DERSIM – Şewata ku li Dersimê rû da, li 7 herêman belav bû.
Li herêma Alîbogazî ya navçeya Xozat a Dersimê hefteyeke berê şewat dest pê kir û ev şewat li herêmên Degirmendere, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundulê belav bû. Ji ber ku şewat ji ber hawan û bombeberankirina Qereqola Amûtka ya navçeya Xozatê, rayedar nikarin mudaxileyî şewatê bikin.
Her wiha bi hinceta ewlehiyê destûra gel jî nayê dayîn ku şewatê bitefîne.