Li Edeneyê serdegirtina malan: 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin 2018-08-14 09:26:43   EDENE – Li Edeneyê beriya 15’ê Tebaxê polîsan bi ser gellek malan de girt û 4 jê zarok 14 kes binçav kir.    Li Semta Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê beriya 15’ê Tebaxê polîsan vê sibê bi ser gellek malan de girt. Polîsên tîmên taybet jî tev li operasyonê bûn û malan dorpêç kirin. Deriyên malan bi geranan şikandin û ketin hundirê malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan di lêgerînê de malan serûbin kir.    Piştî lêgerîna li malan 4 jê zarok 14 kes binçav kirin. Binçavkiriyan piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Halît Şaşmaz, Serhat Tatli, Salîh Fîlîztek, Bawer Şahîn û Bariş Aydin.