QAMIŞLO - Kongreya TEV-DEM‘ê ku li Bakurê Sûriyeyê pêk hat, Hevserokên xwe yên nû hilbijartin. Beşdaran ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso hilbijartin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi dirûşma "Bi civaka birêxistinkirî û azad serkeftin mîsoger dibe" kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo pêk anîn.
Piştî axaftinên beşdaran û nirxandinên xebatên tevgerê, ji bo hilbijartina hevserokên nû yên tevgerê dengdan pêk hat. Bi piraniya dengan, Zelal Ceger û Xerîb Hiso bûn hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê. Hevserokên TEV-DEM'ê yên berê Asya Abdullah û Aldar Xelîl erka xwe dewrî hevserokên nû kir.