MÊRDÎN - Çêkirina bastêqa hejîrên ku zivistanê tê çêkirin, bi çêbûna hejîran dest pê kir.
Fêkiya havînê hejîr çêbûn. Di nav hejîrê de vîtamînên E, C, A û B'yê hene. Ev hejîr hem tên hişkkirin hem jî rîçala wan tê çêkirin. Lê Kerborana Mêrdînê jinan dest bi çêkirina bastêqa hejîran kir.
Piştî hejîr tên jêkirin, jin wan dişon û dikin du felq. Ji nav hejîrên tên jêkirin ên xerabe tên neqandin û yên saxlem jî li ser agir di sîtilekê de û şekir û şîr tev lê tê kirin û tên kelandin. Piştî vê hejîr du rojan li cihekî hênik tên sekinandin. Herî dawî jî danekê li ber siyê tên sekinandin û dibin bastêq.
Bastêqa tê çêkirin bi piranî zivistanê tê xwarin.
MA / Sadiye Eser