Jinan dest bê çêkirina bastêqa hejîran kir 2018-08-24 09:13:21 MÊRDÎN - Çêkirina bastêqa hejîrên ku zivistanê tê çêkirin, bi çêbûna hejîran dest pê kir.  Fêkiya havînê hejîr çêbûn. Di nav hejîrê de vîtamînên E, C, A û B'yê hene. Ev hejîr hem tên hişkkirin hem jî rîçala wan tê çêkirin. Lê Kerborana Mêrdînê jinan dest bi çêkirina bastêqa hejîran kir.    Piştî hejîr tên jêkirin, jin wan dişon û dikin du felq. Ji nav hejîrên tên jêkirin ên xerabe tên neqandin û yên saxlem jî li ser agir di sîtilekê de û şekir û şîr tev lê tê kirin û tên kelandin. Piştî vê hejîr du rojan li cihekî hênik tên sekinandin. Herî dawî jî danekê li ber siyê tên sekinandin û dibin bastêq.    Bastêqa tê çêkirin bi piranî zivistanê tê xwarin.    MA / Sadiye Eser