Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn 2018-08-16 09:17:14 WAN – Sewalvanên ku li benda Cejna Qurbanê bûn, niha xeyalşikestî bûne. Resûl Îlter, anî ziman ku 40 sal in ew vî karî dike û ji bo Erdogan got: "Heta ku em destekê bidinê dê ev krîz dewam bike."  Çend roj ji Cejna Qurbanê re man. Lê belê di vê cejnê de sewalvan xeyalşikestî bûne. Ji ber krîza aborî welatiyên rewşa wan a aborî pir nebaş e, qurbanan nakirin. Sewalvanan diyar kir ku hîn wan serfetih jî nekiriye. Sewalvanên li bazara heywanan a Wanê gotin: "Bi pereyê ku em qezenc dikin em nikarin pê salçeyê jî bikirin."    ‘QEY KESEK TUNE YE KU RÊ LI BER VÊ KRÎZÊ BIGIRE?'    Cotkar Yûsûf Aslan, destnîşan kir ku ji ber krîzê ew nikarin tiştekî bikirin û bifiroşin û got: "Em tên meydanê, lê dest vala vedigerin. Heqê rêya me jî dernakeve. Fiyetê zebze, fêkî û zexîreyan her diçe zêdetir dibe. Em nikarin heywanên xwe bifiroşin. Tiştên em difiroşin jî tu tiştî nakin. Krîz heye. Dolar em xwarin. Rewşa me qet nebaş e. Ma qey kesek tune ye ku rê li ber vê krîzê bigire? Em perîşan bûn. Cejna Qurbanê ye, bi rojan e li vira me, lê hîn min pezek jî nefirotiye. Ke snakire. Em dest vala tên dest vala diçin. Êdî em nikarin debara zarokên xwe jî bikin."    Cotkar Selîm Işik jî got: "Kes heywanan nakire. Em perîşan bûne. Krîza ji ber dolar derket bandor li me jî kir. Kar û bar tune ye. Di cejna par de 10 roj ji cejnê re mabûn, kar dest pê kiribû. Lê niha 5 roj ji cejnê re maye, li holê tiştek anxuyê. Em mexdûr bûne."    'XIZAN XIZANTIR BÛN'    Bunyamîn Tûnç jî, destnîşan kir ku sala çûyîn sewalvanî baştir bû û got: "Niha Dolar bûye 7 lîre. Tu erd dajoyî, lê tu deyndar derdikevî. Sewalvan û cotkar ji ber vê krîzê top avêtin. Îstikarar tune ye, herkes zirarê dike. Eger wisa dewam bike em ê dev ji cotkarî û sewalvaniyê berdin û biçin li mala xwe rûnên." Samî Tûnç jî bi brî xist ku xizan xizantir dibin.    'HER KU EM DESTEKÊ BIDIN WÎ DÊ KRÎZ DEWAM BIKE'    Resûl Îlter destnîşan kir ku 40 sal in ew sewalvaniyê dike, lê cara ewil e ku ew tiştekî wisa dibîne û got: "40 sal in min wekî du salên dawî nedîtiye. Di bêrîka min de 10 lîre heye, ka ez ê pê çi bikirim? Fiyetên zexîreyan evqas zêde bûne ku pereyê ku 20 sal in me daye ser hev me hemû qedand. Di bêrîka me de pênc quriş jî nema. Me pereyê xwe yê li malê jî xwelas kir. Em perşîan bûne. Li vê meydanê bis edan bazirgan hene, lê tu pereyê me hemûyan bidî ser hev 10 hezar ddolar nake. Em belaheq tên vira. Berê me bi sedan heywan difirotin. Em tên meydanê, lê heqê rêya me ji bêrîka me diçe. Bila çareyeê peyda bikin, em perîşan bûne. Em dixwazin ni vê rewşê xelas bibin. Lê her ku em destekê bidin wî (Erdogan) dê rewşa me wisa dewam bike."    'DÊ MIROV JI BIRÇÎNA BIMIRIN'    Yûsûf Bîlîr jî diyar kir ku êdî mirov hatine asta ku dê ji birçîna bimirin û got: "Sewalvanî qediya. Par van çaxan me hemûyan herî kêm 30 heywan firotibûn. Lê niha me yek jî nefirotiye. Me serfetih jî nekiriye. Krîza aborî zêde tesîr li me kir. Eger em heywanên di dest xwe de jî bifiroşin, em ê careke din nikaribin heywanan bikirin. Çimkî ancax bi wî pereyî em karibin xwe têr bikin. Di vê rewşê de eger dewlet ji bo me tiştekî bike dê baş be. Êdî mirov bêzar bûne. Sala çûyîn me ev pez bi hezar û 300 lîreyî difirot, niha bi zorê em bi 900 lîreyî diçe. Xwedê alîkariya me bike."    GUND LI ME QEDEXEKIRIN EM MEHKÛMÎ BÊ TOZÊ KIRIN'    Selamn Gur jî gazin ji guherandina cihê bazarê kirin û got: "Ji 2 hezarî zêdetir mirov li vira ne. Bazara me ya berê rûxandin, bi awayekî demkî em anîn vira, xistin nav toz û duxanê. Tuwalet jî li vira tune ye. Eger baranek bibare em ê di nav heriyê de bimînin. Em perîşan kirin. Jixwe dolar serî berdaye. Her wiha fiyetên zebze, fêkî û zexîreyan jî firiyaye. Lê heywanên me tu pereyî nakin. Divê rayedar hay ji vî gelî hebin û çareseriyekê peyda bikin. Bila dewlet destekê bide me, alîkariya me bike. Tiştek ji dest dewletê tê. Mirov tên bazarê lê dest vala vedigerin malê. Berê me li gundên xwe sewalvanî dikir û pere qezenc dikir, lê ew jî ji dest me stendin. Her der li me qedexe kirin û em hepsî nav to û duxanê kirin."