Maşîna eskerî qulipî: 2 esker mirin, 7 esker birîndar bûn 2018-08-28 14:14:48   COLEMÊRG - Li Şemzînanê ya Colemêrgê maşîna kirpî ya eskerî qulipî. Di qezayê de 2 esker mirin û 7 esker birîndar bûn.    Li Gundê Mavan ê Bajaroka Rubarokê ya Şemzînanê ya Colemêrgê maşîneya eskerî ya tîpa kirpî qulipî. Di qezayê de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan û 5 jê giran 7 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê.