'Di meha dawî de gef, şantaş û tacîz zêditir bûn' 2018-08-08 16:20:48 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, diyar kir ku di meha dawî de, ji ber “Gefên” hêzên ewlekariyê, gelek kesan serî wan dane û got: “Kesên hatin  binçavkirin gef li wan hatin  xwarin û rastî şantajê hatin. Ev kes piştî hatin berdan jî vê carê rastî tacîzê hatin.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, diyar kir ku di meha dawî de li qereqolan, gef, şantaş û tacîzkirinê pir zêde bûne û ji bo vê yekê gelek kesan serî li şaxa wan dane. Şaxa ÎHD’ê derbarê serlêdanan de, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist.   Serokê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Zafer Încîn, daxuyaniya çapemeniyê da û wiha axivî: “Gelek kesên hatin binçavkirin, li qereqolan rastî gef û şantajên kesên sivîl hatin. Kesên hatin berdan jî dûre bi telefonê peyam ji wan re şandin û tacîz kirin. Teklîfa ajantiyê li kesan dikin û kesên vê qebûl nakin jî rastî gefan tên. Derbarê mijarê de gelek kes serî li ÎHD’ê didin. Di demên dawî de pratîkên polîsên dewletê pir xerab û zêde bûne.”   'KES HEDEF TÊN GIRTIN'   Încîn, anî ziman ku  di madeye Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de hiqûq û ewlekariya kesan heye û wiha bilêv kir: “Divê ku mirov ji ber ramanên xwe neyên aciz kirin. Kesên weke hedef tên hilbijartin, bi telefonan li wan digerin û bi peyaman gef li wan dixwin. Tu xerîteyeke rê ya desthilatdariyê ya ji bo dewleta  demokratîk û hiqûqî tuneye. Divê berpirsên van bûyeran bê dîtin û dariznadin.”     'EV KES KÎNÊ?’   Încîn, pirsa  ev kes kîne û di kîjan bêşa ewlekariyê de kar dikin, pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên dibin çavan de, li odeyên bêkamera, gefan dixwin, bi telefonê li mirovan digerin û peyaman dişînin kîne? Em dixwazin fêr bibin.”