Ozugurlu: Îtîraza Tirkiye ya li Sûriye tenê kurd in 2018-08-28 09:10:26   STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, bal kişand ser niqaşên operasyonek eskerî ya pêkan û helwesta Tirkiye û diyar kir ku ji bilî rewşa kurdan tiştek Tirkiye eleqeder nake û wiha got: "Tenê fikara Tirkiye kurd in. Êdî tu derdê Tirkiye ku Esad tek bibin û li Mizgefta Emeviyan nibêj bikin tune ye. Tenê itîraza Tirkiye ya li Sûriye hebûna kurdan e."    Di hefteya dawî de niqaşên li ser Idlibê zêde dibin. Bi taybetî piştî dîplomasiya di navbera Tirkiye, Rûsya  û Sûriyeyê de tê diyar kirin ku operasyonek pêkan dê li Idlibê bê kirin. Li ser rewşa dawî ya Idlibê û helwesta Tirkiye ya li herêmê Pisporê Rojhiata Navîn Musa Ozugurlu ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Musa Ozugurlu anî ziman ku piştî şerê ew qas sal ê li Sûriye piraniya axa Sûriye dîsa di bin kontrola artêşa Sûriye de ye û wiha got: "Rêxistinên wekî DAIŞ, EL Nusra û yên din hebûn. Gelek ji van rêxistinan li gelek warên Sûriye bi tevahî hatin paqijkirin. Gelek ji wan jî di nava demê de şandin Idlibê. Niha Idlib li dervê kontrola dewletê ye. Li herêma Iraqe ya Deyra Zor jî serdestiya DAIŞ'ê heye. Hêza Kurdan jî ji Firatê heta Bakurê Rojhilatê Sûriye heye. Ji bilî vê derê her der di bin kontrola Sûriye de ye."    Ozugurlu, bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha axivî: "Li Idlibê gelek milîtan hene. Nêzî 50-60 hezar mîlîtan hene. Di nava vana de wekî El Nusra yên pir talûke jî heye. Hemû têkiliya wan bi El Kaide re hene. Xuya dibe ku dê li dijî vana operasyonek pir mezin pêk bê. Di nava vana de mîlîtanên elît ên li Sûriye hene. Tirkiye ji ber gelek fikarên xwe dê bertek nîşan bide. Hevdîtin û bazara di navbera Wezirê Tirkiye Çavuşoglu û Wezîrê Rûsya Lavrov de jî li ser vê yekê bû. Rusya hewl dane Tirkiye îkna bike. Dijberi vê yekê heye. Tirkiye naxwaze operasyon pêk bê. Ji ber ku ger Idlib têkeve bin kontrola Rêveberiya Sûriye, Sûriye dê Efrinê jî bi rêve bibe. Wê demê Tirkiye dê neçar bimîne ku ji Efrînê jî derkeve. Ev der qada serdestiya Sûriye ye. Ya duyemîn kurd dê dîsa vegerin ser axa xwe. Tirkiye rewşek wisa qebûl nake. Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Rojava û Şamê de dê li ser encama vê yekê diyarker be. Ger ku kurd û Şam li hev bikin, ji niha û şûnde dê kurd û Şam bi hevre tev bigerin. Rêveberiya Şame jî dê fikarên kurdan li ber çavan bigirin û gavan bavêjin. Wê demê li herêma Idlibê jî dibe ku Tirkiye û Şam bên hemberî hev. Di milê siyasî de rewşek wisa dê xuya bibe.    Musa Ozugurlu, bal kişand ser komên çekdar ên li Idlibê û wiha lê zêde kir: "Ji bo Tirkiye gelek kom dostên Tirkiye ne. Bi taybeti em dikarin ji bo OSO  vê yekê bêjin. Di nava vana de komên Tirkmenan jî hene. Di milê mezhebî de komên derveyî Tirkiye jî hene. Tirkiye niha dixwaze li Sûriye bi riya van mîlîtanan sentesa Tirk-Îslam ava bike. Tirkiye dixwaze di rojên pêş de li ser axa Sûriye xwedî hêz û gotin be. Têkiliya Tirkiye ya bi van mîlîtanan re ev e. Di milê bîrdozî de mîlîtanên nêzî îktîdarê xwe nêzî Tirkiye hîs dikin. Wisa xuya dike ku têkiliya van kesan û Tirkiye dê di rojên pêş de jî bidome."    Ozugurlu, bal kişand ser hevditina heyeta Tirkiye û Rûsya û wiha berdewam kir: "Di vê ziyaretê de milê kurd û milê Idlibê heye. Meseleya kurdan ji bo Tirkiye pir girîng e. Li Idlibê mîlîtanên biyanî hene. Heta niha nêzî 100-150 hezar mîlitan hatin kuştin. 40-50 hezar mîlîtanen din bên kuştin jî ne xeba Tirkiye ye. Gelek fikarên Tirkiye hene. Mijara kurd ji bo Tirkiye pir girîng e. Ji ber ku Tirkiye serkeftî û destkeftiyên kurdan ên li Sûriye ji bo xwe talûke dibîne. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ziyareta bi Rûsyayê re esasî li ser vê yekê dike. Çûyina Serokê MÎT'ê Hîkmet Fidan a Rûsya, dibe derbarê koma El Nusra ku her kes dixwaze wê tune dibe de xebatên îstixbarî hebin. Di operasyonen berê yên Rusya de disa Tirkiye îstixbarat dabu. Tirkiye dixwaze jestekê bike û li hemberî wê li dijî Kurdan li hev bikin. Di daxuyaniyên fermî de mijara kurd nayê xuyakirin."    Ozogurlu, bal kişand ser rewşa Artêşa Sûriye û wiha pêde çû: "Dawiya dawî artêşa Sûriye dê bi ser bikeve. Ji ber ku piştgiriya Rûsya li vir heye. Çekên giran di destê Rûsya de hene. Em dikarin bêjin Artêşa Sûriye dê Idlibê bistîne. Lê ev çiqas bidome ne diyar e. Tirkiye, Erebîstana Siudî û Kadar êdî bi Suriye mijûl nabin. DYA, Îngîlîstan û Ewropa hişyariya çekên kîmyewî kir. Dime ku di salên pêş de ev ax dîsa bi tevahî têkeve destê xwediyê xwe. Yanî Idlib û herêmên bi operasyonên Mertalên Firat û Şaxa Zeytûnê ji Sûriye hatin stendin dê dîsa têkeve destê Sûriye. Kurdên ku ji ser axa xwe koç kirine dê dîsa vegerin ser axa xwe. Di vê pêvajoyê de kurd û Esad dê bi ser bikevin.    Ozugurlu,  da zanin ku Tirkiye herî dawî rastiya Rojhilata Navîn dît û wiha bi dawî kir: "Li Rojhilata Navîn çanda berxwedanê heye. Tirkiye êdî ferq kir ku tiştekî li vir bi dest naxe. Dît ku her pê mijûl dibe bêtir zerarê dide wê. Niha tenê fikara Tirkiye destkeftiyên kurdan in. Ji xeynî destkeftiyên ku kurdan bi dest xistine tişteki din Tirkiye naxe nava fikaran. Tu armanca Tirkiye ku Esad têk bibe tune ye. Tu armanca wan a li Mizgefta Emevî nimêj bikin tune ye. Tenê fikara wan hebûna kurdan e. Ji ber vê yekê îtîraza Tirkiye li hemberî hebûn û destkeftiyên kurdan e.  Lê êdî tu projeyên ku hebûna kurdan û vîna kurdan di navde tune be bi ser nakeve. Dema em li rastiya qade û sehayê dinerin, lihevkirina Kurdan û Şamê ya bê kêmasî ye. Ger ku kurd û Şam li hev bikin dê sinerjiyek mezin ava bikin. Vî şerî nişan da ku birdoziya ol çiqas zerarê dide mirovan. Dît ku çawa dikare dewletekê hilweşîne. Di nava hêzên laik de di heman demê de Kurd jî hene. Lê dê xweseriya demokratîk û siyasî ji Kurdan re qebûl bikin an nekin mirov nikare ji aliyê Rêveberiya Şamê ve texmîn bike. Heta niha min dît ku kurd di nava şer de her dem li gorî aqil tev geriya ne. Ji niha û şûnde jî texmina min wisa ye. Girîng e ku mafên nasname, çand, perwerde u hin mafên din ên ferbî bidin. Ger ku tişta kurd ji Şamê dixwazin, Şam bide kurdan, kurd jî dê bersîvek erênî bidin Şamê."    MA / Necla Demir