* Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê Halîl Tongûz, diyar kir ku astengdar herî zêde di qada gihandinê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Tongûz, got ew li kuçeyan û di siwarbûna wesayîtan de ditengijin.
* Necla Er, xwişka girtiyê nexweş Mehdî Boz got: "Dest xistine qirika Mehdî û gotine 'em ê te bikujin.' Dengê wî nebaş bû. Ji bo jiyana wî gumanên me hene."
* Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Îthalatvanê kaxezan Bîral Aydin, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin.
* Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku nexweşîna dil pê re heye û piştî cara dudoyan divê careke din emeliyat bibe, desteya tenduristiyê ku berê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû wî, niha raporeke berevajî vî daye wî. Kaya got: "Bila dev ji van pêkanînên kêfî berdin."
* Nûnerê ÎMKANDER ê Dîlokê ku derpêş kiribû, ew ji bo "alîkariya mirovî" li çûye El Bab'a ku TSK û komên girêdayî wê ji DAIŞ'ê girtin. Lê belê derket olê ku nûnerê ÎMKANDER'ê li El Babê dikana amûrên spî vekiriye û dest bi bazirganiyê kiriye.
* Pêşniyaznameya lêkolînê ya ku ji bo îdiayên der barê îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê berpêşî Meclîsê hatin kirin, bi hinceta îfadeyên wekî "îşkence û muameleya kirêt" tê de hene hat îadekirin.
* Nivîskarê pirtûka Îsyana Şêx Seîd ya Nîcanci Metin Aktaş, diyar kir ku ji bo civak li hev kom nebin û pirsgirêk çareser nebin hêzên desthilatdar dîroka şaş û derew nivîsandine.
* Civîna Amadekariya Hilbijartinên Herêmî, ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dînamîkên heremê, rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê dê îro jî li rojan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê bidome.
* Şaxa BES'ê ya Amedê dê têkildarî tundiya saziyên dewletê ya li ser endam û xebatkarên wan, li avahiya xwe bi daxuyaniyeke şermezar bikni. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bi armanca pirsgirekên karkerên înşaetê guhdar bike, dê Navenda Giştî ya Sendikaya Yol-Îşê ziyaret bike. (12:30)
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi boneya balê bikişîne ser zextên li ser girtiyan dê li Salona konferansê ya Sendîkaya Petrol Îşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Jinên Dêrsimî, bi armanca hewldanên tacîza li dijî jinan şermezar bikin dê li Gundê Goma ya Navçeya Mazgirtî ya Dersîmê daxunaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Meclîsa Jinan a girêdayî KESK'ê ya Stenbolê, ji bo Nursel Tanrıverdî û Selvi Polat bên berdan dê li 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)
* Komeleya Elewiyên Demokratîk a Dersimê, (DAD), dê li dijî şewatên daristanan li avahiya xwe daxuyaniye bidin çapemeniyê. (18.30)