Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye

  • rojane
  • 09:15 11 Tebax 2018
  • |
img

RIHA - Duh me nûçeyek parve kiribû ku li Bajarê Konî Telhamûr ê navçeya Serê Kaniyê, derket holê ku mêrên peywirdar fuhûşê li jinên penaber ferz dikin. Piştî vê nûçeyê hin qeydên dengan ketin destê me û ji van qeydan jî diyar dibe ka çawa bazariya fuhûşê tê kirin. 

Li navçeya Serê Kaniyê ya RIhayê li Bajarê Konî yê Telhamûrê derket holê ku tenê ne peywirdarên kampê, M.B. (Mehmet Bayol- Encumenê Şaredariyê) û C.E. (Casim Evsîne-Parêzvanê taybet ê Mehmet Saît Atîlla ku birayê Şaredar Menderes Atîlla ye) di nav bazariya fuhûşê de ne. 
 
Di qeydên ketin destê me de, M.B. û C.E. jineke penaber û keça wê ku ji ber şerê li Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê ji bo fuhûşê bazar dikin. Di qeyda jimare 8'an de jina penaber ji C.E. re wiha dibêje: "Ma te negot bila keça min şevekê li ba te razê, çi hewce bû min jî kir. Ma te negot, zilam xwedî meqam e." C.E. jî dibêje: "Temam, zêde dirêj neke." Her wiha jin jî wiha dibêje: "Temam, uzra me ji zilam re bêje. Em mecbûr in li vira li çareya serê xwe binerin. ferz bike ku keça min miriye." 
 
Her wiha di qeyda jimare 9'an de jî tiştên ecêb heneç Di vê qeyda deng de jina penaber ji C.E. re dibêje: "Te nimareyek ji me re şand. Ev zilam çi ye kî ye? Zilam baş e? Ez ji vî zilamî ditirsim." C.E . jî dibêje: "Wî nas bike, ez niha ne musaîd im. Belê baş e. Netirse." 
 
Paşê jina penaber dipirse: "Min dixwaze an keça min? Tenê bêje erê ya na, keça min an min?" C.E. jî dibêje: "Di telefonê de tiştên wisa nebêje." Herî dawî jina penaber dibêje: "Tu kefîl î?" Zilam dibêje: "Erê." 
 
AXAFTINA WIHA YE: 
 
QEYDA DENGÊ JIMARE 3'YAN (Deng ê C.E. ye) 
 
JINA PENABER A CIWAN: Çawa yî, Mehmet ev hejmara telefonê ji min re şand. 
 
C.E.: Rast e.
 
JINA PENABER A CIWAN: Çima te xwe adiz kir. 
 
C.E.: Ne xeyîdîm.
 
JINA PENABER A CIWAN: Na, te xwe adiz kir. 
 
C.E.: Yê hejmar şand mezinê me ye. 
 
JINA PENABER A CIWAN: Tu jî yekî muhterem î. 
 
C.E.: Na. 
 
JINA PENABER A CIWAN: Derkeve derve. 
 
QEYDA DENGÊ JIMARE 4'AN (M.B.) 
 
JINA PENABER A CIWAN: Te gotibû ez ê te bînim Serê Kaniyê. Tu yê kengî bibî? 
 
M.B.: Li cihekî me, tu li kuderê yî? 
 
JINA PENABER A CIWAN: Nû ji Serê Kaniyê hatim. 
 
M.B.: Li Rihayê me. 
 
JINA PENABER A CIWAN: Me bêriya te kir, tu yê kengî werî Serê Kaniyê? 
 
M.B.: Ez bi diya te re axivîm, got îro ne mumkun e ku em hevdu bibînin. Got, tu nexweş î.
 
JINA PENABER A CIWAN: Rast e nerihet im, min peyamên te didîtin. Were lê bi tenê were. 
 
M.B.: Tu yê kengî derkevî? 
 
JINA PENABER A CIWAN: Ji bo çi dixwazî bêyî? 
 
M.B.: Ji bo her tiştî dixwazim bêm. Niha ne musaîd im, em ê paşê bi hevdur re biaxivin. 
 
QEYDA DENGÊ JIMARE 5'AN 
 
Zilam: Îro ne musaîd im. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: EM jî ne musaîd in. Keça min îro çû Îskenderûnê. 
 
Zilam: Tu bi kê re çûyî. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Ne ez keça min çû.
 
Zilam: Bi kê re çû. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Hevjînê wê ew bir. 
 
Zilam: Ma keça te zewicandî bû? 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Zewicî. 
 
Zilam: Te ne gotibû zewicandiye. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Pirgirêk derket, xalê wê ew bir. 
 
Zilam: Tiştekî wis açawa çêdibe? 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Çêbû. Mehek berê bi awayekî fermî çêbû. Xalê wê jî ew bir. Jixwe ew nexweş bû û pirsgirêkên me hebûn. 
 
Zilam: Rêya wê vekirîbe. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Tu yekî hêja yî. Tu li kuderê yî? 
 
Zilam: Li Rihayê me. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Tiştên Hasûn gotine ne rast in (Hasûn bernavê C.E. ye) 
 
QEYDA DENG A JIMARE 6'AN (M.B.) 
 
JINA PENABER A CIWAN: Merheba dengê qerebalixiyê tê, derbasî cihekî tenha bibe. Em hatin Serê Kaniyê, çima tu nayê. 
 
M.B.: Diya te got tu enxweş î. 
 
JINA PENABER A CIWAN: Çima tu dixwazî werî. 
 
M.B.: Tu li kuderê yî? 
 
JINA PENABER A CIWAN: Çima tu dixwazî werî?
 
M.B.: Deqeyekê. 
 
QEYDA DENGÊ JIMARE 8'AN (C.E.) 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Merheba tu çawa yî EBû Ahmed (Dixwaze bêje bavê Ahmed, yanî bernavê C.E.) 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Te negot bila keça te şevekê li cem te razê, çi hewce be ez ê bikim. Te negot zilam xwedî meqam e. 
 
C.E: Temam zêde dirêj neke. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Temam, uzra me ji zilam re bêje. Em mecbûr in li vira li çareya serê xwe binerin. ferz bike ku keça min miriye.
 
QEYDA DENGÊ JIMARE 9'AN (C.E.) 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Çima tu telefonê digirî.
 
C.E.: Di civînê de me. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Te hejmara telefonekê ji me re şand, ev zilam çî ye kî ye. 
 
C.E.: Wî nas bike, niha ne musaîd im. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Zilam baş e? 
 
C.E: Erê, erê, erê. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Ez ji vî zilamî ditirsim. 
 
C.E: Netirse. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Min dixwaze an keça min. 
 
C.E: Di telefonê de tiştên wisa xeber nebêje. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Bê erê an jî na, keça min an min? 
 
C.E.: Min ji te re got temam. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Temam. Tu kefîlê wî yî? 
 
C.E. : Erê.
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Keça min an min? 
 
C.E: Nizanim. 
 
DAYIKA KEÇA CIWAN: Çawa nizanî? 
 

Sernavên din

13/08/2018
16:57 Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine
16:16 Kewarên mêşên hengiv şewitîn û mêş telef bûn
13:59 ‘Hemû tundiyên li dijî zarokan divê mîna sûc bên dîtin’
13:35 Arastekirina fihûşê ya penaberan ji Soylu pirsî
13:24 4 welatiyên li Gogsiyê binçav kiribûn hatin berdan
13:23 Hamzaoglu: Em li heman welatî dijîn, lê ne di heman kêştiyê dene
12:07 ‘Rexneyên Demîrtaş û keysperestî’
11:59 Mexdûrên OHAL’ê behsa îşkenceyê kirin: Ji ceryanê, heta destdirêjiya zayendî îşkence li me kirin
11:38 Li Mînbîcê hûnandina jiyana bihevre didome
10:42 Dozger helbestên Şêrko Bêkes sûc dît û ji bo Serêkaniyê jî got Pirsûs
10:34 Ji Serdozgeriya Komarê gefa lêpirsîna ‘aboriyê’
10:27 Ozer û Berk ên HDP’yî hatin binçavkirin
10:22 Dîrokzan Aydin: Em bi encamên giran ên rejîmê re rû bi rû ne
09:50 Aborîzan Gungen: Çareserî komîna aboriye
09:45 Çemê Dîcle, xweza û dîroka 12 hezar salan tune dibe
09:35 Çayxaneya Şeab xizmeta çi dike?
09:32 ‘Gotin heqê xwe helal bikin û 700 kes ji kar derxistin
09:12 Ji ber ferzkirina sîxûrî û gefxwarinê 19 kesan serî li ÎHD'ê dan
09:11 Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm
09:10 Tizbiyên Kizwanê rastî eleqeyek zêde tên
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN
12/08/2018
20:05 Şanoger Yalçinkaya hat oxirkirin
16:00 TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn
15:22 Li Îdlibê teqîn: 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn
15:14 Demîr: Pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê ya ewlekariya can heye
14:48 Cenazeyê jinekê di Çemê Dîcle de hat dîtin
14:12 4 kes li Serêkaniyê hatin binçavkirin
13:43 4 partiyên Başûr encamên hilbijartinê red kirin
13:13 10 rojin ceyranê nadin 10 gundan: Çandinî bê av man, cotkar perîşan bûne
12:15 Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe
10:33 Komeleya Çerkesan li Minbicê vedibe
10:16 NY: Bedelê şerê Sûriyeyê 388 mîlyar dolare
09:18 Hevserokê DBP Çukurova hat binçavkirin
09:18 Muzeya biçûk a çand û dîroka Mezopatamya: Vanya
09:16 Bi şev ji Girê Gowijan Silêmaniyê temaşe bikin
09:15 Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Altûn di 15'ê Tebaxê de ye
09:14 Her ku dolar zêde dibe, esnaf perîşan dibe
09:12 'Di navbera îstismar û şidetê de têkiliya otorîte û hêzê heye'
09:10 Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne
09:03 Kûbîlay: Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavayê wî qet wisan nabêje
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN
08:35 Hevserokê DBP'ê yê Çukurova hat binçavkirin
11/08/2018
21:14 Ciwanan ji Amedê bang kir: Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin
20:26 Şanoger Yalçinkaya çû ser dilovaniya xwe
19:41 Hîn jî dest bi tedawîkirina girtiyê nexweş Koçer nehatiye kirin
16:47 Li Bursayê daristan dişewite
16:39 Guneş: Divê pergala perwerdehiyê azad, laîk û hemdem be
15:53 HDP’ê rewşa girtiyê nexweş ê nayê derman kirin ji Wezîr Gul pirsî
15:35 ‘Nexweşê pençeşêrê Sûbaşi berdin’
15:34 Xizmên Windayan li Îzmîrê li aqûbeta Tîmurtaş pirsî
14:32 Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin?
14:18 Hevserokê HDP’a Amedê Çamçi: Em ê li dijî revandinê serî netewînin
12:56 Amadekariyên şahiya ciwanan bi dawî bûn
12:14 Jina ku rastî tundiya hevjînê xwe hat bi giranî birîndar bû
12:11 Di depoyek xurdeyan de teqîn rû da: 4 karker birîndar bûn
10:42 Zêdebûna diwîz li sektora înşaetê xist
10:15 Li Êlihê xizmên windayan dê guh nedin qedexeyê
09:36 Li Idlibê ‘Destê kê di berîka kê de ye?’
09:15 Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye
09:13 'Dewlet zarokan ji polîtîkayên xwe re dike alet'
09:12 'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'
09:11 Baxçeyê wî wekî muzeyê ye
09:10 Bêyî ku hayê gel jê hebe qeyûm navê taxê guherand
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2018'AN
10/08/2018
18:39 Dêmariya xwe kuşt
18:34 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
18:00 Nûçegihana me Demîr hat berdan
16:39 Dolar xwe li ber axaftina Albayrak negirt: Derket 6.80 TL'yî
15:53 ‘Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û ceza bikin’
14:28 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
14:15 Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêçê de 4 kes hatin binçavkirin
13:54 Nûçegihana me Demîr sewqî dadgehê kirin
12:54 Bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê: Em ê têkoşîna edaletê bidomînin
11:46 Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin
11:36 Li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin
10:25 Beqlewe û qedayîf tev li hev kir û ‘kadlava’ çêkir
10:16 Uca: Wêneyê Cizîr û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin
09:55 Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan
09:54 Ji ber ku hejmara nîzamî ya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:53 Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû
09:52 Krîza aborî li sektora dermanan jî xist
09:50 Dolar 6.20 TL û Euro 7 TL’yî derbas kir
09:17 Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê: Bi Qenal Stenbolê re xweza dewrî sermayeyê tê kirin
09:16 Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin
09:15 Antmenê CHP’î: Santralê Termîk û fabrîkayên çîmentoyê xwezayê gemartir dikin
09:14 Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin
09:13 Esnafên jin: Krîza aborî zirarê dide me
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2018'AN
09/08/2018
23:59 Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlû hatin berdan
21:07 Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre
21:00 Li Hatayê 7 kes hatin girtin
19:56 Rojnamevan Ergul nehat berdan
18:51 Malbatên Robsokiyê: Ji ber 34 xizmên me kurd bûn kiryarên wan nayên darizandin?
16:54 Tê payîn ku dê nûçegihana me Demîr sibê sewqî dadgehê bikin
16:52 Li Îzmîrê sîxûrî li ciwanên HDP’ê tê ferzkirin
16:33 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re carek din hat redkirin
16:13 Hat xwestin, girtina rojnameger Ergul bidome
15:58 Dag: Li dijî binçavkirin û revandinê bersiva me rêxistinbûyîne
15:33 Êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat: 6 leşker birîndar bûn
15:31 Ji HDP’ê rapora Geverê: Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike