Ozer û Berk ên HDP’yî hatin binçavkirin 2018-08-13 10:27:14   AMED – Parlamenterê HDP’ê yê berê Edîp Berk û Endama Meclîsa HDP’ê Gulşen Ozer di serdegirtina malên xwe de hatin binçakvirin.    Li Amedê serê sibê polîsan bi ser mala Parlamenterê HDP’ê yê berê Edîp Berk û Endama Meclîsa HDP’ê Gulşen Ozer de girt. Li malan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerînê Berk û Ozer hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku Berk û Ozer ji ber axaftinên Newroza 2018’an a li Çewligê der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de hatine binçavkirin. Berk û Ozer birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.