59 Temellî Sendîkaya Yol-Îş’ê ziyaret kir
14:14 Maçînê HDP’î: Divê hêzên demokratîk bên gel hev
13:46 Di meha Tebaxê 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin
13:23 Li Kurdistana Federal modaya welatên rojava cil û bergên kurdî didin ji bîrkirin
13:12 Sala adlî bi darizandina akademîsyenan dest pê kir
12:48 Tê îdiakirin CNN Turkê dawî li karê Şîrîn Payzîn anî
12:35 Îstîxbarata OSO komên xwe yên li Efrînê hişyar kirin: YPG mezin dibe û tê
12:15 Polîsan bi ser mala xebatkarên Yenî Demokrasiyê de girt
12:14 Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel: Ne ji bo Idlibê em xwe ji bo Efrînê amade dikin
11:22 Qedexeya li Colemêrgê 15 roj din hat dirêjkirin
10:33 Li Hezexê bi hinceta rê, dixwazin baxçeyên malan xerab bikin
10:18 Banga ji bo rewşenbîran: Em li Dersimê bibin dilopek
09:44 Li ser rêya Hênê qeza: 2 kes mirin û kesek birîndar bû
09:26 Ocalan çend sal berê 'vegera pîşesaziya çandiniyê' kiribû
09:21 Qedexeya li Licê û Hênê hat rakirin
09:18 Nivîskar Aktaş: Ji bo çareserî neyê dîtin dîroka şaş hat nivîsandin
09:17 Endamên Meclîsa DBP'î ji ber ku li aqûbeta milyonek TL'yê winda pirsîn, şaredar gef li wan xwar
09:16 Meclîsê pêşniyaznameya ji bo lêkolînkirina îşkenceyên li girtîgehê îade kir
09:15 Rêveberê komeleyê ku ji bo alîkariyê çû Babê dest bi bazirganiyê kir
09:14 Girtiyê nexweş: Bila dev ji pêkanînên kêfî bê berdan
09:13 Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya
09:12 Gardiyan: Em ê te bikujin
09:12 Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê: Em nayên hesibandin
09:00 ROJEVA 5'Ê İLONA 2018'AN
04/09/2018
21:49 ATK’ê dîsa ji bo muayeneyê bangî rojnameger Duran kir
17:22 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Hatayê da
17:09 Ji DMME’yê biryara doza ‘KCK’
16:45 4 kesên di çalakiya Panahî de hatibûn binçavkirin hatin berdan