Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn

  • rojane
  • 09:17 16 Tebax 2018
  • |
img

WAN – Sewalvanên ku li benda Cejna Qurbanê bûn, niha xeyalşikestî bûne. Resûl Îlter, anî ziman ku 40 sal in ew vî karî dike û ji bo Erdogan got: "Heta ku em destekê bidinê dê ev krîz dewam bike." 

Çend roj ji Cejna Qurbanê re man. Lê belê di vê cejnê de sewalvan xeyalşikestî bûne. Ji ber krîza aborî welatiyên rewşa wan a aborî pir nebaş e, qurbanan nakirin. Sewalvanan diyar kir ku hîn wan serfetih jî nekiriye. Sewalvanên li bazara heywanan a Wanê gotin: "Bi pereyê ku em qezenc dikin em nikarin pê salçeyê jî bikirin." 
 
‘QEY KESEK TUNE YE KU RÊ LI BER VÊ KRÎZÊ BIGIRE?' 
 
Cotkar Yûsûf Aslan, destnîşan kir ku ji ber krîzê ew nikarin tiştekî bikirin û bifiroşin û got: "Em tên meydanê, lê dest vala vedigerin. Heqê rêya me jî dernakeve. Fiyetê zebze, fêkî û zexîreyan her diçe zêdetir dibe. Em nikarin heywanên xwe bifiroşin. Tiştên em difiroşin jî tu tiştî nakin. Krîz heye. Dolar em xwarin. Rewşa me qet nebaş e. Ma qey kesek tune ye ku rê li ber vê krîzê bigire? Em perîşan bûn. Cejna Qurbanê ye, bi rojan e li vira me, lê hîn min pezek jî nefirotiye. Ke snakire. Em dest vala tên dest vala diçin. Êdî em nikarin debara zarokên xwe jî bikin." 
 
Cotkar Selîm Işik jî got: "Kes heywanan nakire. Em perîşan bûne. Krîza ji ber dolar derket bandor li me jî kir. Kar û bar tune ye. Di cejna par de 10 roj ji cejnê re mabûn, kar dest pê kiribû. Lê niha 5 roj ji cejnê re maye, li holê tiştek anxuyê. Em mexdûr bûne." 
 
'XIZAN XIZANTIR BÛN' 
 
Bunyamîn Tûnç jî, destnîşan kir ku sala çûyîn sewalvanî baştir bû û got: "Niha Dolar bûye 7 lîre. Tu erd dajoyî, lê tu deyndar derdikevî. Sewalvan û cotkar ji ber vê krîzê top avêtin. Îstikarar tune ye, herkes zirarê dike. Eger wisa dewam bike em ê dev ji cotkarî û sewalvaniyê berdin û biçin li mala xwe rûnên." Samî Tûnç jî bi brî xist ku xizan xizantir dibin. 
 
'HER KU EM DESTEKÊ BIDIN WÎ DÊ KRÎZ DEWAM BIKE' 
 
Resûl Îlter destnîşan kir ku 40 sal in ew sewalvaniyê dike, lê cara ewil e ku ew tiştekî wisa dibîne û got: "40 sal in min wekî du salên dawî nedîtiye. Di bêrîka min de 10 lîre heye, ka ez ê pê çi bikirim? Fiyetên zexîreyan evqas zêde bûne ku pereyê ku 20 sal in me daye ser hev me hemû qedand. Di bêrîka me de pênc quriş jî nema. Me pereyê xwe yê li malê jî xwelas kir. Em perşîan bûne. Li vê meydanê bis edan bazirgan hene, lê tu pereyê me hemûyan bidî ser hev 10 hezar ddolar nake. Em belaheq tên vira. Berê me bi sedan heywan difirotin. Em tên meydanê, lê heqê rêya me ji bêrîka me diçe. Bila çareyeê peyda bikin, em perîşan bûne. Em dixwazin ni vê rewşê xelas bibin. Lê her ku em destekê bidin wî (Erdogan) dê rewşa me wisa dewam bike." 
 
'DÊ MIROV JI BIRÇÎNA BIMIRIN' 
 
Yûsûf Bîlîr jî diyar kir ku êdî mirov hatine asta ku dê ji birçîna bimirin û got: "Sewalvanî qediya. Par van çaxan me hemûyan herî kêm 30 heywan firotibûn. Lê niha me yek jî nefirotiye. Me serfetih jî nekiriye. Krîza aborî zêde tesîr li me kir. Eger em heywanên di dest xwe de jî bifiroşin, em ê careke din nikaribin heywanan bikirin. Çimkî ancax bi wî pereyî em karibin xwe têr bikin. Di vê rewşê de eger dewlet ji bo me tiştekî bike dê baş be. Êdî mirov bêzar bûne. Sala çûyîn me ev pez bi hezar û 300 lîreyî difirot, niha bi zorê em bi 900 lîreyî diçe. Xwedê alîkariya me bike." 
 
GUND LI ME QEDEXEKIRIN EM MEHKÛMÎ BÊ TOZÊ KIRIN' 
 
Selamn Gur jî gazin ji guherandina cihê bazarê kirin û got: "Ji 2 hezarî zêdetir mirov li vira ne. Bazara me ya berê rûxandin, bi awayekî demkî em anîn vira, xistin nav toz û duxanê. Tuwalet jî li vira tune ye. Eger baranek bibare em ê di nav heriyê de bimînin. Em perîşan kirin. Jixwe dolar serî berdaye. Her wiha fiyetên zebze, fêkî û zexîreyan jî firiyaye. Lê heywanên me tu pereyî nakin. Divê rayedar hay ji vî gelî hebin û çareseriyekê peyda bikin. Bila dewlet destekê bide me, alîkariya me bike. Tiştek ji dest dewletê tê. Mirov tên bazarê lê dest vala vedigerin malê. Berê me li gundên xwe sewalvanî dikir û pere qezenc dikir, lê ew jî ji dest me stendin. Her der li me qedexe kirin û em hepsî nav to û duxanê kirin." 
 

Sernavên din

17/08/2018
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN
16/08/2018
20:58 Malbatên Roboskiyê: Em ne di heman keştiyê de ne
19:20 Nehiştin heyeta serbixwe têkeve Kampa Penaberan a Telhamûtê
19:05 Heyeta HDP û KCD'ê li Dersimê herêmên dişewitin lêkolîn kirin
16:36 Şewata li Dersimê ji Wezîr Pakdemîrlî hat pirsîn
16:11 Evran: Para DYA di êrîşa Şengalê de heye
16:07 Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye
15:43 KCD: Êrîş li dijî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye
14:38 MYK HDP’ê: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin
14:29 Parêzerê Brunson: Em dê dîsa îtîraz bikin
14:25 Waliyê Dersimê: Wêneyê şewatê ne aîdî Dersîmê ne
Hunermend Ferhat Tunç: Dîmen li Alîbogaziyê hat kişandin
14:16 Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da
14:07 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê banga tevlêbûnê
13:39 ‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’
13:38 Parêzerên Ocalan cara 781’emîn serî li dozgeriyê dan
13:01 2 karekrên Sûriyeyî di şewata fabrîqeya pêlavan de mirin
13:00 Li Semsûrê pevçûn: 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bû
12:33 OSO du dikan gulebaran kir
12:24 Xeta SMS a Şaredariya Mêrsînê têk birin û peyama 15’ê Tebaxê ji milyonan re şandin
11:53 Piştgiriya ji bo mertalên zindî zêde dibe
11:46 Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da
11:38 Êzidiyên li Koço jiyan xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn
11:37 Amediyan şeva xwe di bin ablukaya polîsan re derbas kir
10:55 Hevseroka KESK'ê Gezen: Em ne di heman keştiyê dene
10:36 Şewata li Dersimê belav dibe
10:17 Esnafên Bazara Jinan ji ber zemê dikanên xwe digirin
09:21 Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye
09:20 'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'
09:20 ‘Heta niha me krîzek wiha nedîtiye'
09:19 HDP ji bo biçe Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bide
09:18 Teblîxatên tehdîtê ji xwediyên malên ku naxwazin malên xwe bifiroşin re dişînin!
09:18 'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'
09:17 Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn
09:16 Germava Zerene ji ber bêxwedîbûnê tune dibe
09:15 'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’
09:14 Muzeya hişê komkujiya li ser Kurdan: Emnesûreke
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN
15/08/2018
22:19 Ji bo birayê xwe bibîne çû girtîgehê hat binçavkirin
22:13 Balafirên şer Şengalê bombebaran kirin
17:37 Salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin
16:20 'HDP bi binçavkirinan tu carî gavan paşve navêje'
15:56 Serokê Desteya Rêveberiya Rêxistina Efû Kiliç hat berdan
15:35 Turan ê HDP’î: Yên krîzê ava dikin dê bedela wê bidin
14:38 Li Agiriyê 24 binçav kirin
14:10 Li Semsûrê 3 kes hatin binçavkirin
14:07 Baroya Dersimê: Divê mûdaxileyê şewatê bê kirin
13:47 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye
13:27 Hevşaredara Dersimê Altun nehat berdan
12:44 Serlêdana duyem jî ya ji bo Brunson hat redkirin
12:09 2 leşker li Semsûrê birîndar bûn
12:04 Li Antalya agir bi daristanê ket
11:52 Li Mêrsînê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:32 Sariyildiz: Krîz bi şerê li dijî gelê Kurd re destpêkir
11:26 Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e
11:07 Çîrokbêj Duymak: Çîrokên me evîn û şerê me ne
10:55 Çerkez û Tirkmenên li Mînbîcê komele avakirin çand û zimanê xwe diparêzin
10:46 Li Stenbol û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:38 Di dowîzê de hamleyek nû
10:00 'Rojnameya Azadiya Welat tu caran j rastiyan tawîz neda'
09:13 'Nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirsiyariya sereke ye'
09:13 Dêra ku wekî 'navenda pêşvexistina turîzmê' hat îlankirin niha hindik maye birûxe
09:12 Kovara Kund: Armanca me ew e ku em bi kurdî bidin xwendin
09:11 'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’
09:11 Ji ber zêdebûna dowîzan kes naçe bazarên wesayîtan
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN
14/08/2018
21:38 Li Dersimê pevçûn
20:19 Hevserokê DBP’ê yê Çûkûrovayê hat girtin
18:52 Li Êlihê teqînek çêbû: 4 zarok birîndar bûn
16:52 Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
16:01 Li Îtalya pir hilweşiya: Bi dehan kes mirin
15:46 Parêzerê Brunson: Ji bo krîz çareser bibe divê miwekîlê min berdin
15:22 HDP’yan malbata Çoban ziyaret kir
15:15 Rojnamegerê girtî Guleş: Name û pirtûkên Kurdî qedexene!
14:29 Bi hezaran hektar qad bû xwelî lê rayedar lê temaşe dikin
14:28 Îlbaş tayînê Wanê hat kirin û Çîtil jî terfi bû
13:59 Parêzerê Brunson îtîrazî hepsa malê kir
13:34 PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike
13:19 ENKS, daxwaza MSD`ê Ya Sûriyek Demokratîk û Yekitiya Gelan xirap dibîne
12:53 Çiyanê Xozatê hatin bombebarankirin
12:18 Li Bursayê serdegirtina malan
12:07 Yalçinkaya di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst
12:06 ‘Çareseriya krîza aborî di pêvajoya aştiyê de derbas dibe’
11:17 Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê
10:41 Hişê xwe winda kir lê wî sewqî nexweşxaneyê nakin
10:18 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gelê xwe biparêzin
09:45 Li dijî HDP’ê operasyon
09:26 Li Edeneyê serdegirtina malan: 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
09:16 Di avêtina ser malan de diyalogeke ecêb
09:16 Rewşa Arîna biçûk a girtî nebaş e
09:15 Ji bo dawî li aloziyê bê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê
09:14 Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim
09:13 Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
09:13 Aborîzan Muftuoglû: Dê her tişt bê zemkirin
09:12 Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan
09:12 Heşdî Şabî Vedikişe Artêşa Iraq Tê Cihê wê
09:11 Li Colemêrgê dema şahiyên berxbiran
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN
13/08/2018
19:34 Şewata li Dersimê belav dibe
17:35 Cenazeyê Atakan Mahîr hat wergirtin
17:03 Rêxistinên tenduristiyê: Dema em dixebitin em naxwazin bimirin