COLEMÊRG - Li Şemzînanê ya Colemêrgê maşîna kirpî ya eskerî qulipî. Di qezayê de 2 esker mirin û 7 esker birîndar bûn.
Li Gundê Mavan ê Bajaroka Rubarokê ya Şemzînanê ya Colemêrgê maşîneya eskerî ya tîpa kirpî qulipî. Di qezayê de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan û 5 jê giran 7 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê.