Xebatên zimanê kurdî yên serdema nû dest pê dikin 2018-09-07 10:15:29 AMED - Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku ziman stûna civakê ye û dê di serdema nû de hin berfirehtir xebatên ziman bi pêş ve bibin û bang li her kesî kir ku li her qada jiyanê bi kurdî biaxivin.  Zimanê kurdî bi hezar salan e li ser axa Mezopotamyayê hebûna xwe diparêze. Ji roja destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha di 95 salan de her tim zimanê kurdî tune hat hesibandin û axaftina zimanê bi milyonan kes hat qedexekirin. Tu demê wek zimanê netewekê nehat dîtin. Bi salan e li dadgehan zimanê kurdî wek “zimanê nayê zanîn” hat bikaranîn. Di çarçoveya piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a di 20’ê Tîrmeha 2016’an de Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatin weşandin di serî de Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînên Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û hemû sazî û dezgehên xebatên kurdî birêve dibirin hatin girtin û deriyê wan qefle kirin.    Her çiqas OHAL hat rakirin jî lê bes dîsa zextên li ser zimanê kurdî bi zêdeyî li her qada jiyanê dewam dikin.    BERÎ OHAL Û PIŞT RE JÎ REWŞ HEMAN E   Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanê Mezopotamyayê (MED-DER) di 17’ê kanûna 2017’an de hat avakirin û ji bo pêşveberina zimanê kurdî dersên kurdî dide. Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen têkildarî serdema nû ya xebatên ji bo zimanê kurdî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Esen diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê kurdî beriya OHAL’ê û pişt re neguheriye û slogan û propagandayên têkildarî zimanê kurdî tê terorîzekirin.    BANDORA KURDÎ-DER’Ê ZÊDE BÛ    Esen anî ziman ku ji roja KURDÎ-DER ava bû û heta roja hat girtin bi hezaran mirov têgihand û got: “KURDÎ-DER ji bo me xebatek zankoyî ango ademîk bû. Bi hezaran kes perwerde kir. Bi hezaran mamosteyê kurdî mezin kir. Ziman li pêş xist. Bi vê wesîleyê gellek kesan pirtîk, stran û helbest nivîsandin. Bandorek mezin a KURDÎ-DER’ê li ser civakê hebû.”    ‘DEWLET HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE’    Esen bi bîr xist ku dewletê pirtûk û televîzyonên kurdan girt û qedexe kir û got: “Ziman nirxê civakê ye. Dewletek wisa ye hebûna kurdan qebûl nake wê çawa zimanê kurdan nas bike.”    DAXWAZA CIWANAN HEYE KURDÎ HÎN BIBIN    Esen bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li dijî qedexe û girtinan û wiha dewam kir: “Dewletê KURDÎ-DER’ê girt, lê gel ji ya xwe ve nehat xwarê. Gel got ‘wan dibistanên me girtin, lê em ê kurdî fêr bibin.’ Îro jî li ser komeleya me, em perwerdehiya ziman didin. Qursên me hene. Daxwazek zêde ji bo pêşvebirina ziman heye. Nemaze jî nifşên nû ango ciwan bi eleqeyek mezin serî li qursa me didin.”    BANDORA DAYIK Û BAV   Esen bal kişand ser pişaftina dewletê ya li dijî kurdan û otoasîmîlasyonê û wiha got: “Ziman stûan civakê ye. Perwerde ji malbatê dest pê dike. Heta ku zarok dest bi dibistana xwe dikin. Heke malbat zarok di warê kurdî de hişmend bike û dayik û bav bi zarok re bi kurdî biaxive dê zarok zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin. Dema zarok hêj di malzarokê de ne jî li zimanê dayika xwe guhdar dikin û heta dengê stranan jî guhdar dikin. Lê dema îro em lê dinêrin zarok ji sedî 95 bi tirkî diaxivin. Pir hindik bi kurdî tê axaftin. Gelê kurd bi hişmend e, lê bes di mijara ziman de pir ne xwedî hişmendin. Divê em li her qada jiyana xwe bi kurdî biaxivin. Nifşên nû tên dinyayê lazim e bi kurdî bi wan re bê axaftin. Divê her kes bi kurdî biaxive, binivîsîne û bixwîne.”    PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKΠ   Esen da zanîn ku bi vekirina çend cihan re pirsgirêka ziman nayê çareserkirin û got: “Ziman dixin cihê teng û ji bo pêşketinê jî ne pêkan e. Gellek nirxên me yên pîroz bi me didin ji bîrkirin û me didin dûrkirin. Dixwazin naveroka zimanê me vala bikin. Di esasê xwe de dixwazin me bixapînin. Bi vekirina çend cihan re pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi milyonan zarokên kurd hene. Daxwaza me ew e zarokên kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin.”    ‘DI SERDEMA NÛ XEBATÊN BERFIREH HENE’    Esen destnîşan kir ku bi serdema nû re li ser zimanê kurdî xebatên wan hin berfireh hene û wiha got: “Wê di serdema nû de tenê ne kursên ziman hebin, di heman demê de wê di warê folklorê de jî xebatên me hebin. Wê plansazî û bernameyên me li gel aktîvîst xebat li ser ziman birêve dibin, nivîskar, rewşenbîr û zimanzanan hebin. Armanca me ew e em bi dehan polên dersan vebikin û kurdê fêrî bi hezaran kes bikin. Em hewl didin xwe hin bêtir bigîhînin kesan. Ji bo perwerdehiya kurdî qeydên me dest pê kirin e. Wê ders di navbera 15-20’ê îlonê dest pê bikin.”