Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe 2018-08-12 12:15:38   RIHA - Derket holê ku bav Huseyîn N. ji sala 2010’an û vir ve îstîsmar û êrîşa zayendî li 4 zarokên xwe dike. Piştî zaroka 14 salî diçe nexweşxanê, lêpirsîn tê destpêkirin û di endama lêpirsînê de Huseyîn N. di 27’ê Tîrmehê de tê girtin. Dayik ji bo giliyê xwe paşve bikişîne, ji aliyê xizmên hevjînê xwe ve tê tehdîtkirin.   Li Rihayê, Huseyîn N ê 48 salî, 8 salan îstîsmara zayîndî û tundî li 4 zarokên xwe kirin. Di 12’ê Tîrmehê de, keça biçûk a 14 salî ji dayîka xwe re dibêje “Dayê hemû aliyên min diêşin û xwînîbûm.” Li ser vê yekê dayîk keça xwe dibe nexweşxanê û li nexweşxanê derdikeve holê ku keça wê rastî êrîşa zayendî hatiye.   Piştî lêpirsînê bav Huseyîn N, di 27’ê Tîrmehê de hat binçavkirin, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê yê Nobedar hat kirin, dadgehê biryara girtinê û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Eyyûbiye. Dayîk Arîfe N. jî rastî gefên kuştinê yên xizmên hevjînê xwe tê, da ku giliya xwe paşve bikêşe.    ‘8 SALIN TÊN ÎSTÎSMAR KIRIN’   Dayîka Arîfe N. diyar kir ku kurê wê yê herî biçûk 8 saliye, keçên wê jî 14,17 û 23’ê salîne û wiha axivî: “Kurê min hîna  yek sal û keça min a herî mezin jî 14 salî bûn, hevjînê min dest bi êrîşên zayendî û îstîsmarê kirin. Di sala 2010’an de yekem car bûm şahid ku Huseyîn destê xwe dide cihên taybet ên zarokan. Lê min destpêkê tu wate neda vê û dûre li ser gilî û gazincên zarokan min nû rastî fem kir.”    ‘JI BER NAMÛS, RÊ Û RESMA CIVAKÊ EZ BÊDENG KIRIM’   Arife N., anî ziman ku li hemberî êrîşên zayendî yên li ser zarokên xwe, tim li dijî hevjînê xwe li ber xwe dida, lê hevjînê wê û malbata hevjînê wê tim bi gotina “Namûs, rê û resmê” ew bêdeng kirin. Arîfe N., da zanîn ku hevjînê wê ker û lale, lê diwarê zîhnî de tu pirsgirêkên wî tuneye û wiha bilêv kir: “Huseyîn N. di salên derbas bûyî de, ji ber çeka bêrûxsat hat  binçavkirin. Wê demê li Nexweşxaneya Nexweşên Rih û Hêrs a Edeneyê, rapora ku tenduristiya wî di cih deye didin.”   ‘LI NEXWEŞXANÊ DERKET HOLÊ KU KEÇA MIN RASTÎ ÊRÎŞA ZAYENDÎ HATIYE’   Dayik Arife, da zanîn ku êdî zarokên wê mezin bûne û wiha domand: “Zarok êdî bertekê nîşanî êrîş û îstîsmara zayendî ya bavên xwe didin. Şeva 11’ê Tîrmehê hevjînê min dermanên xewê da min û zarokên. Ji ber ku ji mêjiyê nav hestiyan emeliyat bûme, bi şevê tim şiyar dibin. Lê wê şevê ez qet şiyar nebûm û heya saet 15.00’ê roja din em nû şiyar bûn. Dema keça min a 14 salî hişyar bû, ji min re got ‘Dayê hemû aliyên min diêşin, gava çûm tuwaletê xwînîbûm.’ Fikarên min çêbûn û keça xwe bir Beşa Cerahê Giştî ya Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan. Li wê derê min zanî ku zaroka min rastî îstîsmara zayendî hatiye. Serbijîşk dosya şand ji bo rayedarên edlî. Ez çûm malê min ji hevjînê xwe re got ‘Te zarokên min îstîsmar kirine.’ Hevjînê min kêr rakêşa min. Xwest min bikuje. Bi zorê min xwe ji destên wî rizgar kir.”   ‘DI 27’Ê TÎRMEHÊ DE HAT GIRTIN’   Arife N. destnîşan kir ku piştî dosya gehişt ber destê rayedarên edliyê, lêpirsîn hat vekirin û wiha berdewam kir: “Di encama lêpirsînê de, di 27’ê Tîrmehê de Huseyîn N. hat binçavkirin û sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar a Rihayê kirin. Huseyîn bi sûcdariya ‘Îstîsmar  û êrîşa zayendî’ hat girtin. Piştî girtinê malbata hevjînê  min gef li min xwar û xwestin giliyê xwe paşve bikesim. Hîna jî gefan li min dixwin. Keça min a 17 salî ev bûyer ranekirin û di 4’ê Tebaxê de hewl da întîxar bike. Keça min li beşa psîkiyatrî razaye. Krîzê derbas dike.”    ‘DENGÊ MIN BIBIHÎSÎN, KANÊ MAFÊ ZAROKAN’   Dayîkê, bang li parlamenter û rayedarên bajêr kir û wiha pê de çû: “Niha ez dibin gefa kuştinê deme. Ji bom in dibêjin ‘A tuyê giliyê xwe paşve bikêşînê, yan jî emê li nava  Rihayê benzînê bi tede bikin û te bişewitînin.’ Ez û zarokên min perîşan bûn. Ez bang li parlamenter, Walî û Wezareta Malbatê dikim. Kanê mafê jinan, kanê mafê min û zarokên min. Zarokên min ji aliyê bavê xwe xwîna wî xerab ve hatin mexdûr kirin û ez bi xwe jî ji sedî 50’î astengdarim.”    ‘BI ŞEWITANDINÊ GEFÊ LI MIN DIXWÎN   Dayik Arîfe, derbirî ku birayê hevjînê wê Îbrahîm N. ji Elmanyê li ser telefonê gef li wê xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi telefonê li min geriya û ev gef li min xwarin ‘Li min mêze bike keça min, wî karî sererast bike. Ezê sibe bi balafirê werim. Ezê xwedî te derbikevim. Vî karî ji bo xatirê min sererast bike. Wê giliya xwe paşve bikêşe. Ezê xwedî te û zarokên te derbikevim. Ji xwe zarokên te biraziyên minin. Ger tu bêjî êdî nîr ji kevanê derketiye, baş zanibe ew nîr dê li te vere û li dilê te bikeve. Wê demê ezê nekarim te xelas bikim. Tu gundarî min bike, ji xwe weke birayê teme jî. Ger tu guhdarî min nekî dê, ne baş bibe. Tu vî karî sererast bike. Giliya xwe paşve  bikêşe. Ji derveyî vê tiştekê ku tu bikî tuneye. Ez ê Rihayê ji bo te bikim cehennem. Vê yekê baş zanibe, ezê  li qada Rihayê te bişewitînim. Ezê rojekê jî nehêlim tu li Rihayê bijî. Dema ez hatim ezê lingên te jêbikim û bidim kuçikan. Ez ne Îbrahîmim.’”     Arîfe N., di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Parêzer dê di warê hiqûqî de bi bûyerê re eleqedar bibin. Ez alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovn û saziyên jinan dixwazim ku xwedî min û zarokên min derbikevin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel