Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye 2018-08-11 09:15:04 RIHA - Duh me nûçeyek parve kiribû ku li Bajarê Konî Telhamûr ê navçeya Serê Kaniyê, derket holê ku mêrên peywirdar fuhûşê li jinên penaber ferz dikin. Piştî vê nûçeyê hin qeydên dengan ketin destê me û ji van qeydan jî diyar dibe ka çawa bazariya fuhûşê tê kirin.  Li navçeya Serê Kaniyê ya RIhayê li Bajarê Konî yê Telhamûrê derket holê ku tenê ne peywirdarên kampê, M.B. (Mehmet Bayol- Encumenê Şaredariyê) û C.E. (Casim Evsîne-Parêzvanê taybet ê Mehmet Saît Atîlla ku birayê Şaredar Menderes Atîlla ye) di nav bazariya fuhûşê de ne.    Di qeydên ketin destê me de, M.B. û C.E. jineke penaber û keça wê ku ji ber şerê li Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê ji bo fuhûşê bazar dikin. Di qeyda jimare 8'an de jina penaber ji C.E. re wiha dibêje: "Ma te negot bila keça min şevekê li ba te razê, çi hewce bû min jî kir. Ma te negot, zilam xwedî meqam e." C.E. jî dibêje: "Temam, zêde dirêj neke." Her wiha jin jî wiha dibêje: "Temam, uzra me ji zilam re bêje. Em mecbûr in li vira li çareya serê xwe binerin. ferz bike ku keça min miriye."    Her wiha di qeyda jimare 9'an de jî tiştên ecêb heneç Di vê qeyda deng de jina penaber ji C.E. re dibêje: "Te nimareyek ji me re şand. Ev zilam çi ye kî ye? Zilam baş e? Ez ji vî zilamî ditirsim." C.E . jî dibêje: "Wî nas bike, ez niha ne musaîd im. Belê baş e. Netirse."    Paşê jina penaber dipirse: "Min dixwaze an keça min? Tenê bêje erê ya na, keça min an min?" C.E. jî dibêje: "Di telefonê de tiştên wisa nebêje." Herî dawî jina penaber dibêje: "Tu kefîl î?" Zilam dibêje: "Erê."    AXAFTINA WIHA YE:    QEYDA DENGÊ JIMARE 3'YAN (Deng ê C.E. ye)    JINA PENABER A CIWAN: Çawa yî, Mehmet ev hejmara telefonê ji min re şand.    C.E.: Rast e.   JINA PENABER A CIWAN: Çima te xwe adiz kir.    C.E.: Ne xeyîdîm.   JINA PENABER A CIWAN: Na, te xwe adiz kir.    C.E.: Yê hejmar şand mezinê me ye.    JINA PENABER A CIWAN: Tu jî yekî muhterem î.    C.E.: Na.    JINA PENABER A CIWAN: Derkeve derve.    QEYDA DENGÊ JIMARE 4'AN (M.B.)    JINA PENABER A CIWAN: Te gotibû ez ê te bînim Serê Kaniyê. Tu yê kengî bibî?    M.B.: Li cihekî me, tu li kuderê yî?    JINA PENABER A CIWAN: Nû ji Serê Kaniyê hatim.    M.B.: Li Rihayê me.    JINA PENABER A CIWAN: Me bêriya te kir, tu yê kengî werî Serê Kaniyê?    M.B.: Ez bi diya te re axivîm, got îro ne mumkun e ku em hevdu bibînin. Got, tu nexweş î.   JINA PENABER A CIWAN: Rast e nerihet im, min peyamên te didîtin. Were lê bi tenê were.    M.B.: Tu yê kengî derkevî?    JINA PENABER A CIWAN: Ji bo çi dixwazî bêyî?    M.B.: Ji bo her tiştî dixwazim bêm. Niha ne musaîd im, em ê paşê bi hevdur re biaxivin.    QEYDA DENGÊ JIMARE 5'AN    Zilam: Îro ne musaîd im.    DAYIKA KEÇA CIWAN: EM jî ne musaîd in. Keça min îro çû Îskenderûnê.    Zilam: Tu bi kê re çûyî.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Ne ez keça min çû.   Zilam: Bi kê re çû.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Hevjînê wê ew bir.    Zilam: Ma keça te zewicandî bû?    DAYIKA KEÇA CIWAN: Zewicî.    Zilam: Te ne gotibû zewicandiye.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Pirgirêk derket, xalê wê ew bir.    Zilam: Tiştekî wis açawa çêdibe?    DAYIKA KEÇA CIWAN: Çêbû. Mehek berê bi awayekî fermî çêbû. Xalê wê jî ew bir. Jixwe ew nexweş bû û pirsgirêkên me hebûn.    Zilam: Rêya wê vekirîbe.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Tu yekî hêja yî. Tu li kuderê yî?    Zilam: Li Rihayê me.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Tiştên Hasûn gotine ne rast in (Hasûn bernavê C.E. ye)    QEYDA DENG A JIMARE 6'AN (M.B.)    JINA PENABER A CIWAN: Merheba dengê qerebalixiyê tê, derbasî cihekî tenha bibe. Em hatin Serê Kaniyê, çima tu nayê.    M.B.: Diya te got tu enxweş î.    JINA PENABER A CIWAN: Çima tu dixwazî werî.    M.B.: Tu li kuderê yî?    JINA PENABER A CIWAN: Çima tu dixwazî werî?   M.B.: Deqeyekê.    QEYDA DENGÊ JIMARE 8'AN (C.E.)    DAYIKA KEÇA CIWAN: Merheba tu çawa yî EBû Ahmed (Dixwaze bêje bavê Ahmed, yanî bernavê C.E.)    DAYIKA KEÇA CIWAN: Te negot bila keça te şevekê li cem te razê, çi hewce be ez ê bikim. Te negot zilam xwedî meqam e.    C.E: Temam zêde dirêj neke.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Temam, uzra me ji zilam re bêje. Em mecbûr in li vira li çareya serê xwe binerin. ferz bike ku keça min miriye.   QEYDA DENGÊ JIMARE 9'AN (C.E.)    DAYIKA KEÇA CIWAN: Çima tu telefonê digirî.   C.E.: Di civînê de me.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Te hejmara telefonekê ji me re şand, ev zilam çî ye kî ye.    C.E.: Wî nas bike, niha ne musaîd im.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Zilam baş e?    C.E: Erê, erê, erê.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Ez ji vî zilamî ditirsim.    C.E: Netirse.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Min dixwaze an keça min.    C.E: Di telefonê de tiştên wisa xeber nebêje.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Bê erê an jî na, keça min an min?    C.E.: Min ji te re got temam.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Temam. Tu kefîlê wî yî?    C.E. : Erê.   DAYIKA KEÇA CIWAN: Keça min an min?    C.E: Nizanim.    DAYIKA KEÇA CIWAN: Çawa nizanî?