EDENE – Li Edeneyê beriya 15’ê Tebaxê polîsan bi ser gellek malan de girt û 4 jê zarok 14 kes binçav kir.
Li Semta Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê beriya 15’ê Tebaxê polîsan vê sibê bi ser gellek malan de girt. Polîsên tîmên taybet jî tev li operasyonê bûn û malan dorpêç kirin. Deriyên malan bi geranan şikandin û ketin hundirê malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan di lêgerînê de malan serûbin kir.
Piştî lêgerîna li malan 4 jê zarok 14 kes binçav kirin. Binçavkiriyan piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.
Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Halît Şaşmaz, Serhat Tatli, Salîh Fîlîztek, Bawer Şahîn û Bariş Aydin.