ROJEVA 7'Ê İLONA 2018'AN

* Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku eger pêwendî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê danîn an jî muzakereyek bê çêkirin dê Tirkiye rihet bibe û got: "Hema tenê du hevokên ji Îmraliyê bên jî dê Tirkiyeyê rihet bike." Her wiha Ocalan destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdê ji destê kê çi tê divê bê kirin. 

* Gulseren Yolerî bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û diyar kir ku dê çalakî bênavber bidome. Xizma windayan Besna Tosûn jî got: "Qada Galatsarayê bîra vî welatî ye. Dê ev bîr tim zînde be." 
 
* Sekretera Giştî ya Forûma Tirkiyeyê ya PE'ayê Laura Batalla Adam, diyar kir ku ji ber Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê de bi awayekî neyînî tev digere, ji bo tevlîbûna muzakereyên YE'yê tu sinyalan nade. 
 
* Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe yên derve li Sûriyeyê bi ser neketiye. Gur, bilêv kir ku operasyona rejîma Sûriyeyê ya der barê Îdlibê de dê rê li ber şerekî herêmiyî veke. 
 
* Rojnameger Alî Ergîn Demirhan, diyar kir ku Rûsya bi hişmendiya "Tu dê dijminê xwe ji nêzîk ve bişopîne" bi Tirkiye re li ser masa Idlibê rûniştiye û wiha got: "Tirkiye naxwaze pirsgirêka Idlibê çareser bibe. Tirkiye dê di bîra ku bi destê xwe koleye werbibe. Dê bi belaya cîhatkaran re rû bi rû bimîne." 
 
* Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî winda dibin. 
 
* Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku ziman stûna civakê ye û dê di serdema nû de hin berfirehtir xebatên ziman bi pêş ve bibin û bang li her kesî kir ku li her qada jiyanê bi kurdî biaxivin. 
 
* Li dijî zextên li ser hûner, Şa Performan weke alternatîf hat avakirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, diyar kir ku di van şert û mercan de, ligel ku bi ekîbên mezin û bi dekorên biheybet nalîzin jî, bi biryarin ku şanoya bi Kurdi berdewam bikin. Ozel got kelûmelên wan tenê bedena wane. 
 
* Girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz, ligel ku rîska wî ya jiyanê heye, bi tena serê xwe 5 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin. Boz, diyar kir ku xwarina parêzê nadin wî û got: “Tenduristiya min nebaşe, pir zêde kîlo winda dikim û dema diçim revîrê jî, ji min re dibêjin ‘tiştekê te tuneye.’”  
 
* 12'emîn danişîna doza 45 rojnaemgerên kurd ên ji doza KCK'ê tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
 
* Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirne girtî ye û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sırri Sureyya Onder dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
 
* Baroya Amedê ji bo balê bikişîne ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, dê di hefteya 140'an de li pêş edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Jinên Rojnameger, bi armanca balê bikişîn ser danişîna doza rojnameger û edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin, ku hefteya li pêş bê dîtin, dê li Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û nepoxan bifirînin. (17.00) 

Sernavên din

08/09/2018
09:04 Li Rihayê palehiya fisteqan dest pê kir
09:04 Li Girtîgeha Xarpêtê Rewşa Awarte didome
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2018'AN
08:22 Li Aksarayê otobus qelibî: 6 kes mirin 39 kes birîndar bûn
07/09/2018
16:09 Beştaş: Bila Erdogan derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî bide
15:50 Ruhanî: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê
Putîn: Terorîst li Idlibê ne
Erdogan: Bila agirbest bê îlankirin
15:03 Dadgehê ceza li Demîrtaş û Onder birî
14:25 Qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê di rojeva Meclîsê deye
14:10 Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt
14:02 Li Mêrsinê serdegirtina malan
13:56 Kesê jêre gotin 'Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin' çotkarê 68 salî derket
13:55 Bîrdariya Mafê Mirovan a li Amedê hatiye dorpêçkirin
13:44 Çepnî: Li Dersimê sûcê qanûnî tê kirin
13:30 Rejîma Îran dê îşev Loqman û Zanyar Muradî darve bikin
13:24 MSD: Rûsya û Îran wê Tirkiyeyê tengav bike
13:05 HDP: Ji hewldanên xerakirina li Idlibê dûr bikevin
12:39 Li Girtîgeha Xarpêtê nivîsandin û kurdî jî qedexe ye!
12:27 Li Nexweşxaneya Nisêbînê neheqiya zayentîperest li jina penaber kirin
12:00 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê' hat taloqkirin
11:11 Dayikên Şemiyê dê bi wêneyên Kenan Bîlgîn li Qada Galatasarayê bin
11:08 Ondul: Tirkiye ji bo rakirina ambargoya DYA'yê nezî YE'ê dibe
10:54 Nivîskarê girtî 4 rojin di hucreya yek kesî deye
10:16 Dayîkên bi zarokên xwe yên girtî re hatin derpkirin, vegotin
10:15 Xebatên zimanê kurdî yên serdema nû dest pê dikin
10:11 'AKP dê li Idlibê di bîra kolayî de werbibe'
09:43 Malbatê piştî testa DNA'yê cenazeyê Vahide Çalkendir definkirin
09:42 Girtiyê nexweşê giran Boz: Pir zêde kîlo winda dikim
09:13 Li Rihayê dîrokek winda dibe!
09:12 Gur: Dê Îdlib rê li ber şerekî herêmî veke!
09:12 Sekretera YE' ya Tirkiyeyê: Di warê domandina muzakereyn de tu sinyal naxuyên
09:11 ‘Dê çalakiya Dayikên Şemiyê bênavber dewam bike'
09:10 Navendeke hunerê ya alternatîf: Şa Performans
09:09 'Tenê du hevokên li Îmraliyê dikare Tirkiyeyê rihet bike'
09:00 ROJEVA 7'Ê İLONA 2018'AN
06/09/2018
17:25 Hevserokên HDP’ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:36 Dayikên Şemiyê: Di hefteya 702’yemîn de em li Galatasarayê ne
16:27 Li ser bertekan qîra rijandin ser pira dîrokî hat rakirin
16:08 Cezayê pere li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
16:07 HDP’ê pirsgirêkên welatiyên astengdar bir Meclîsê
15:32 Dîwarekî ku dibe dengê kolanan
14:44 Beştaş: Li Girtîgeha Tarsûsê çima îşkenceyê li girtiyan dikin ?
14:11 Parêzeran bi Nobeta Edaletê dest bi sala edlî ya nû kirin
14:08 Li Îzmîrê 11 kes hatin binçavkirin
13:57 Rojnamegerên der barê Efrînê de wêne parve kirin hatin darizandin
13:56 10 hezar lîre ceza li rojnameger Fatîh Polat birîn
13:16 Paylan 6-7 Îlonê bir Meclîsê: Divê dewlet rû bi rû bibe
13:15 Danişîna TUHAD-FED û OHP'iyan hat taloqkirin
13:14 Destûr nedan malbat şîna kurê xwe Denîz dîne
12:32 Parêzerên Ocalan cara 785'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:25 ÎSÎG: Di tebaxê de herî kêm 180 karker mirin
11:46 'Xwe bi name û pirtûkan bigîhînin Fadil Şenyaşar’
11:38 Prof. Dr. Uzgel: Nezîkatiya Tirkiye-YE pragmatik e
10:57 Jınên Gomanê: Em ê tacîzkar li gundê xwe nehewînin
10:57 Şewata daristana Çiyayê Roj didome
10:36 Oremar: Îran Tirkiye û Rûsya dê bi hev bikevin
10:15 Li Heskîfê dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin
09:48 Tevî biryara heyetê înşaeta HES'a li Nemrutê didome
09:23 Noqkarên dildar: Pêdiviya me bi bota rizgarkirinê heye
09:22 Bulbul: Pîrozweriyên Dersimê gazî dikin
09:22 Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe
09:21 Hevdîtina girtî ya bi malbatê re 'fealiyetên rêxistinê' hesiban din
09:20 Beştaş: Astengkirina parlementeran derî hiqûqê ye
09:19 Ji bo girtiya ji sedî 86 astengdar dê serî li CPT'ê bidin
09:19 Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2018'AN
05/09/2018
19:58 Vê carê jî li Mazgirtê agir bi daristanê ket
17:06 Meclîsa Jinan a KESK’ê: Hevalên me berdin
16:46 3 cenaze hatin oxirkirin
16:25 Li Peyasê di serdegirtina malan de kesek hat binçavkirin
16:03 Baroya Mêrsînê çû serdan parêzeran
15:42 ‘Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin’
15:30 Derbarê Zarakolu de bultena sor hat derxistin
14:59 Temellî Sendîkaya Yol-Îş’ê ziyaret kir
14:14 Maçînê HDP’î: Divê hêzên demokratîk bên gel hev
13:46 Di meha Tebaxê 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin
13:23 Li Kurdistana Federal modaya welatên rojava cil û bergên kurdî didin ji bîrkirin
13:12 Sala adlî bi darizandina akademîsyenan dest pê kir
12:48 Tê îdiakirin CNN Turkê dawî li karê Şîrîn Payzîn anî
12:35 Îstîxbarata OSO komên xwe yên li Efrînê hişyar kirin: YPG mezin dibe û tê
12:15 Polîsan bi ser mala xebatkarên Yenî Demokrasiyê de girt
12:14 Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel: Ne ji bo Idlibê em xwe ji bo Efrînê amade dikin
11:22 Qedexeya li Colemêrgê 15 roj din hat dirêjkirin
10:33 Li Hezexê bi hinceta rê, dixwazin baxçeyên malan xerab bikin
10:18 Banga ji bo rewşenbîran: Em li Dersimê bibin dilopek
09:44 Li ser rêya Hênê qeza: 2 kes mirin û kesek birîndar bû
09:26 Ocalan çend sal berê 'vegera pîşesaziya çandiniyê' kiribû
09:21 Qedexeya li Licê û Hênê hat rakirin
09:18 Nivîskar Aktaş: Ji bo çareserî neyê dîtin dîroka şaş hat nivîsandin
09:17 Endamên Meclîsa DBP'î ji ber ku li aqûbeta milyonek TL'yê winda pirsîn, şaredar gef li wan xwar
09:16 Meclîsê pêşniyaznameya ji bo lêkolînkirina îşkenceyên li girtîgehê îade kir
09:15 Rêveberê komeleyê ku ji bo alîkariyê çû Babê dest bi bazirganiyê kir
09:14 Girtiyê nexweş: Bila dev ji pêkanînên kêfî bê berdan
09:13 Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya
09:12 Gardiyan: Em ê te bikujin
09:12 Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê: Em nayên hesibandin
09:00 ROJEVA 5'Ê İLONA 2018'AN
04/09/2018
21:49 ATK’ê dîsa ji bo muayeneyê bangî rojnameger Duran kir
17:22 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Hatayê da
17:09 Ji DMME’yê biryara doza ‘KCK’
16:45 4 kesên di çalakiya Panahî de hatibûn binçavkirin hatin berdan