ROJEVA 7'Ê İLONA 2018'AN 2018-09-07 09:00:05 * Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku eger pêwendî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê danîn an jî muzakereyek bê çêkirin dê Tirkiye rihet bibe û got: "Hema tenê du hevokên ji Îmraliyê bên jî dê Tirkiyeyê rihet bike." Her wiha Ocalan destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdê ji destê kê çi tê divê bê kirin.  * Gulseren Yolerî bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û diyar kir ku dê çalakî bênavber bidome. Xizma windayan Besna Tosûn jî got: "Qada Galatsarayê bîra vî welatî ye. Dê ev bîr tim zînde be."    * Sekretera Giştî ya Forûma Tirkiyeyê ya PE'ayê Laura Batalla Adam, diyar kir ku ji ber Tirkiye di warê demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê de bi awayekî neyînî tev digere, ji bo tevlîbûna muzakereyên YE'yê tu sinyalan nade.    * Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe yên derve li Sûriyeyê bi ser neketiye. Gur, bilêv kir ku operasyona rejîma Sûriyeyê ya der barê Îdlibê de dê rê li ber şerekî herêmiyî veke.    * Rojnameger Alî Ergîn Demirhan, diyar kir ku Rûsya bi hişmendiya "Tu dê dijminê xwe ji nêzîk ve bişopîne" bi Tirkiye re li ser masa Idlibê rûniştiye û wiha got: "Tirkiye naxwaze pirsgirêka Idlibê çareser bibe. Tirkiye dê di bîra ku bi destê xwe koleye werbibe. Dê bi belaya cîhatkaran re rû bi rû bimîne."    * Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî winda dibin.    * Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku ziman stûna civakê ye û dê di serdema nû de hin berfirehtir xebatên ziman bi pêş ve bibin û bang li her kesî kir ku li her qada jiyanê bi kurdî biaxivin.    * Li dijî zextên li ser hûner, Şa Performan weke alternatîf hat avakirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, diyar kir ku di van şert û mercan de, ligel ku bi ekîbên mezin û bi dekorên biheybet nalîzin jî, bi biryarin ku şanoya bi Kurdi berdewam bikin. Ozel got kelûmelên wan tenê bedena wane.    * Girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz, ligel ku rîska wî ya jiyanê heye, bi tena serê xwe 5 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin. Boz, diyar kir ku xwarina parêzê nadin wî û got: “Tenduristiya min nebaşe, pir zêde kîlo winda dikim û dema diçim revîrê jî, ji min re dibêjin ‘tiştekê te tuneye.’”     * 12'emîn danişîna doza 45 rojnaemgerên kurd ên ji doza KCK'ê tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirne girtî ye û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sırri Sureyya Onder dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Baroya Amedê ji bo balê bikişîne ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, dê di hefteya 140'an de li pêş edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Jinên Rojnameger, bi armanca balê bikişîn ser danişîna doza rojnameger û edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin, ku hefteya li pêş bê dîtin, dê li Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û nepoxan bifirînin. (17.00)