Ozugurlu: Îtîraza Tirkiye ya li Sûriye tenê kurd in

  • rojane
  • 09:10 28 Tebax 2018
  • |
img
STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, bal kişand ser niqaşên operasyonek eskerî ya pêkan û helwesta Tirkiye û diyar kir ku ji bilî rewşa kurdan tiştek Tirkiye eleqeder nake û wiha got: "Tenê fikara Tirkiye kurd in. Êdî tu derdê Tirkiye ku Esad tek bibin û li Mizgefta Emeviyan nibêj bikin tune ye. Tenê itîraza Tirkiye ya li Sûriye hebûna kurdan e." 
 
Di hefteya dawî de niqaşên li ser Idlibê zêde dibin. Bi taybetî piştî dîplomasiya di navbera Tirkiye, Rûsya  û Sûriyeyê de tê diyar kirin ku operasyonek pêkan dê li Idlibê bê kirin. Li ser rewşa dawî ya Idlibê û helwesta Tirkiye ya li herêmê Pisporê Rojhiata Navîn Musa Ozugurlu ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Musa Ozugurlu anî ziman ku piştî şerê ew qas sal ê li Sûriye piraniya axa Sûriye dîsa di bin kontrola artêşa Sûriye de ye û wiha got: "Rêxistinên wekî DAIŞ, EL Nusra û yên din hebûn. Gelek ji van rêxistinan li gelek warên Sûriye bi tevahî hatin paqijkirin. Gelek ji wan jî di nava demê de şandin Idlibê. Niha Idlib li dervê kontrola dewletê ye. Li herêma Iraqe ya Deyra Zor jî serdestiya DAIŞ'ê heye. Hêza Kurdan jî ji Firatê heta Bakurê Rojhilatê Sûriye heye. Ji bilî vê derê her der di bin kontrola Sûriye de ye." 
 
Ozugurlu, bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha axivî: "Li Idlibê gelek milîtan hene. Nêzî 50-60 hezar mîlîtan hene. Di nava vana de wekî El Nusra yên pir talûke jî heye. Hemû têkiliya wan bi El Kaide re hene. Xuya dibe ku dê li dijî vana operasyonek pir mezin pêk bê. Di nava vana de mîlîtanên elît ên li Sûriye hene. Tirkiye ji ber gelek fikarên xwe dê bertek nîşan bide. Hevdîtin û bazara di navbera Wezirê Tirkiye Çavuşoglu û Wezîrê Rûsya Lavrov de jî li ser vê yekê bû. Rusya hewl dane Tirkiye îkna bike. Dijberi vê yekê heye. Tirkiye naxwaze operasyon pêk bê. Ji ber ku ger Idlib têkeve bin kontrola Rêveberiya Sûriye, Sûriye dê Efrinê jî bi rêve bibe. Wê demê Tirkiye dê neçar bimîne ku ji Efrînê jî derkeve. Ev der qada serdestiya Sûriye ye. Ya duyemîn kurd dê dîsa vegerin ser axa xwe. Tirkiye rewşek wisa qebûl nake. Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Rojava û Şamê de dê li ser encama vê yekê diyarker be. Ger ku kurd û Şam li hev bikin, ji niha û şûnde dê kurd û Şam bi hevre tev bigerin. Rêveberiya Şame jî dê fikarên kurdan li ber çavan bigirin û gavan bavêjin. Wê demê li herêma Idlibê jî dibe ku Tirkiye û Şam bên hemberî hev. Di milê siyasî de rewşek wisa dê xuya bibe. 
 
Musa Ozugurlu, bal kişand ser komên çekdar ên li Idlibê û wiha lê zêde kir: "Ji bo Tirkiye gelek kom dostên Tirkiye ne. Bi taybeti em dikarin ji bo OSO  vê yekê bêjin. Di nava vana de komên Tirkmenan jî hene. Di milê mezhebî de komên derveyî Tirkiye jî hene. Tirkiye niha dixwaze li Sûriye bi riya van mîlîtanan sentesa Tirk-Îslam ava bike. Tirkiye dixwaze di rojên pêş de li ser axa Sûriye xwedî hêz û gotin be. Têkiliya Tirkiye ya bi van mîlîtanan re ev e. Di milê bîrdozî de mîlîtanên nêzî îktîdarê xwe nêzî Tirkiye hîs dikin. Wisa xuya dike ku têkiliya van kesan û Tirkiye dê di rojên pêş de jî bidome." 
 
Ozugurlu, bal kişand ser hevditina heyeta Tirkiye û Rûsya û wiha berdewam kir: "Di vê ziyaretê de milê kurd û milê Idlibê heye. Meseleya kurdan ji bo Tirkiye pir girîng e. Li Idlibê mîlîtanên biyanî hene. Heta niha nêzî 100-150 hezar mîlitan hatin kuştin. 40-50 hezar mîlîtanen din bên kuştin jî ne xeba Tirkiye ye. Gelek fikarên Tirkiye hene. Mijara kurd ji bo Tirkiye pir girîng e. Ji ber ku Tirkiye serkeftî û destkeftiyên kurdan ên li Sûriye ji bo xwe talûke dibîne. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ziyareta bi Rûsyayê re esasî li ser vê yekê dike. Çûyina Serokê MÎT'ê Hîkmet Fidan a Rûsya, dibe derbarê koma El Nusra ku her kes dixwaze wê tune dibe de xebatên îstixbarî hebin. Di operasyonen berê yên Rusya de disa Tirkiye îstixbarat dabu. Tirkiye dixwaze jestekê bike û li hemberî wê li dijî Kurdan li hev bikin. Di daxuyaniyên fermî de mijara kurd nayê xuyakirin." 
 
Ozogurlu, bal kişand ser rewşa Artêşa Sûriye û wiha pêde çû: "Dawiya dawî artêşa Sûriye dê bi ser bikeve. Ji ber ku piştgiriya Rûsya li vir heye. Çekên giran di destê Rûsya de hene. Em dikarin bêjin Artêşa Sûriye dê Idlibê bistîne. Lê ev çiqas bidome ne diyar e. Tirkiye, Erebîstana Siudî û Kadar êdî bi Suriye mijûl nabin. DYA, Îngîlîstan û Ewropa hişyariya çekên kîmyewî kir. Dime ku di salên pêş de ev ax dîsa bi tevahî têkeve destê xwediyê xwe. Yanî Idlib û herêmên bi operasyonên Mertalên Firat û Şaxa Zeytûnê ji Sûriye hatin stendin dê dîsa têkeve destê Sûriye. Kurdên ku ji ser axa xwe koç kirine dê dîsa vegerin ser axa xwe. Di vê pêvajoyê de kurd û Esad dê bi ser bikevin. 
 
Ozugurlu,  da zanin ku Tirkiye herî dawî rastiya Rojhilata Navîn dît û wiha bi dawî kir: "Li Rojhilata Navîn çanda berxwedanê heye. Tirkiye êdî ferq kir ku tiştekî li vir bi dest naxe. Dît ku her pê mijûl dibe bêtir zerarê dide wê. Niha tenê fikara Tirkiye destkeftiyên kurdan in. Ji xeynî destkeftiyên ku kurdan bi dest xistine tişteki din Tirkiye naxe nava fikaran. Tu armanca Tirkiye ku Esad têk bibe tune ye. Tu armanca wan a li Mizgefta Emevî nimêj bikin tune ye. Tenê fikara wan hebûna kurdan e. Ji ber vê yekê îtîraza Tirkiye li hemberî hebûn û destkeftiyên kurdan e. 
Lê êdî tu projeyên ku hebûna kurdan û vîna kurdan di navde tune be bi ser nakeve. Dema em li rastiya qade û sehayê dinerin, lihevkirina Kurdan û Şamê ya bê kêmasî ye. Ger ku kurd û Şam li hev bikin dê sinerjiyek mezin ava bikin. Vî şerî nişan da ku birdoziya ol çiqas zerarê dide mirovan. Dît ku çawa dikare dewletekê hilweşîne. Di nava hêzên laik de di heman demê de Kurd jî hene. Lê dê xweseriya demokratîk û siyasî ji Kurdan re qebûl bikin an nekin mirov nikare ji aliyê Rêveberiya Şamê ve texmîn bike. Heta niha min dît ku kurd di nava şer de her dem li gorî aqil tev geriya ne. Ji niha û şûnde jî texmina min wisa ye. Girîng e ku mafên nasname, çand, perwerde u hin mafên din ên ferbî bidin. Ger ku tişta kurd ji Şamê dixwazin, Şam bide kurdan, kurd jî dê bersîvek erênî bidin Şamê." 
 
MA / Necla Demir
 
 
 
 

Sernavên din

28/08/2018
16:28 Parêzerê bersûc: Bersûc Nemêr e
16:11 Çûyîna heyeta HDP’ê ya Pertekê jî hat astengkirin
14:14 Maşîna eskerî qulipî: 2 esker mirin, 7 esker birîndar bûn
13:48 Walî destûr neda Wekîlên HDP'ê beşdarî definkirina Koçer bibin
13:45 Heyeta HDP’ê li Dersimê dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:06 Demirtaş nehat berdan
13:03 HDP’ê bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Tuncelî Sonel da: Ne heddê te ye
12:31 Heyeta HDP'ê ji bo şewata daristanê hat Dersîmê
11:56 Hevserokê DBP'ê yê Sultangazî Îsmail Aktaş girtin
11:55 ‘Yên Dayikên Şemiyê îstîsmar dike dewlet bi xwe ye'
11:11 Li Kadîfekaleyê 3 meh in avê qût dikin
10:39 TEV-DEM'ê encamnameya 3. Kongreyê aşkere kir
10:20 Li Dersîmê herêma şewatê ji hewa de hat bombekirin
10:20 Pekoz: Di şer de jî hiqûqek wiha nîne
10:13 Jinên Amedî: Kirîza aborî bandonek neyînî li ser jiyanê dike
09:10 Ozugurlu: Îtîraza Tirkiye ya li Sûriye tenê kurd in
09:08 Malbata Ocak bersiva Soylû da: Herî zêde di doza Hasan ocak de delîl hene
09:06 Paylan behsa wê kêliyê kir: Em hemû neferên vê têkoşînê ne, em li dor hev bûn xelek
09:05 Apê Koçer, coş û morala girtîgehê bû
09:03 Perwerdekara KÎHEP'ê: Em ê bi perwerdekirinê têbikoşin
09:02 Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2018'AN
27/08/2018
23:58 Hunermend Pinar Aydinlar hat berdan
19:46 Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hevserokên xwe hilbijartin
18:07 Malbatê cenazeyê Koçer Ozdal ji ATK’ê girtin
17:24 Buldan ku parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê zûtirîn tecrîdê rakin
17:23 Piştî 3 salan nasnameya wê aşkere bû
17:10 6 endamên HPG’ê li goristana bêkesan hatin definkirin
16:45 Dayikan bersîv da Soylu: Mehmet Agar jî şîrîkê we ye
16:10 TGS: Divê bi lez çareseriyê ji kriza kaxizê re peyda bikin
15:17 Oluç ê HDP'î: Soylu kesê ku bavê wî yê axa berpirsiyarê windayên salên 90’î ye
14:49 Hevjîna Ozdal: Di mirinê de jî destê wî venekirin
13:59 Cenazeyê Ozdal anîn ATK'ê
13:50 Hevserokên HDP'ê parêzerên Ocalan ziyaret kirin
13:26 Starta mitînga aştiyê hat dayîn
13:15 Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya Dersîmê
13:05 Rêxistinên HDP'ê: Em vê êrîşê ji salên 90’î nas dikin
12:34 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo girtiyên jin rûniştin
12:32 Du xwişkên hev rastî îstîsmara cerdevan hatin
12:15 Li Enqereyê şerma mirovahiyê: Dest û piyê Ozdal kelepçekirîbû jiyana xwe ji dest da
11:33 Li Idlibê amadekariyên operasyonê didomin: Şer dê heta Cerablûsê belav bibe
11:15 Li Dersimê şewat belav dibe: Pezkovî ji herêmê direvin
10:03 Girtiyê nexweş Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da
09:45 'Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e'
09:45 ‘Şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve didome’
09:23 Akademîsyenên karê înşaetê dikin: Baş e me danezana aştiyê îmze kir
09:08 Eren: Divê şerm bikin lê şerm nemaye
09:07 Xizmên windayan: Erdogan wê rojê soz da me, îro polîsan dişîne ser me
09:07 'Em dê bi ruhê hefteya 700’emîn li heman cîhî bin'
09:05 Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin
09:05 Warê çand dîrok û gerê: Bajarê qedîm Dara
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN
26/08/2018
22:18 Ji bo Rojnameger Metîn Duran kampanya îmzeyan
22:11 HDP ji bo mudaxaleya şewata li Dersîmê bike dê heyetê bişîne
21:00 Li Çiyayê Cûdî piştî bombebaranê şewat derket
18:17 Ferhat Tunç: Ji bo vemirandina şewatê bi lez têkevin nava tevgerê
16:33 Tosun: Heta tecrîd neyê şikandin şertên aştiyê pêk nayê
15:11 Ji bo tefandina şewata li Dersimê bang
14:17 Li Amedê gel vexwendin mitînga 1’ê Îlonê
13:35 Hunermend: Hun nikarin têkoşîna dayikan bi tundiyê rawestînin
12:09 Li Dersimê bombebaran: Şewat ji nû ve derket
10:59 Ji bo şîna bavê xwe ji Fransayê hat, medyayê wî ‘rêveber’ nîşan da
10:50 Di 2011’an de dîtin di 2018’an de nedîtin
10:39 Rojnameger Metîn Duran ê astengdar 5 meh in li benda raporê ye
10:09 Masîde Ocak: 700 hefte borîn hêviyên me xelas nebû
09:08 'Bi salan e êdî peyv neman ku ez bêjim, lê têkoşîna min qet bi dawî nebû'
09:08 'Em ê di hefteya 701'emîn de li Galatasarayê bin'
09:07 Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin
09:06 'Teqawît jî di bin krîza aborî de man'
09:05 Kiran ê polîs sîxurî lê ferz kir serî li ÎHD'ê da
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN
25/08/2018
20:00 Kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:13 Yên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin tên berdan
17:10 Polîsan milê birîndarê Parka Geziyê Aydogan şikand
16:52 Li Efrînê 3 jin hatin revandin
16:03 Li Qada Galatasarayê herî kên 47 kes hatin binçavkirin
16:01 Xizmên windayan ên li Îzmîrê piştevaniyê dan Dayikên Şemiyê
15:25 Gelek navendan piştgirî dan çalakiya 700'emîn: Emê lêgerina windayan bidomînin
15:00 Piştî qedexeya du salan li Kolana Gulîstanê hatin cem hev
14:50 Cenazeyê Oruç ê li Dîcleyê xeniqî hat dîtin
14:34 Dayikên Şemiyê: Hefteya bê li cihê mayî emê çalakiya xwe bidomînin
14:34 Xizmên windayan ji Amedê silav şandin ji Dayikên Şemiyê re
13:56 Jiyana girtiyê nexweş Koçer Ozdal di xetereyê de ye
13:56 Mirovên Şemiyê tundiya polîsan şermezar kirin: Hesabên hûn bidin me heye
13:40 Buldan: Ez ê li qadê rûnêm
12:07 Dayikên Şemiyê ku Wezîrê Karên Hundir çalakî li wan qedexe kir: Ev qad awêneya we ye
11:28 Di maseya çareseriyê ya Sûriye de Idbil heye!
11:05 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Rusya: DYA, Îngîlîstan û Fransa amadekariya ji nûve lêdana Sûriye dikin
09:54 Koma Qasim Şaşo Nûçegîhanên Çira TV asteng kirin
09:42 Li Girtîgeha Kîlîsê gefa 'Em dê gule berdin te' li girtî xwarin
09:07 ‘Şano bi çewisandinan nayê girtin'
09:01 Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN
08:22 Dayikên Şemiyê îro di hefteya 700'î de kom dibin
24/08/2018
18:07 Leyla Bîrlîk hat berdan
16:26 Ji Pûtîn daxuyaniya Tirkiyeyê
16:12 Hunermendan got: Tu jî were deng bide Dayikên Şemiyê
14:10 NY'ê Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cenevreyê
13:46 Lavrov: Li Idlibê bi deh hezaran mîlîtan hene
Çavuşoglu: Li Idlibê çareseriya leşkerî dê felaketê bîne