'Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e'

  • rojane
  • 09:45 27 Tebax 2018
  • |
img
AMED - Parlementer û rêveberên HDP'ê, aktivîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Nûneran diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştî û azadiya gelê Rojhilata NAvîn e. 
 
HDP û rêxistinên demokratîk û sivîl de 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li qada Îstasyonê Mîtînga Aştiyê pêk bînin. Beriya mîtîngê li ser wate û girîngiya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Dayika Aştiyê Yildiz Damla, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Rêvebira HDP’ê Mehtap Metin nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bang li hemû beşên civakê kirin ku li qada Îstasyonê kom bibin û dengê aştiyê bilind bikin. 
 
Rêvebira HDP’ê Mehtap Metîn bal kişand ser girîngiya aştiya herêmê û cîhanê û wiha got: “1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Ji bo aştiyê xwedî wateyeke gerdûnîye. Em jî bi xwesteka aştiyê têkoşîna xwe dimeşînin. Li tevahiya cîhanê qeyranek heye. Şerê sêyemîn ê cîhanê bi awayekî bê deng tê meşandin. Eger ku li hemberê vê bêdengî bidome dê li cîhanê kaos mezintir bibe.”
 
“JI BO BERJEWENDIYÊN XWE PÊŞÎ LI AŞTIYÊ DIGRIN”
 
Metîn bi bîr xist ku hemû desthilatdar ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin pêşiya aştiyê digirin û wiha pê de çû: “Em li cîhanê hêviya jiyaneke bê şer dikin. Li hemû cîhanê desthilatdar ji bo ku xwe li ser pîyan bihêlin pêşiya aştiyê digirin. Divê li hemû cîhanê gel ji bo aştiyê dengê  xwe bikin yek û bi hev re bilind bikin. Encax bi yekîtiya jinan, rêxistinên civaka sivîl û hemû raya giştiya demokratîk dikare li pêşya desthilatdaran were sekinandin û rê li aştiyeke tevahî bê vekirin. Li pêşya me 1'ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê heye. Li qada Îstasyonê saet 16.00’an de em dibêjin bila her kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin û li qada mîtîngê bin.”
 
“WATEYA TECRÎDÊ GIRANKIRINA ŞER E”
 
Parlementera HDP a Amedê Remziye Tosûn jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wiha got: “Berî her tiştî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dibe. Wateya vê tecrîdê girankirina şer e. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi gelemperî li ser Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hemû beşên civakê ye. Xwezya me kuçeyên me tev kirine qadên şer, qadên tecrîdê. Qeyranên aborî bi rastiya şer ve girêdayi ne. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Ji bo vê bi şiyara “Aştî nayê tecrîdkirin” Emê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê li Qada Îstasyonê mîtînga aştiyê çêbin. Em hemû dayikên xwe, jinan, ciwanan, gelê xwe û hemû kesên aştîxwaz vedixwînin vê mîtîngê.”
 
“BILA HEMÛ DAYIK DESTÊ  AŞTIYÊ DIRÊJÎ HEV BIKIN”
 
Endama Dayikên Aştiyê Yildiz Damla jî anî ziman ku weke dayik tevî hemû zehmetiyên jiyaye jî her dem aştî xwestiye û ji hemû dayikan xwest ku destê aştiyê dirêj bikin û wiha got: “Ez wekî dayikekê diaxivim û dibêjim. Em hemû dayik dixwazin li cîhanê li welatê xwe û li Tirkiyê aştî çêbibe. Êdî bese! Bila dilê tu dayikan bes bişewite. Bila bes cenaze bikevin hindirê ti malan. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe nahêle ku li tu deveran aştî pêk were. Bila zarokên me nemirin. Bila leşker û polîs jî nemirin. Em bangî dayikên leşker û polîsan dikin bila destên xwe bidin me. Ên destên xwe bidin hev ji bo aştiyê, em bi hev re aştiyê bixwazin. Bila xwîn nerije. Em naxwazin li tu dera cîhanê şer hebe. Li ser Rêberê me tecrîd giran kirine. Ev tecrîdkirina me tevan e. Werin em tev bi drûşma “ aştî nayê tecrîdkirin” li qada Îstasyonê kom bibin û daxwaziyên xwe yên aştiyê bilind bikin.”
 
“EMÊ PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN”
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan  jî der barê 1'ê Îlonê de axivî û bi taybetî bal kişand tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û wiha got: "Heta pergala Îmraliyê neyê hilweşandin aştiyeke mayinde pêk nayê. Desthilatdarên cîhanê destpêkê banga şer dikin, hemû nirxên mirovahiyê talan dikin paşê ku neme li bejewendiyên wan tê dibêjin ka werin em aştiyê ava bikin. Aştî ne wiha ye. Divê berî talangeriyê li ser maseya aştiyê were rûniştin. Di şerê cîhanê ê 2’yemîn de 52 milyon mirov hatin kuştin. Bi milyonan jin rastî êrîşan hatin. Dewleta Tirk bi hişmendiya netew dewletê, bi hişmendiyeke nîjadperestî, zayendperestî êrîşî nirxên Kurdan, jinan û hemû cudatiyan dike û navê vê êrîşê jî dike pirsgirêkên navxweyî. Îro li herêmê û cîhanê şerê cîhanê ê 3’yemîn tê meşandin. Barê vê sedsalê ji bo aştiyê pir girane. Divê hemû cîhan xwe ji vî barî berpirsiya bibîne. Em weke tevgera jinên azad dibêjin em şer naxwazin, azadiyê dixwazin. Ev azadî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gengaz e. Heta Birêz Ocalan tecrîdkirî be azadî û aştî jî tecrîdkirî ye. Weke TJA em di serî de bagî jinan dikin, bangî hemû civakê dikin. Em dibêjin emê  pergala  Îmraliyê hilweşînin, bi şiyara “ Aştî nayê tecrîdkirin” Saet di 16. 00'ê 1'ê Îlonê de hemû kesî  dawetî qada Îstasyonê ya mitînga aştiyê dikin.”
 
 
 

Sernavên din

28/08/2018
16:28 Parêzerê bersûc: Bersûc Nemêr e
16:11 Çûyîna heyeta HDP’ê ya Pertekê jî hat astengkirin
14:14 Maşîna eskerî qulipî: 2 esker mirin, 7 esker birîndar bûn
13:48 Walî destûr neda Wekîlên HDP'ê beşdarî definkirina Koçer bibin
13:45 Heyeta HDP’ê li Dersimê dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:06 Demirtaş nehat berdan
13:03 HDP’ê bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Tuncelî Sonel da: Ne heddê te ye
12:31 Heyeta HDP'ê ji bo şewata daristanê hat Dersîmê
11:56 Hevserokê DBP'ê yê Sultangazî Îsmail Aktaş girtin
11:55 ‘Yên Dayikên Şemiyê îstîsmar dike dewlet bi xwe ye'
11:11 Li Kadîfekaleyê 3 meh in avê qût dikin
10:39 TEV-DEM'ê encamnameya 3. Kongreyê aşkere kir
10:20 Li Dersîmê herêma şewatê ji hewa de hat bombekirin
10:20 Pekoz: Di şer de jî hiqûqek wiha nîne
10:13 Jinên Amedî: Kirîza aborî bandonek neyînî li ser jiyanê dike
09:10 Ozugurlu: Îtîraza Tirkiye ya li Sûriye tenê kurd in
09:08 Malbata Ocak bersiva Soylû da: Herî zêde di doza Hasan ocak de delîl hene
09:06 Paylan behsa wê kêliyê kir: Em hemû neferên vê têkoşînê ne, em li dor hev bûn xelek
09:05 Apê Koçer, coş û morala girtîgehê bû
09:03 Perwerdekara KÎHEP'ê: Em ê bi perwerdekirinê têbikoşin
09:02 Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2018'AN
27/08/2018
23:58 Hunermend Pinar Aydinlar hat berdan
19:46 Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hevserokên xwe hilbijartin
18:07 Malbatê cenazeyê Koçer Ozdal ji ATK’ê girtin
17:24 Buldan ku parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê zûtirîn tecrîdê rakin
17:23 Piştî 3 salan nasnameya wê aşkere bû
17:10 6 endamên HPG’ê li goristana bêkesan hatin definkirin
16:45 Dayikan bersîv da Soylu: Mehmet Agar jî şîrîkê we ye
16:10 TGS: Divê bi lez çareseriyê ji kriza kaxizê re peyda bikin
15:17 Oluç ê HDP'î: Soylu kesê ku bavê wî yê axa berpirsiyarê windayên salên 90’î ye
14:49 Hevjîna Ozdal: Di mirinê de jî destê wî venekirin
13:59 Cenazeyê Ozdal anîn ATK'ê
13:50 Hevserokên HDP'ê parêzerên Ocalan ziyaret kirin
13:26 Starta mitînga aştiyê hat dayîn
13:15 Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya Dersîmê
13:05 Rêxistinên HDP'ê: Em vê êrîşê ji salên 90’î nas dikin
12:34 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo girtiyên jin rûniştin
12:32 Du xwişkên hev rastî îstîsmara cerdevan hatin
12:15 Li Enqereyê şerma mirovahiyê: Dest û piyê Ozdal kelepçekirîbû jiyana xwe ji dest da
11:33 Li Idlibê amadekariyên operasyonê didomin: Şer dê heta Cerablûsê belav bibe
11:15 Li Dersimê şewat belav dibe: Pezkovî ji herêmê direvin
10:03 Girtiyê nexweş Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da
09:45 'Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e'
09:45 ‘Şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve didome’
09:23 Akademîsyenên karê înşaetê dikin: Baş e me danezana aştiyê îmze kir
09:08 Eren: Divê şerm bikin lê şerm nemaye
09:07 Xizmên windayan: Erdogan wê rojê soz da me, îro polîsan dişîne ser me
09:07 'Em dê bi ruhê hefteya 700’emîn li heman cîhî bin'
09:05 Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin
09:05 Warê çand dîrok û gerê: Bajarê qedîm Dara
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN
26/08/2018
22:18 Ji bo Rojnameger Metîn Duran kampanya îmzeyan
22:11 HDP ji bo mudaxaleya şewata li Dersîmê bike dê heyetê bişîne
21:00 Li Çiyayê Cûdî piştî bombebaranê şewat derket
18:17 Ferhat Tunç: Ji bo vemirandina şewatê bi lez têkevin nava tevgerê
16:33 Tosun: Heta tecrîd neyê şikandin şertên aştiyê pêk nayê
15:11 Ji bo tefandina şewata li Dersimê bang
14:17 Li Amedê gel vexwendin mitînga 1’ê Îlonê
13:35 Hunermend: Hun nikarin têkoşîna dayikan bi tundiyê rawestînin
12:09 Li Dersimê bombebaran: Şewat ji nû ve derket
10:59 Ji bo şîna bavê xwe ji Fransayê hat, medyayê wî ‘rêveber’ nîşan da
10:50 Di 2011’an de dîtin di 2018’an de nedîtin
10:39 Rojnameger Metîn Duran ê astengdar 5 meh in li benda raporê ye
10:09 Masîde Ocak: 700 hefte borîn hêviyên me xelas nebû
09:08 'Bi salan e êdî peyv neman ku ez bêjim, lê têkoşîna min qet bi dawî nebû'
09:08 'Em ê di hefteya 701'emîn de li Galatasarayê bin'
09:07 Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin
09:06 'Teqawît jî di bin krîza aborî de man'
09:05 Kiran ê polîs sîxurî lê ferz kir serî li ÎHD'ê da
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN
25/08/2018
20:00 Kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:13 Yên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin tên berdan
17:10 Polîsan milê birîndarê Parka Geziyê Aydogan şikand
16:52 Li Efrînê 3 jin hatin revandin
16:03 Li Qada Galatasarayê herî kên 47 kes hatin binçavkirin
16:01 Xizmên windayan ên li Îzmîrê piştevaniyê dan Dayikên Şemiyê
15:25 Gelek navendan piştgirî dan çalakiya 700'emîn: Emê lêgerina windayan bidomînin
15:00 Piştî qedexeya du salan li Kolana Gulîstanê hatin cem hev
14:50 Cenazeyê Oruç ê li Dîcleyê xeniqî hat dîtin
14:34 Dayikên Şemiyê: Hefteya bê li cihê mayî emê çalakiya xwe bidomînin
14:34 Xizmên windayan ji Amedê silav şandin ji Dayikên Şemiyê re
13:56 Jiyana girtiyê nexweş Koçer Ozdal di xetereyê de ye
13:56 Mirovên Şemiyê tundiya polîsan şermezar kirin: Hesabên hûn bidin me heye
13:40 Buldan: Ez ê li qadê rûnêm
12:07 Dayikên Şemiyê ku Wezîrê Karên Hundir çalakî li wan qedexe kir: Ev qad awêneya we ye
11:28 Di maseya çareseriyê ya Sûriye de Idbil heye!
11:05 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Rusya: DYA, Îngîlîstan û Fransa amadekariya ji nûve lêdana Sûriye dikin
09:54 Koma Qasim Şaşo Nûçegîhanên Çira TV asteng kirin
09:42 Li Girtîgeha Kîlîsê gefa 'Em dê gule berdin te' li girtî xwarin
09:07 ‘Şano bi çewisandinan nayê girtin'
09:01 Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN
08:22 Dayikên Şemiyê îro di hefteya 700'î de kom dibin
24/08/2018
18:07 Leyla Bîrlîk hat berdan
16:26 Ji Pûtîn daxuyaniya Tirkiyeyê
16:12 Hunermendan got: Tu jî were deng bide Dayikên Şemiyê
14:10 NY'ê Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cenevreyê
13:46 Lavrov: Li Idlibê bi deh hezaran mîlîtan hene
Çavuşoglu: Li Idlibê çareseriya leşkerî dê felaketê bîne