'Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e' 2018-08-27 09:45:40   AMED - Parlementer û rêveberên HDP'ê, aktivîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Nûneran diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştî û azadiya gelê Rojhilata NAvîn e.    HDP û rêxistinên demokratîk û sivîl de 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li qada Îstasyonê Mîtînga Aştiyê pêk bînin. Beriya mîtîngê li ser wate û girîngiya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Dayika Aştiyê Yildiz Damla, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Rêvebira HDP’ê Mehtap Metin nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bang li hemû beşên civakê kirin ku li qada Îstasyonê kom bibin û dengê aştiyê bilind bikin.    Rêvebira HDP’ê Mehtap Metîn bal kişand ser girîngiya aştiya herêmê û cîhanê û wiha got: “1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Ji bo aştiyê xwedî wateyeke gerdûnîye. Em jî bi xwesteka aştiyê têkoşîna xwe dimeşînin. Li tevahiya cîhanê qeyranek heye. Şerê sêyemîn ê cîhanê bi awayekî bê deng tê meşandin. Eger ku li hemberê vê bêdengî bidome dê li cîhanê kaos mezintir bibe.”   “JI BO BERJEWENDIYÊN XWE PÊŞÎ LI AŞTIYÊ DIGRIN”   Metîn bi bîr xist ku hemû desthilatdar ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin pêşiya aştiyê digirin û wiha pê de çû: “Em li cîhanê hêviya jiyaneke bê şer dikin. Li hemû cîhanê desthilatdar ji bo ku xwe li ser pîyan bihêlin pêşiya aştiyê digirin. Divê li hemû cîhanê gel ji bo aştiyê dengê  xwe bikin yek û bi hev re bilind bikin. Encax bi yekîtiya jinan, rêxistinên civaka sivîl û hemû raya giştiya demokratîk dikare li pêşya desthilatdaran were sekinandin û rê li aştiyeke tevahî bê vekirin. Li pêşya me 1'ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê heye. Li qada Îstasyonê saet 16.00’an de em dibêjin bila her kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin û li qada mîtîngê bin.”   “WATEYA TECRÎDÊ GIRANKIRINA ŞER E”   Parlementera HDP a Amedê Remziye Tosûn jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wiha got: “Berî her tiştî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dibe. Wateya vê tecrîdê girankirina şer e. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi gelemperî li ser Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hemû beşên civakê ye. Xwezya me kuçeyên me tev kirine qadên şer, qadên tecrîdê. Qeyranên aborî bi rastiya şer ve girêdayi ne. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Ji bo vê bi şiyara “Aştî nayê tecrîdkirin” Emê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê li Qada Îstasyonê mîtînga aştiyê çêbin. Em hemû dayikên xwe, jinan, ciwanan, gelê xwe û hemû kesên aştîxwaz vedixwînin vê mîtîngê.”   “BILA HEMÛ DAYIK DESTÊ  AŞTIYÊ DIRÊJÎ HEV BIKIN”   Endama Dayikên Aştiyê Yildiz Damla jî anî ziman ku weke dayik tevî hemû zehmetiyên jiyaye jî her dem aştî xwestiye û ji hemû dayikan xwest ku destê aştiyê dirêj bikin û wiha got: “Ez wekî dayikekê diaxivim û dibêjim. Em hemû dayik dixwazin li cîhanê li welatê xwe û li Tirkiyê aştî çêbibe. Êdî bese! Bila dilê tu dayikan bes bişewite. Bila bes cenaze bikevin hindirê ti malan. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe nahêle ku li tu deveran aştî pêk were. Bila zarokên me nemirin. Bila leşker û polîs jî nemirin. Em bangî dayikên leşker û polîsan dikin bila destên xwe bidin me. Ên destên xwe bidin hev ji bo aştiyê, em bi hev re aştiyê bixwazin. Bila xwîn nerije. Em naxwazin li tu dera cîhanê şer hebe. Li ser Rêberê me tecrîd giran kirine. Ev tecrîdkirina me tevan e. Werin em tev bi drûşma “ aştî nayê tecrîdkirin” li qada Îstasyonê kom bibin û daxwaziyên xwe yên aştiyê bilind bikin.”   “EMÊ PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN”   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan  jî der barê 1'ê Îlonê de axivî û bi taybetî bal kişand tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û wiha got: "Heta pergala Îmraliyê neyê hilweşandin aştiyeke mayinde pêk nayê. Desthilatdarên cîhanê destpêkê banga şer dikin, hemû nirxên mirovahiyê talan dikin paşê ku neme li bejewendiyên wan tê dibêjin ka werin em aştiyê ava bikin. Aştî ne wiha ye. Divê berî talangeriyê li ser maseya aştiyê were rûniştin. Di şerê cîhanê ê 2’yemîn de 52 milyon mirov hatin kuştin. Bi milyonan jin rastî êrîşan hatin. Dewleta Tirk bi hişmendiya netew dewletê, bi hişmendiyeke nîjadperestî, zayendperestî êrîşî nirxên Kurdan, jinan û hemû cudatiyan dike û navê vê êrîşê jî dike pirsgirêkên navxweyî. Îro li herêmê û cîhanê şerê cîhanê ê 3’yemîn tê meşandin. Barê vê sedsalê ji bo aştiyê pir girane. Divê hemû cîhan xwe ji vî barî berpirsiya bibîne. Em weke tevgera jinên azad dibêjin em şer naxwazin, azadiyê dixwazin. Ev azadî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gengaz e. Heta Birêz Ocalan tecrîdkirî be azadî û aştî jî tecrîdkirî ye. Weke TJA em di serî de bagî jinan dikin, bangî hemû civakê dikin. Em dibêjin emê  pergala  Îmraliyê hilweşînin, bi şiyara “ Aştî nayê tecrîdkirin” Saet di 16. 00'ê 1'ê Îlonê de hemû kesî  dawetî qada Îstasyonê ya mitînga aştiyê dikin.”