AMED – Parlamenterê HDP’ê yê berê Edîp Berk û Endama Meclîsa HDP’ê Gulşen Ozer di serdegirtina malên xwe de hatin binçakvirin.
Li Amedê serê sibê polîsan bi ser mala Parlamenterê HDP’ê yê berê Edîp Berk û Endama Meclîsa HDP’ê Gulşen Ozer de girt. Li malan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerînê Berk û Ozer hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Berk û Ozer ji ber axaftinên Newroza 2018’an a li Çewligê der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de hatine binçavkirin. Berk û Ozer birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.