Balafirên şer Şengalê bombebaran kirin 2018-08-15 22:13:14   NAVENDA NÛÇEYAN– Hat diyarkirin ku balafirên şer ên TSK’ê Şengalê bombebaran kirin. Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) geliyê Şilo û derdora wê ya Şengalê bombeberan kirin.Hat hînbûn ku di dema bombeberanê de wesayîteke di rê de hatiye bombekirin û kesên di wesayîtê de birîndar bûne. Her wiha li herêmê amûrên hewayê yên bêmirov hîn jî digerin. Bombeberan piştî serdana Enqereyê ya Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî pêk hat.