NAVENDA NÛÇEYAN– Hat diyarkirin ku balafirên şer ên TSK’ê Şengalê bombebaran kirin.
Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) geliyê Şilo û derdora wê ya Şengalê bombeberan kirin.Hat hînbûn ku di dema bombeberanê de wesayîteke di rê de hatiye bombekirin û kesên di wesayîtê de birîndar bûne.
Her wiha li herêmê amûrên hewayê yên bêmirov hîn jî digerin.
Bombeberan piştî serdana Enqereyê ya Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî pêk hat.