Zeytun: Em dê her dem şopdarê vê pêvajoyê bin 2018-08-18 16:32:08   AMED –  Komeleya Mafê Mirovan û xizmên wemadayan li ber Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyolu di hefteya 497’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” berdewam kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn aqûbeta Mehmet Yildiz pirsî û xwest operasyonên li herêmê bên rawestandin û aştî pêş bikeve.    Komeleya Mafê Mirovan û xizmên wendayan, bi drûşmeya “bila winda bên dîtin, kujer bên darizandi” li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû çalakiya xwe di hefteya 497'an de berdewam kirin. Di çalakiyê aqûbeta Mehmet Yildiz ê di sala 1994’an de li navçeya Hezroyê ya Amedê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'êya Amedê Remziye Tosun, xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê Amada bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan bilind kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku heta kujer neyên darizandin ewê şopdarên vê pêvajoyê bin û got: "497 hefte ne em çalakiyê pêk tînin. Ji bo kujerên faîlan ên piştî salên 90’î bên ronîkirin 497 hefte ne bi rêk û pêk em û û xizmên wendayan, her hefte çalakiyê lidar dixin. Lê kujer bi awayekî pergal3i tên parastin. Pergala siyasetê van bi destê darazê û rebazên cuda tê parastin. Bersûcan zêde dike. Me li van qadan bi dehan caran dengê xwe bilind kir. Lê ev daxwazên ne nehatin dîtin û bihîstin. Lê di wijdanê xizmên wenadayan û wijdanê dayikan de kujer diyar in.    TIRKIYE DI QADA NAVNETEWEYÎ DE HATIYE MEHKÛMKIRIN   Zeytun, da zanîn ku tevî kiryar diyar in jî desthilatdariya siyasî bi zagonan wan diparêze û wiha lê zêde kir: “Di darazê de çiqas kujeran nebînin jî ji bo me kujer diyar in. Bi dihan caran DMME'ê Tirkiye di van mijaran de mahkum kir. Dê têkoşîna me berdewam bike. Li gel li dijî binpêkirinê têkoşîna me didome jî binpêkirin didome. Di sala 2003’yan de Ugur Kaymaz, di 2006’an de Enes Ata, di 2015’an de Hêlîn Şen, Taybet Ana… Di her demê de  ji aliyê hêzên ewlehiyê ku desthilatdariya siyasî wan diparze hatin kuştin û kujer nehatin darizandin.    ÇARESERÎ BI MUZAKEREYAN GENGAZ E   Zeytûn, herî dawî bal kişand ser tecrûbeyên şer û aştiyê û wiha bi dawî kir: "Sedema van bûyeran ji ber ku kujer nayên darizandin û bi rastiyê re nayên rûqayî hev. Divê bi heqîqetan re hevrû bibin. Heta ku kujer bên parastin ev yek dê bidome. Her roj cenazeyên gerîla, cenazeyên leşkeran di civakê de texrîbatan çêdikin. Taybetmendiya rûxîner û sotîner her roj li her qadê  li ser aştiya civakî bandoreke neyinî dike. Em ji weke her demê diyar dikin ku çareserî bi muzakereyan, bi aştiyê gengaz e. Di henû şerê navneteweyan de jî çareserî wiha pêk hatine. Ev rewş hem bandorê li xwezayê hem jî li jiyanê dike. Bê guman ev rewşa ku bi şer derdikeve holê bi qasî ku li ser mirovan bandor dike li ser xwezaya ku mirov perçeyeke wê ne jî bandor dike.”   Piştî Zeytûn Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Îrfan Ekîncî aqûbeta Mehmet Yildiz pirsî. Ekincî, diyar kir ku Yildiz di 22'ê Tîrmeha 1994'an de dema diçû Navçeya Pasûrê ya Amedê li Gundê Karacakoyê yê Hazro, cendirmeyan nasnayewa wî kontrol kirin û ew binçavkirin. Ekîncî, da zanîn ku 45 roj beriya ku Mehmet Yıldız bê windakirin, li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin. 3 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Ekincî, da zanîn ku li Gundê  Karacakoyê yê Hezroyê di 22'ê Tîrmehê de li gel Yildiz, Mehmet Aktar û Mehmet Şirin jî hatin binçavkirin û 3 kes bi hevre birin Fermandariya Cendirmeyan a Hazroyê. Ekîncî, anî ziman ku Aktar, bi hevkariya xizmên xwe yên cerdevan hat berdan û Mehmet Yildiz jî piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin.    Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan, piştî pênc deqeya çalakiya rûniştinê kirin, belav bûn.