ROJEVA 5'Ê İLONA 2018'AN 2018-09-05 09:00:10   * Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê Halîl Tongûz, diyar kir ku astengdar herî zêde di qada gihandinê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Tongûz, got ew li kuçeyan û di siwarbûna wesayîtan de ditengijin.    * Necla Er, xwişka girtiyê nexweş Mehdî Boz got: "Dest xistine qirika Mehdî û gotine 'em ê te bikujin.' Dengê wî nebaş bû. Ji bo jiyana wî gumanên me hene."    * Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Îthalatvanê kaxezan Bîral Aydin, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin.    * Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku nexweşîna dil pê re heye û piştî cara dudoyan divê careke din emeliyat bibe, desteya tenduristiyê ku berê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû wî, niha raporeke berevajî vî daye wî. Kaya got: "Bila dev ji van pêkanînên kêfî berdin."    * Nûnerê ÎMKANDER ê Dîlokê ku derpêş kiribû, ew ji bo "alîkariya mirovî" li çûye El Bab'a  ku TSK û komên girêdayî wê ji DAIŞ'ê girtin. Lê belê derket olê ku nûnerê ÎMKANDER'ê li El Babê dikana amûrên spî vekiriye û dest bi bazirganiyê kiriye.    * Pêşniyaznameya lêkolînê ya ku ji bo îdiayên der barê îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê berpêşî Meclîsê hatin kirin, bi hinceta îfadeyên wekî "îşkence û muameleya kirêt" tê de hene hat îadekirin.    * Nivîskarê pirtûka Îsyana Şêx Seîd ya Nîcanci Metin Aktaş, diyar kir ku ji bo civak li hev kom nebin û pirsgirêk çareser nebin hêzên desthilatdar dîroka şaş û derew nivîsandine.    * Civîna  Amadekariya Hilbijartinên Herêmî, ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dînamîkên heremê, rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê dê îro jî li rojan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê bidome.    * Şaxa BES'ê ya Amedê dê têkildarî tundiya saziyên dewletê ya li ser endam û xebatkarên wan, li avahiya xwe bi daxuyaniyeke şermezar bikni. (12.30)   *  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bi armanca pirsgirekên karkerên înşaetê guhdar bike, dê Navenda Giştî ya Sendikaya Yol-Îşê ziyaret bike. (12:30)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi boneya balê bikişîne ser zextên li ser girtiyan dê li Salona konferansê ya Sendîkaya Petrol Îşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Jinên Dêrsimî, bi armanca hewldanên tacîza li dijî jinan şermezar bikin dê li Gundê Goma ya Navçeya Mazgirtî ya Dersîmê daxunaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Meclîsa Jinan a girêdayî KESK'ê ya Stenbolê, ji bo Nursel Tanrıverdî û Selvi Polat bên berdan dê li 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)   * Komeleya Elewiyên Demokratîk a Dersimê, (DAD), dê li dijî şewatên daristanan li avahiya xwe daxuyaniye bidin çapemeniyê. (18.30)