ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, diyar kir ku di meha dawî de, ji ber “Gefên” hêzên ewlekariyê, gelek kesan serî wan dane û got: “Kesên hatin binçavkirin gef li wan hatin xwarin û rastî şantajê hatin. Ev kes piştî hatin berdan jî vê carê rastî tacîzê hatin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, diyar kir ku di meha dawî de li qereqolan, gef, şantaş û tacîzkirinê pir zêde bûne û ji bo vê yekê gelek kesan serî li şaxa wan dane. Şaxa ÎHD’ê derbarê serlêdanan de, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Zafer Încîn, daxuyaniya çapemeniyê da û wiha axivî: “Gelek kesên hatin binçavkirin, li qereqolan rastî gef û şantajên kesên sivîl hatin. Kesên hatin berdan jî dûre bi telefonê peyam ji wan re şandin û tacîz kirin. Teklîfa ajantiyê li kesan dikin û kesên vê qebûl nakin jî rastî gefan tên. Derbarê mijarê de gelek kes serî li ÎHD’ê didin. Di demên dawî de pratîkên polîsên dewletê pir xerab û zêde bûne.”
'KES HEDEF TÊN GIRTIN'
Încîn, anî ziman ku di madeye Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de hiqûq û ewlekariya kesan heye û wiha bilêv kir: “Divê ku mirov ji ber ramanên xwe neyên aciz kirin. Kesên weke hedef tên hilbijartin, bi telefonan li wan digerin û bi peyaman gef li wan dixwin. Tu xerîteyeke rê ya desthilatdariyê ya ji bo dewleta demokratîk û hiqûqî tuneye. Divê berpirsên van bûyeran bê dîtin û dariznadin.”
'EV KES KÎNÊ?’
Încîn, pirsa ev kes kîne û di kîjan bêşa ewlekariyê de kar dikin, pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên dibin çavan de, li odeyên bêkamera, gefan dixwin, bi telefonê li mirovan digerin û peyaman dişînin kîne? Em dixwazin fêr bibin.”