Zeytun: Em dê her dem şopdarê vê pêvajoyê bin

  • rojane
  • 16:32 18 Tebax 2018
  • |
img
AMED –  Komeleya Mafê Mirovan û xizmên wemadayan li ber Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyolu di hefteya 497’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” berdewam kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn aqûbeta Mehmet Yildiz pirsî û xwest operasyonên li herêmê bên rawestandin û aştî pêş bikeve. 
 
Komeleya Mafê Mirovan û xizmên wendayan, bi drûşmeya “bila winda bên dîtin, kujer bên darizandi” li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû çalakiya xwe di hefteya 497'an de berdewam kirin. Di çalakiyê aqûbeta Mehmet Yildiz ê di sala 1994’an de li navçeya Hezroyê ya Amedê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'êya Amedê Remziye Tosun, xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê Amada bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan bilind kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku heta kujer neyên darizandin ewê şopdarên vê pêvajoyê bin û got: "497 hefte ne em çalakiyê pêk tînin. Ji bo kujerên faîlan ên piştî salên 90’î bên ronîkirin 497 hefte ne bi rêk û pêk em û û xizmên wendayan, her hefte çalakiyê lidar dixin. Lê kujer bi awayekî pergal3i tên parastin. Pergala siyasetê van bi destê darazê û rebazên cuda tê parastin. Bersûcan zêde dike. Me li van qadan bi dehan caran dengê xwe bilind kir. Lê ev daxwazên ne nehatin dîtin û bihîstin. Lê di wijdanê xizmên wenadayan û wijdanê dayikan de kujer diyar in. 
 
TIRKIYE DI QADA NAVNETEWEYÎ DE HATIYE MEHKÛMKIRIN
 
Zeytun, da zanîn ku tevî kiryar diyar in jî desthilatdariya siyasî bi zagonan wan diparêze û wiha lê zêde kir: “Di darazê de çiqas kujeran nebînin jî ji bo me kujer diyar in. Bi dihan caran DMME'ê Tirkiye di van mijaran de mahkum kir. Dê têkoşîna me berdewam bike. Li gel li dijî binpêkirinê têkoşîna me didome jî binpêkirin didome. Di sala 2003’yan de Ugur Kaymaz, di 2006’an de Enes Ata, di 2015’an de Hêlîn Şen, Taybet Ana… Di her demê de  ji aliyê hêzên ewlehiyê ku desthilatdariya siyasî wan diparze hatin kuştin û kujer nehatin darizandin. 
 
ÇARESERÎ BI MUZAKEREYAN GENGAZ E
 
Zeytûn, herî dawî bal kişand ser tecrûbeyên şer û aştiyê û wiha bi dawî kir: "Sedema van bûyeran ji ber ku kujer nayên darizandin û bi rastiyê re nayên rûqayî hev. Divê bi heqîqetan re hevrû bibin. Heta ku kujer bên parastin ev yek dê bidome. Her roj cenazeyên gerîla, cenazeyên leşkeran di civakê de texrîbatan çêdikin. Taybetmendiya rûxîner û sotîner her roj li her qadê  li ser aştiya civakî bandoreke neyinî dike. Em ji weke her demê diyar dikin ku çareserî bi muzakereyan, bi aştiyê gengaz e. Di henû şerê navneteweyan de jî çareserî wiha pêk hatine. Ev rewş hem bandorê li xwezayê hem jî li jiyanê dike. Bê guman ev rewşa ku bi şer derdikeve holê bi qasî ku li ser mirovan bandor dike li ser xwezaya ku mirov perçeyeke wê ne jî bandor dike.”
 
Piştî Zeytûn Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Îrfan Ekîncî aqûbeta Mehmet Yildiz pirsî. Ekincî, diyar kir ku Yildiz di 22'ê Tîrmeha 1994'an de dema diçû Navçeya Pasûrê ya Amedê li Gundê Karacakoyê yê Hazro, cendirmeyan nasnayewa wî kontrol kirin û ew binçavkirin. Ekîncî, da zanîn ku 45 roj beriya ku Mehmet Yıldız bê windakirin, li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin. 3 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Ekincî, da zanîn ku li Gundê  Karacakoyê yê Hezroyê di 22'ê Tîrmehê de li gel Yildiz, Mehmet Aktar û Mehmet Şirin jî hatin binçavkirin û 3 kes bi hevre birin Fermandariya Cendirmeyan a Hazroyê. Ekîncî, anî ziman ku Aktar, bi hevkariya xizmên xwe yên cerdevan hat berdan û Mehmet Yildiz jî piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. 
 
Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan, piştî pênc deqeya çalakiya rûniştinê kirin, belav bûn. 
 

Sernavên din

20/08/2018
10:39 Endamên Platforma Derdorê li dijî qedexeya Walî li zozanan hatin cem hev
09:10 Kedkarên malê: Erdogan di qesran de, em jî dinava hejariyê de dijîn
09:10 'Dê bi qanûna Aştiya Hebûnê, pereyên reş qebûl bikin’
09:09 Alper Taş: Krîza aborî dê bi koçberiyek nû zêdetir bibe
09:03 Tekane daxwaza xizmên windayan: Gorek wan hebe
09:03 Dayikên Şemiyê 700 hefteye ji bo demokratîkbûna Tirkiye têdikoşin
09:02 Şewatên li herêmê ne tê mudaxelekirin û ne jî tê qeydkirin
09:01 Esnafê Gazîosmanpaşayê: Em ji berîka xwe dixwin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2018'AN
08:40 Li dijî Sefaretxaneya DYA êrîşa çekdarî
19/08/2018
22:20 Dag: Li dijî faşizmê tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e
19:58 Li Semsûrê binçav kirin
18:19 Alîkarê Waliyê Şirnexê Ergul hat girtin
18:15 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:09 Koma Firqet El-Hemzet, destûr nadin malbatên Xutayî ji Efrinê derkevin
12:53 Leşker vemirandina şewatê asteng dikin
12:43 KCD, TJA, HDP, DBP: Êrîş li dijî gelê Şengal û Rojhilata Navîn pêk hatiye
11:41 ‘Dersim kezeb û siberoja me ye’
10:51 Girtiyê nexweş ê 65 salî Ozdal di qomayê de ye
10:43 Li Dersimê şewat berfireh dibe
10:24 Jinên kedkar ên Qerejdaxê: Jinan jiyan afirandiye
09:58 Konukçu: Krîz dê kûrtir bibin, zem li benda me ne
09:16 ‘Hêvî cejn bû, ew jî çû'
09:16 Mexdûrên Beybahçeyê: Dewletê sozên xwe bi cih neanî
09:15 ‘Hîn jî em nizanin kujerên teqîna li Dîlokê kî ne'
09:14 Di dosyeya Haci Lokman Bîrlîk de hêj pêşketin tune ye: Polîs hîn jî li ser kar in
09:14 700 hefteyên Dayikên Şemiyê qediya: Qada Galatasarayê bû goristana me
09:13 Esnafên halê: Rewşa halê qet nebaş e
09:12 Ji ber qedexeyan êdî nikare bixebite!
09:11 Mizrakli yê HDP'î: Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN
08:08 Waliyê Colemêrgê 30 herêm qedexe kir
07:38 Gelê Dersîmê bi derfetên xwe agirê daristanê vedimirînin
18/08/2018
19:00 Cenazeyê Mam Zekî Şengalî sipartin axê
17:39 7 kes li Riha hatin binçavkirin
17:36 Êrîş li dijî Midûryeta Polîsan a Mehsertê pêk hat
17:14 Temel: Heta îtîraz nebe guhertin çênabe
Ertan: Di dîrokê de yên li ber xwe dan bi ser ketin
17:02 Malbata Şenyaşar: Hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK nîşan dide ku AKP di nava bûyerê de
16:32 Zeytun: Em dê her dem şopdarê vê pêvajoyê bin
16:23 Beştaş: Em ji bo hilbijartina herêmî amadene
15:54 Artêşa Iraqê rê nadin gel tevlî merasîma Şengalî bibin
15:24 Girtiyê penceşêrê Uçar berdin
15:00 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê: Girtiyê nexweş Sevmiş serbest berdin
14:54 Dayîkên Şemiyê: Gorên me bûn qada Galatasarayê
14:34 Şewata li çoltera Elkê vemirandin
14:13 Dundar: Şandina êzîdiyan a kampên nû dewama komkujiyê ye
13:57 Kofî Annan jiyana xwe ji dest da
13:07 Ji AKP’ê peyama hilbijartina zordest
12:47 Di perwerdehiya polîsan a li Efrînê 50 endamên ENKS’ê jî hene
12:06 Şewata li daristanên Dara Hêne, gehişt sînorê gundan
11:40 Dag: Waliyê Dersimê li şûna me hedef nîşan bide, bila şewatê vemirîne
11:23 Welatiyan şewata Daristana Pasûrê vemirand
11:00 Gokkan: Ne wekî kampa penaberan wekî kampa dîlgirtiyan e
10:50 Li Çiyayê Sîncîk bombebaran û operasyon
10:28 66 qadên Şirnexê hatin qedexekirin
10:20 'Mirov nikarin muayene bibin û dermanan bistînin’
10:04 Koçerên zozanan ji ber tirsa şewatê ranazin
09:15 23 malbat 5 mehin nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin
09:14 Kaya: Îmaja 'Tirkiye bi êrîşan re rû bi rû ye' tenê ji bo qezenckirina hilbijartinên herêmî ye
09:13 Parêzerê mexdûrên komkujiya Dîlokê: Dixwazin ser dosyeyê bigirin
09:12 Togrûl: Eger hesap ji DAIŞ'ê pirsîbûna dê komkujî li Beybahçeyê pêk nehata
09:12 Parêzer Batûmlû: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
09:11 Geylanî: Ji ber kesên îşkenceyê dikin nayên darizandin, îşkence dewam dike
09:10 Esnafên Colemêrgê: Wisa dewam bike em ê dikanên xwe bigirin
08:59 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2018'AN
17/08/2018
19:20 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo Cejna Qurbanê hat redkirin
16:37 Li çoltera Elkê şewat derket
16:05 Baroya Amedê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:50 'Dixwazin Dersimê ji bo mirov û sewalan bikin dojeh’
15:41 Şewata li navçeya Dara Yêne rû da belav bû
15:08 Mam Zekî wê sibe oxir bikin
14:37 Dersimî mûdaxileyî şewata li herêma qedexe dikin
14:34 Ceylan Ertem bang li tevlêbûna çalakiya Dayikên Şemiyê kir
14:28 Telefonên Samsûngê li Tirkiyeyê hatin zemkirin
14:10 Dolar dîsan derket ser 6 TL’an
13:57 Endama MYK'ê ya HDP'ê Agaoglu hat berdan
13:27 Hevşaredarê Bajarokê Komurê Yuka hat binçavkirin
13:03 Tarim Orkam- Sen: Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin
12:47 ÎHD: Divê şewata li Dersimê bê vemirandin
12:33 Temellî: Çareserî di rêxistinkirina berxwedanê de ye
12:30 Li Xarpêtê girtiyan dixin hucreyên yek kesî
12:10 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serlêdan kir
11:59 6 kes li Agiriyê hatin girtin
11:58 Fermandara YJA-Starê Yildirim hat oxirkirin
11:45 Li Kampa Telhamût lêpirsîn: Cihê erka midûrê ewlekariyê hat guhertin
11:17 Dag: Bila Waliyê Tuncelî li herêma şewatê daxuyanî bide
11:13 Malbata nexweşê giran Apê Dedo dê dest bi çalakiya rûniştinê bike
11:09 Êzidiyên li kampa Mîdyatê: Çima ne nêzî Şengalê, nêzî Îdlîbê?
10:44 Qeyûm encama hilbijartinê ne eciband xebatên rê rawestand
10:23 Dadgehê îfadeya di bin îşkenceyê de esas girt û 19 kes ceza kir
10:17 ‘Bi krîza aborî re zarokên karker zêde dibin’
10:06 Polîsan serê wî şikand, beyî agahiya malbatê emeliyat kirin û avêtin nexweşxanê!
09:23 Esnafên Amedê: Ger ku krîza aborî tune çima em têk diçin?
09:22 Sonmez: Erdogan Tirkiye dixe karesetê
09:21 Ajotvanên qamyonan: Heqê seferê ji Hezarî daket 500 lîreyî
09:21 Tevlêbûna kampanya HeForShe'yê zêde dibe
09:20 5 meh in ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin têdikoşin
09:19 Rewşa Awarte hêj li Colemêrgê ranebûye
09:19 Qurbaniyên cejnê di destê xwediyê xwe de man
09:17 Sari: Krîza aborî û ambargoyê dikandarî qedand