Di hefteya 700'emîn de dê ji dayik heta neviyan aqûbeta 3 nifşan bipirsin

  • rojane
  • 12:53 24 Tebax 2018
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê dê 25'ê Tebaxê di hefteya 700'emîn de çalakiyaxwe berdewam bikin. Malbat di çalakiyê de ji dayik heta nevîyan dê aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Dayikan banga "Xwedî derketina Dayikên Şemiyê xwedî derketina wîcdan e" kirin û xwestin her kes tev li çalakiyê bibin. 
 
Dayikên Şemiyê 23 salin di bin baran û berfê de, di bin germa û sermayê de li gel hemû astengî û zextan çalakiyên xwe yên ji bo windayan berdewam kirin. Dayik dê 25'ê Tebaxê roja Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 700'emîn de çalakiyaxwe berdewam bikin. Malbat di çalakiyê de ji dayik heta nevîyan dê aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Dayikan banga "Xwedî derketina Dayikên Şemiyê xwedî derketina wîcdan e" kirin û xwestin her kes tev li çalakiyê bibin.  
 
Dayiken Şemiyê dê vê hefteyê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ku di heman demê de Dayika Aştiyê ye, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û demokratîk, çaakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Dayik dê ji dayikan heta neviyên ku hatine windakirin aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Jiber vê yekê dê di vê çalakiyê de nivî, dayik, zarok tev li çalakiyê bibin û axaftinan bikin. 
 
EM LI PEY DAXWAZÊN XWE NE
 
Li navçeya Avcilar a Stenbolê Fehmî Tosun li ber mala xwe di 19'ê Cotmeha 1995'an de ji aliyê kesên di destê wan de çek û bêtêl hebûn hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin. Hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun, diyar kir ku wan tu carî dest ji daxwazên xwe bernedaye û wiha got: "Li vî welatî wekî ku tu carî edalet pêk nehat û edalet pêş neket, em jî wisa tu carî ji daxwazên xwe venegeriyan. Em li pey daxwazên xwe ne. Di roja ewil de çawa me daxwazên windayan kir, di hefteya 700’an de jî daxwazên me nehatin guhertin. Daxwazên me pir zelal in. Heta niha dewlet û hikûmetê tu gav neavêtin. Em sibê bimirin jî dê zarok û neviyên me hesabê vê yekê bipirsin. 
 
WINDAYEK BIMÎNE JÎ EM DÊ LI QADAN BIN
 
Tosun, anî ziman ku 23 salin li kolanan in û tenê windayek jî aqûbeta wî neyê zelalkirin dê li kolanan bin. Tosun, anî ziman ku di salên 90’an de rastî êrîşên bi bombeyên gazê hatin û wiha got: "Em rastî êrîşên bi gazê û copan hatin. Lê wan dar û copan wîcdanê min rehet dikir. Ji ber ku me wê demê dît çiqas mirov dihatin windakirin û çi li wa dihat kirin. Me bi wê lêdanê rê li pêş windayan girt. Wê demê pir mirov dihatin windakirin. Her çend heta niha ji bo windayan tiştek nehatibe kirin jî, bi xêra têkoşîna Dayikên Şemiyê windabûna mirovan rawestiya. Kesên mirov winda dikirin dest ji windakirina mirovan berdan. Ji bo me hemû winda yek in. Em cîhanek bê winda dixwazin. Em dixwazin demek berî demekê wan arşivê veşartî vekin. Em digozin gora zarokê xwe fêr bibin. Het yek kes winda be jî tekoşîna me dê bidome." 
 
EM HEMÛ KESÊN XWEDÎ WÎCDAN DAWET DIKIN
 
Tosun, destnîşan kir ku dayikên Şemiyê 700 hefte ye li qadan e û wiha bang kir: "Em dixwazin hemû kesên bi wîjdan li qadê bin. Hemû kesên xwedî wîcdan em dixwazin sibê li Qada Galatasarayê bin. Bila destê xwe bidin destê dayikên Şemiyê. Bila li cem me cihê xwe bigirin. Em dixwazin sibê her kes li Qada Galatasarayê bin. 
 
'EM Ê DI HEFTEYA 700'ENÎN DE BANG LI DEWLETÊ BIKIN' 
 
Keça Fehmi Tosun Besna Tosun jî diyar kir ku dê sibê di hefteya 700'emîn de carek din bang li dewletê bikin û wiha got: "Em dixwazin pergala ku bêceazkirin û bêedaletiyê ava dike hemû zagonên wê yên bi kok bên guhertin. Bila sûcê windakirina bi zorê wekî "Sûcê Mirovahiyê" di Zagona Ceza ya Tirk de cihê xwe bigire. Bila dewlet aqûbeta windayên me aşkere bike. Em dixwazin li gorî zagon û hiqûqa gerdûnî lêpirsîn û darizandin bê kirin. Em bang li civakê jî dikin ku êdî bê edaletiyê qebûl nekin û tiştekî asayî nebînin. Ev yek şerm e. Em dibêjin fêr nebe û bêdeng nebe. Ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin ji bo heq, hiqûq û rûmeta mirovan, li têkoşîna Dayikên Şemiyê xwedî derkevin. Xwedîderketina li Dayikên Şemiyê, xwedîderketina li mirovahiyê ye." 
 
'HEMÛ KESÊN DIBÊJIN EZ MIROVIM DIVÊ TEV LI ÇALAKIYÊ BIBIN'
 
Dayika nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993’an de hat kuştin, Zubeyde Tepe jî xwest hemû kesên dibêjin ez mirovim divê di hefteya 700'an de piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê û tevli çalakiya Qada Galatasarayê bibin. Tepe, anî ziman ku heta heq û edalet cihê xwe bibîne dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
'EM WINDAYÊN XWE DIXWAZIN' 
 
Hevjîna Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993’an de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê hat revandin û windakirin Sultan Taşkaya ji wina got: "Dewlet dizane winda li kune. Em windayên xwe dixwazin. Em dixwazin her kes tev li can çalakiyan bibin. Ji malbata me jî dê 20 kes tev li vê çalakiyê bibe." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/08/2018
13:45 Xwestin sibê her kes berê xwe bide Qada Galatasarayê
12:53 Di hefteya 700'emîn de dê ji dayik heta neviyan aqûbeta 3 nifşan bipirsin
11:48 Banga xizmên windayan: Hildin wêneyan û em biçin Kolana Gulîstanê
11:36 Ji malbatekê 5 qes bûn qurbanê trafîkê
11:25 Akar û Fîdan ji nûve diçin Moskova
11:00 Germero bi xwezaya xwe ya bêhempa mêvanê xwe pêşwazî dike
10:23 Parêzera malbata Şenyaşar: Cihê erka dozgerê dosyayê guhertin
09:17 Seyfetîn: Armanca Saziya Malbatên Endamên QSD`ê bibe pir e
09:14 'Li Dersimê şidet li xwezayê tê kirin!'
09:13 Jinan dest bê çêkirina bastêqa hejîran kir
09:12 Buldan bang li tevlêbûna çalakiya hefteya 700’î kir: Qîrîna dayikan qîrîna her kesî ye
09:11 Karkerên Afgan û Kurd: Em di şertên zor û zahmet de kar dikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2018'AN
08:15 Parlamentera HDP'ê ya Berê Leyla Bîrlîk hat binçavkirin
23/08/2018
18:51 'Ka Roboskî doza hemû kurdan bû? '
16:59 Temellî: Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe bila bi Ocalan re hevditin bê kirin
15:50 Kedkarên cemaweriyê xwestin hevalên wan bên berdan
13:54 Li Parîsê 2 kes hatin kuştin
13:34 Çandiniya pembo di nava 15 salan de ji sedî 30 kêm bû
12:46 Welatiyên Bradostê: Tirkiye qada jiyanê tune dike
11:38 Temellî malbata Adsan ziyaret kir
11:34 Şewata daristanên li Dersimê kirin bin kontrolê
10:48 Jinên kurd di konferansa navneteweyî de kom dibin
09:57 Karkerê înşaetê Tahsîn Bilmez ji qatê 7'an ket û mir
09:17 Dildarên xwezayê: Qîrîna civîkan ji guhê me dernakeve
09:16 Aydeniz: Tiştên li Dersimê diqewimin berdewama polîtîkayên şewitandina gundan e
09:15 Esnafê Emînonuyê: Herkes perîşan bûye
09:14 Keskin: Di windakirina binçavan de demborî nepêkan e
09:13 'Penaberî rîska îstismarkirinê zêdetir dike'
09:01 Şikeftên Hasûnî bûye warê gencînegeran
09:00 Girtîgeha Amedê Kurdî 'zimanê nayê zanîn' pênase kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2018'AN
22/08/2018
16:33 HDP'ê bi gel re cejn pîroz kir
15:27 Aynûr Dogan ji bo Dersîmê peyam weşand: Tu bi şewitî ezê bibim xwelî
15:18 Temellî malbata Şenyaşar ziyaret kir: Nikarin ser bûyerê veşêrin
15:00 Parêzerê malbatên Aladag: Yek ji berpirsên herî girîng xelat kirin
14:54 Li Şirnexê 2 jê zarok 4 koçer hatin girtin
14:21 Ji girtiyên siyasî peyama cejnê: Tu dûrbûn nikarin me ji hev qut bikin
14:16 Tûnç: Erol ê CHP'yî bûye berdevkê AKP'ê yê li Dersimê
14:09 Temellî: Rêya aştiyê di vemirandina şewatan re derbas dibe
13:01 Yekîtiya Ekolojî: Li welatê ku her der bûbe agir cejn nabe
12:52 Li HDP’ê pîrozbahiya cejnê: Bila bibe wesîleya aştiyê
12:38 HDP dê li Amedê mîtînga aştiyê pêk bîne
12:20 Kilamên di dilê xwe de nesitrîn û çû
11:57 Bertekên li dijî Tîmes a ji bo Nadîa Mûrad got "Koleya seksê" zêde bûn
11:15 Cenazeyê Dîlek Adsan defin kirin
10:54 Rosoboronexport: Rûsya dê S400'an di 2019'an de teslîmî Tirkiye bike
10:07 Jinên Dildar li Dersîmê bang kirin: Ew bişewitînîn jî emê dîsa jîn bikin
10:05 Ne nezaretxaneye, cihê ajankirinê ye!
09:12 Piştî AVM û Cafe vebûn, çanda gel ket cafeyan
09:09 'Êzîdiyên koçber, dibe ku dîsa rastî komkujiyê bên'
09:08 Ji karkerên demsalî re avê jî dikin minet
09:06 DEDEF: Yên bêdeng dimînin yên dixwazin li Dersîmê bendavê ava bikin in
09:03 Temenê wê li Qada Galatasarayê bi lêgerînê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2018'AN
08:00 Li Gîresunê eskerek hat kuştin
21/08/2018
21:57 Siyasetmedarên kurd li herêma şewatê ne: Dixwazin li Dersîmê jiyanê tune bikin
17:06 16 roj in Daristanên Dersîmê dişewite
15:51 Dengbêj Gazin jiyana xwe ji dest da
15:14 Endama KCD'ê Dîlek Adsan jiyana xwe ji dest da
14:45 Rengê poşetan guherîn, lê kevneşopî neguheriye
13:07 Li Pulurê qezaya trafîkê: 2 jê giran 6 kes birîndar bûn
12:41 Di cejnê de jî kar dikin: Ez ne biçûk mi jiyan pir mezin e
12:33 Jeneratora bendava avdanê teqiya: karkerêkê jiyana xwe ji dest da
12:33 Gundiyan şewata Çiyayê Zengokê vemirandin
12:24 Gel di vê cejnê de jî ew ji bîr nekirin
11:55 Hem şewatê venamirînin, hem tirmixê nadin
11:34 Li Roboskî cejn hîna jî reşe!
11:31 Ozdal ê nexweşê giran: Kezeba min ji tîna peritî, avê nadin min
11:20 HDP, DBP û MEYA-DER çûn serdana gora Vedat Aydin
09:43 Beştaşê HDP’î hat girtin
09:21 Welatiyê derket ser darê bi ceyranê ve ma
09:13 Ekolojîstên Dersimî: Cihwarên me yên pîroz dişewitînin
09:12 Keya ji bo çêkirina rê serî li Walîtiyê da, lê red kirin
09:06 Akhoyan: Tiştên diqewimin encama polîtîkayên 100 salî yên Tirkiyeyê ne
09:04 Ji ber ku karê înşeatê talûke ye dev jê berda firin vekir
09:02 '23 salên din jî biborin em ji têkoşînê venagerin
09:00 Dayik Esma Yilmaz: Ez û Arina 13 mehî li erde radizên
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2018'AN
20/08/2018
20:22 Walîtiya Amedê konsera Mem Ararat betal kir
20:02 Piştî çend rojan hîn nû Walîtiyê der barê Telhamûtê de daxuyanî da
19:54 HDP, DBP û KCD’ê ji bo cejnê serdana gel kir
17:01 Di 3 rojên destûra Cejna Qurbanê de 49 kes bûn qurban!
16:39 Malbatê, bi Koçer Ozdal ê di komayê deye re hevdîtin kir
16:24 Malbatan kesên di komkujiya Dîlokê de hatin kuştin bibîr anîn
16:23 Ji bo hikûmeta nû ya Iraqê 4 partiyan li hev kirin
16:15 HDK’ê peyama Cejna Qûrbanê weşand
16:14 Înfaza siyasetmedara kurd ji ber cezayê dîsîplînê şewitandin
15:52 Yazar û Melîk li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:28 Li Rihayê hejmara binçavkirinan derket 10’an
15:19 Dildarên mûdaxileyê şewata Dersimê dikin: Bila dest ji şewata daristanên me berdin
13:55 Cejnê jî nebû bersîva esnafên Tahtakale
13:54 Li heremên bi nakok ên Kerkûkê 47 peywir ji Kurdan hatin girtin
13:09 Gundiyên Dersimê: Ger şewat neyê vemirandin dê gundên me bişewitin
13:07 UNESCO Hemşînî li lîsteya 'Zimanên di bin talûkeyê de' zêde kir
12:38 Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê dan
12:28 HDK'ê li Zurîch û Baselê rêveberiyên xwe bijart
12:22 Şewata li Çiyayên Dersim belav dibe
12:00 Hevşaredarê Komirê Yuka hat girtin
11:43 KCD: Bila ev cejn bibe cejna rizgariya ji zilmê