Şewata li Dersimê belav dibe 2018-08-13 19:34:04       DERSIM – Şewata ku li Dersimê rû da, li 7 herêman belav bû.    Li herêma Alîbogazî ya navçeya Xozat a Dersimê hefteyeke berê şewat dest pê kir û ev şewat li herêmên Degirmendere,  Zogar,  Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundulê belav bû. Ji ber ku şewat ji ber hawan û bombeberankirina Qereqola Amûtka ya navçeya Xozatê, rayedar nikarin mudaxileyî şewatê bikin.   Her wiha bi hinceta ewlehiyê destûra gel jî nayê dayîn ku şewatê bitefîne.