Di hefteya 700'emîn de dê ji dayik heta neviyan aqûbeta 3 nifşan bipirsin 2018-08-24 12:53:17   STENBOL - Dayikên Şemiyê dê 25'ê Tebaxê di hefteya 700'emîn de çalakiyaxwe berdewam bikin. Malbat di çalakiyê de ji dayik heta nevîyan dê aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Dayikan banga "Xwedî derketina Dayikên Şemiyê xwedî derketina wîcdan e" kirin û xwestin her kes tev li çalakiyê bibin.    Dayikên Şemiyê 23 salin di bin baran û berfê de, di bin germa û sermayê de li gel hemû astengî û zextan çalakiyên xwe yên ji bo windayan berdewam kirin. Dayik dê 25'ê Tebaxê roja Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 700'emîn de çalakiyaxwe berdewam bikin. Malbat di çalakiyê de ji dayik heta nevîyan dê aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Dayikan banga "Xwedî derketina Dayikên Şemiyê xwedî derketina wîcdan e" kirin û xwestin her kes tev li çalakiyê bibin.     Dayiken Şemiyê dê vê hefteyê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ku di heman demê de Dayika Aştiyê ye, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û demokratîk, çaakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Dayik dê ji dayikan heta neviyên ku hatine windakirin aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Jiber vê yekê dê di vê çalakiyê de nivî, dayik, zarok tev li çalakiyê bibin û axaftinan bikin.    EM LI PEY DAXWAZÊN XWE NE   Li navçeya Avcilar a Stenbolê Fehmî Tosun li ber mala xwe di 19'ê Cotmeha 1995'an de ji aliyê kesên di destê wan de çek û bêtêl hebûn hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin. Hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun, diyar kir ku wan tu carî dest ji daxwazên xwe bernedaye û wiha got: "Li vî welatî wekî ku tu carî edalet pêk nehat û edalet pêş neket, em jî wisa tu carî ji daxwazên xwe venegeriyan. Em li pey daxwazên xwe ne. Di roja ewil de çawa me daxwazên windayan kir, di hefteya 700’an de jî daxwazên me nehatin guhertin. Daxwazên me pir zelal in. Heta niha dewlet û hikûmetê tu gav neavêtin. Em sibê bimirin jî dê zarok û neviyên me hesabê vê yekê bipirsin.    WINDAYEK BIMÎNE JÎ EM DÊ LI QADAN BIN   Tosun, anî ziman ku 23 salin li kolanan in û tenê windayek jî aqûbeta wî neyê zelalkirin dê li kolanan bin. Tosun, anî ziman ku di salên 90’an de rastî êrîşên bi bombeyên gazê hatin û wiha got: "Em rastî êrîşên bi gazê û copan hatin. Lê wan dar û copan wîcdanê min rehet dikir. Ji ber ku me wê demê dît çiqas mirov dihatin windakirin û çi li wa dihat kirin. Me bi wê lêdanê rê li pêş windayan girt. Wê demê pir mirov dihatin windakirin. Her çend heta niha ji bo windayan tiştek nehatibe kirin jî, bi xêra têkoşîna Dayikên Şemiyê windabûna mirovan rawestiya. Kesên mirov winda dikirin dest ji windakirina mirovan berdan. Ji bo me hemû winda yek in. Em cîhanek bê winda dixwazin. Em dixwazin demek berî demekê wan arşivê veşartî vekin. Em digozin gora zarokê xwe fêr bibin. Het yek kes winda be jî tekoşîna me dê bidome."    EM HEMÛ KESÊN XWEDÎ WÎCDAN DAWET DIKIN   Tosun, destnîşan kir ku dayikên Şemiyê 700 hefte ye li qadan e û wiha bang kir: "Em dixwazin hemû kesên bi wîjdan li qadê bin. Hemû kesên xwedî wîcdan em dixwazin sibê li Qada Galatasarayê bin. Bila destê xwe bidin destê dayikên Şemiyê. Bila li cem me cihê xwe bigirin. Em dixwazin sibê her kes li Qada Galatasarayê bin.    'EM Ê DI HEFTEYA 700'ENÎN DE BANG LI DEWLETÊ BIKIN'    Keça Fehmi Tosun Besna Tosun jî diyar kir ku dê sibê di hefteya 700'emîn de carek din bang li dewletê bikin û wiha got: "Em dixwazin pergala ku bêceazkirin û bêedaletiyê ava dike hemû zagonên wê yên bi kok bên guhertin. Bila sûcê windakirina bi zorê wekî "Sûcê Mirovahiyê" di Zagona Ceza ya Tirk de cihê xwe bigire. Bila dewlet aqûbeta windayên me aşkere bike. Em dixwazin li gorî zagon û hiqûqa gerdûnî lêpirsîn û darizandin bê kirin. Em bang li civakê jî dikin ku êdî bê edaletiyê qebûl nekin û tiştekî asayî nebînin. Ev yek şerm e. Em dibêjin fêr nebe û bêdeng nebe. Ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin ji bo heq, hiqûq û rûmeta mirovan, li têkoşîna Dayikên Şemiyê xwedî derkevin. Xwedîderketina li Dayikên Şemiyê, xwedîderketina li mirovahiyê ye."    'HEMÛ KESÊN DIBÊJIN EZ MIROVIM DIVÊ TEV LI ÇALAKIYÊ BIBIN'   Dayika nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993’an de hat kuştin, Zubeyde Tepe jî xwest hemû kesên dibêjin ez mirovim divê di hefteya 700'an de piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê û tevli çalakiya Qada Galatasarayê bibin. Tepe, anî ziman ku heta heq û edalet cihê xwe bibîne dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    'EM WINDAYÊN XWE DIXWAZIN'    Hevjîna Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993’an de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê hat revandin û windakirin Sultan Taşkaya ji wina got: "Dewlet dizane winda li kune. Em windayên xwe dixwazin. Em dixwazin her kes tev li can çalakiyan bibin. Ji malbata me jî dê 20 kes tev li vê çalakiyê bibe."