Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe

  • rojane
  • 12:15 12 Tebax 2018
  • |
img
RIHA - Derket holê ku bav Huseyîn N. ji sala 2010’an û vir ve îstîsmar û êrîşa zayendî li 4 zarokên xwe dike. Piştî zaroka 14 salî diçe nexweşxanê, lêpirsîn tê destpêkirin û di endama lêpirsînê de Huseyîn N. di 27’ê Tîrmehê de tê girtin. Dayik ji bo giliyê xwe paşve bikişîne, ji aliyê xizmên hevjînê xwe ve tê tehdîtkirin.
 
Li Rihayê, Huseyîn N ê 48 salî, 8 salan îstîsmara zayîndî û tundî li 4 zarokên xwe kirin. Di 12’ê Tîrmehê de, keça biçûk a 14 salî ji dayîka xwe re dibêje “Dayê hemû aliyên min diêşin û xwînîbûm.” Li ser vê yekê dayîk keça xwe dibe nexweşxanê û li nexweşxanê derdikeve holê ku keça wê rastî êrîşa zayendî hatiye.
 
Piştî lêpirsînê bav Huseyîn N, di 27’ê Tîrmehê de hat binçavkirin, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê yê Nobedar hat kirin, dadgehê biryara girtinê û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Eyyûbiye. Dayîk Arîfe N. jî rastî gefên kuştinê yên xizmên hevjînê xwe tê, da ku giliya xwe paşve bikêşe. 
 
‘8 SALIN TÊN ÎSTÎSMAR KIRIN’
 
Dayîka Arîfe N. diyar kir ku kurê wê yê herî biçûk 8 saliye, keçên wê jî 14,17 û 23’ê salîne û wiha axivî: “Kurê min hîna  yek sal û keça min a herî mezin jî 14 salî bûn, hevjînê min dest bi êrîşên zayendî û îstîsmarê kirin. Di sala 2010’an de yekem car bûm şahid ku Huseyîn destê xwe dide cihên taybet ên zarokan. Lê min destpêkê tu wate neda vê û dûre li ser gilî û gazincên zarokan min nû rastî fem kir.” 
 
‘JI BER NAMÛS, RÊ Û RESMA CIVAKÊ EZ BÊDENG KIRIM’
 
Arife N., anî ziman ku li hemberî êrîşên zayendî yên li ser zarokên xwe, tim li dijî hevjînê xwe li ber xwe dida, lê hevjînê wê û malbata hevjînê wê tim bi gotina “Namûs, rê û resmê” ew bêdeng kirin. Arîfe N., da zanîn ku hevjînê wê ker û lale, lê diwarê zîhnî de tu pirsgirêkên wî tuneye û wiha bilêv kir: “Huseyîn N. di salên derbas bûyî de, ji ber çeka bêrûxsat hat  binçavkirin. Wê demê li Nexweşxaneya Nexweşên Rih û Hêrs a Edeneyê, rapora ku tenduristiya wî di cih deye didin.”
 
‘LI NEXWEŞXANÊ DERKET HOLÊ KU KEÇA MIN RASTÎ ÊRÎŞA ZAYENDÎ HATIYE’
 
Dayik Arife, da zanîn ku êdî zarokên wê mezin bûne û wiha domand: “Zarok êdî bertekê nîşanî êrîş û îstîsmara zayendî ya bavên xwe didin. Şeva 11’ê Tîrmehê hevjînê min dermanên xewê da min û zarokên. Ji ber ku ji mêjiyê nav hestiyan emeliyat bûme, bi şevê tim şiyar dibin. Lê wê şevê ez qet şiyar nebûm û heya saet 15.00’ê roja din em nû şiyar bûn. Dema keça min a 14 salî hişyar bû, ji min re got ‘Dayê hemû aliyên min diêşin, gava çûm tuwaletê xwînîbûm.’ Fikarên min çêbûn û keça xwe bir Beşa Cerahê Giştî ya Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan. Li wê derê min zanî ku zaroka min rastî îstîsmara zayendî hatiye. Serbijîşk dosya şand ji bo rayedarên edlî. Ez çûm malê min ji hevjînê xwe re got ‘Te zarokên min îstîsmar kirine.’ Hevjînê min kêr rakêşa min. Xwest min bikuje. Bi zorê min xwe ji destên wî rizgar kir.”
 
‘DI 27’Ê TÎRMEHÊ DE HAT GIRTIN’
 
Arife N. destnîşan kir ku piştî dosya gehişt ber destê rayedarên edliyê, lêpirsîn hat vekirin û wiha berdewam kir: “Di encama lêpirsînê de, di 27’ê Tîrmehê de Huseyîn N. hat binçavkirin û sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar a Rihayê kirin. Huseyîn bi sûcdariya ‘Îstîsmar  û êrîşa zayendî’ hat girtin. Piştî girtinê malbata hevjînê  min gef li min xwar û xwestin giliyê xwe paşve bikesim. Hîna jî gefan li min dixwin. Keça min a 17 salî ev bûyer ranekirin û di 4’ê Tebaxê de hewl da întîxar bike. Keça min li beşa psîkiyatrî razaye. Krîzê derbas dike.” 
 
‘DENGÊ MIN BIBIHÎSÎN, KANÊ MAFÊ ZAROKAN’
 
Dayîkê, bang li parlamenter û rayedarên bajêr kir û wiha pê de çû: “Niha ez dibin gefa kuştinê deme. Ji bom in dibêjin ‘A tuyê giliyê xwe paşve bikêşînê, yan jî emê li nava  Rihayê benzînê bi tede bikin û te bişewitînin.’ Ez û zarokên min perîşan bûn. Ez bang li parlamenter, Walî û Wezareta Malbatê dikim. Kanê mafê jinan, kanê mafê min û zarokên min. Zarokên min ji aliyê bavê xwe xwîna wî xerab ve hatin mexdûr kirin û ez bi xwe jî ji sedî 50’î astengdarim.” 
 
‘BI ŞEWITANDINÊ GEFÊ LI MIN DIXWÎN
 
Dayik Arîfe, derbirî ku birayê hevjînê wê Îbrahîm N. ji Elmanyê li ser telefonê gef li wê xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi telefonê li min geriya û ev gef li min xwarin ‘Li min mêze bike keça min, wî karî sererast bike. Ezê sibe bi balafirê werim. Ezê xwedî te derbikevim. Vî karî ji bo xatirê min sererast bike. Wê giliya xwe paşve bikêşe. Ezê xwedî te û zarokên te derbikevim. Ji xwe zarokên te biraziyên minin. Ger tu bêjî êdî nîr ji kevanê derketiye, baş zanibe ew nîr dê li te vere û li dilê te bikeve. Wê demê ezê nekarim te xelas bikim. Tu gundarî min bike, ji xwe weke birayê teme jî. Ger tu guhdarî min nekî dê, ne baş bibe. Tu vî karî sererast bike. Giliya xwe paşve  bikêşe. Ji derveyî vê tiştekê ku tu bikî tuneye. Ez ê Rihayê ji bo te bikim cehennem. Vê yekê baş zanibe, ezê  li qada Rihayê te bişewitînim. Ezê rojekê jî nehêlim tu li Rihayê bijî. Dema ez hatim ezê lingên te jêbikim û bidim kuçikan. Ez ne Îbrahîmim.’”  
 
Arîfe N., di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Parêzer dê di warê hiqûqî de bi bûyerê re eleqedar bibin. Ez alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovn û saziyên jinan dixwazim ku xwedî min û zarokên min derbikevin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

13/08/2018
16:57 Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine
16:16 Kewarên mêşên hengiv şewitîn û mêş telef bûn
13:59 ‘Hemû tundiyên li dijî zarokan divê mîna sûc bên dîtin’
13:35 Arastekirina fihûşê ya penaberan ji Soylu pirsî
13:24 4 welatiyên li Gogsiyê binçav kiribûn hatin berdan
13:23 Hamzaoglu: Em li heman welatî dijîn, lê ne di heman kêştiyê dene
12:07 ‘Rexneyên Demîrtaş û keysperestî’
11:59 Mexdûrên OHAL’ê behsa îşkenceyê kirin: Ji ceryanê, heta destdirêjiya zayendî îşkence li me kirin
11:38 Li Mînbîcê hûnandina jiyana bihevre didome
10:42 Dozger helbestên Şêrko Bêkes sûc dît û ji bo Serêkaniyê jî got Pirsûs
10:34 Ji Serdozgeriya Komarê gefa lêpirsîna ‘aboriyê’
10:27 Ozer û Berk ên HDP’yî hatin binçavkirin
10:22 Dîrokzan Aydin: Em bi encamên giran ên rejîmê re rû bi rû ne
09:50 Aborîzan Gungen: Çareserî komîna aboriye
09:45 Çemê Dîcle, xweza û dîroka 12 hezar salan tune dibe
09:35 Çayxaneya Şeab xizmeta çi dike?
09:32 ‘Gotin heqê xwe helal bikin û 700 kes ji kar derxistin
09:12 Ji ber ferzkirina sîxûrî û gefxwarinê 19 kesan serî li ÎHD'ê dan
09:11 Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm
09:10 Tizbiyên Kizwanê rastî eleqeyek zêde tên
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN
12/08/2018
20:05 Şanoger Yalçinkaya hat oxirkirin
16:00 TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn
15:22 Li Îdlibê teqîn: 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn
15:14 Demîr: Pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê ya ewlekariya can heye
14:48 Cenazeyê jinekê di Çemê Dîcle de hat dîtin
14:12 4 kes li Serêkaniyê hatin binçavkirin
13:43 4 partiyên Başûr encamên hilbijartinê red kirin
13:13 10 rojin ceyranê nadin 10 gundan: Çandinî bê av man, cotkar perîşan bûne
12:15 Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe
10:33 Komeleya Çerkesan li Minbicê vedibe
10:16 NY: Bedelê şerê Sûriyeyê 388 mîlyar dolare
09:18 Hevserokê DBP Çukurova hat binçavkirin
09:18 Muzeya biçûk a çand û dîroka Mezopatamya: Vanya
09:16 Bi şev ji Girê Gowijan Silêmaniyê temaşe bikin
09:15 Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Altûn di 15'ê Tebaxê de ye
09:14 Her ku dolar zêde dibe, esnaf perîşan dibe
09:12 'Di navbera îstismar û şidetê de têkiliya otorîte û hêzê heye'
09:10 Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne
09:03 Kûbîlay: Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavayê wî qet wisan nabêje
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN
08:35 Hevserokê DBP'ê yê Çukurova hat binçavkirin
11/08/2018
21:14 Ciwanan ji Amedê bang kir: Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin
20:26 Şanoger Yalçinkaya çû ser dilovaniya xwe
19:41 Hîn jî dest bi tedawîkirina girtiyê nexweş Koçer nehatiye kirin
16:47 Li Bursayê daristan dişewite
16:39 Guneş: Divê pergala perwerdehiyê azad, laîk û hemdem be
15:53 HDP’ê rewşa girtiyê nexweş ê nayê derman kirin ji Wezîr Gul pirsî
15:35 ‘Nexweşê pençeşêrê Sûbaşi berdin’
15:34 Xizmên Windayan li Îzmîrê li aqûbeta Tîmurtaş pirsî
14:32 Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin?
14:18 Hevserokê HDP’a Amedê Çamçi: Em ê li dijî revandinê serî netewînin
12:56 Amadekariyên şahiya ciwanan bi dawî bûn
12:14 Jina ku rastî tundiya hevjînê xwe hat bi giranî birîndar bû
12:11 Di depoyek xurdeyan de teqîn rû da: 4 karker birîndar bûn
10:42 Zêdebûna diwîz li sektora înşaetê xist
10:15 Li Êlihê xizmên windayan dê guh nedin qedexeyê
09:36 Li Idlibê ‘Destê kê di berîka kê de ye?’
09:15 Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye
09:13 'Dewlet zarokan ji polîtîkayên xwe re dike alet'
09:12 'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'
09:11 Baxçeyê wî wekî muzeyê ye
09:10 Bêyî ku hayê gel jê hebe qeyûm navê taxê guherand
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2018'AN
10/08/2018
18:39 Dêmariya xwe kuşt
18:34 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
18:00 Nûçegihana me Demîr hat berdan
16:39 Dolar xwe li ber axaftina Albayrak negirt: Derket 6.80 TL'yî
15:53 ‘Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û ceza bikin’
14:28 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
14:15 Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêçê de 4 kes hatin binçavkirin
13:54 Nûçegihana me Demîr sewqî dadgehê kirin
12:54 Bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê: Em ê têkoşîna edaletê bidomînin
11:46 Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin
11:36 Li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin
10:25 Beqlewe û qedayîf tev li hev kir û ‘kadlava’ çêkir
10:16 Uca: Wêneyê Cizîr û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin
09:55 Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan
09:54 Ji ber ku hejmara nîzamî ya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:53 Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû
09:52 Krîza aborî li sektora dermanan jî xist
09:50 Dolar 6.20 TL û Euro 7 TL’yî derbas kir
09:17 Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê: Bi Qenal Stenbolê re xweza dewrî sermayeyê tê kirin
09:16 Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin
09:15 Antmenê CHP’î: Santralê Termîk û fabrîkayên çîmentoyê xwezayê gemartir dikin
09:14 Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin
09:13 Esnafên jin: Krîza aborî zirarê dide me
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2018'AN
09/08/2018
23:59 Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlû hatin berdan
21:07 Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre
21:00 Li Hatayê 7 kes hatin girtin
19:56 Rojnamevan Ergul nehat berdan
18:51 Malbatên Robsokiyê: Ji ber 34 xizmên me kurd bûn kiryarên wan nayên darizandin?
16:54 Tê payîn ku dê nûçegihana me Demîr sibê sewqî dadgehê bikin
16:52 Li Îzmîrê sîxûrî li ciwanên HDP’ê tê ferzkirin
16:33 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re carek din hat redkirin
16:13 Hat xwestin, girtina rojnameger Ergul bidome
15:58 Dag: Li dijî binçavkirin û revandinê bersiva me rêxistinbûyîne
15:33 Êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat: 6 leşker birîndar bûn
15:31 Ji HDP’ê rapora Geverê: Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike