MÊRDÎN - Nûçegihanê berê yê DÎHA ku bi KHK’ê hat girtin Ugur Akgul hat binçavkirin.
Nûçegihanê berê yê DÎHA ku bi KHK’ê hat girtin Ugur Akgul ê li navçeya Qosera Mêrdînê dijiya, di saetên serê sibe bi serdegirtina malê de hat binçavkirin. ,
Hinceta binçavkirina Akgul nehat zanîn û polîsan ew birin Midûryeta Polîsan a Qoserê.
Malbata Akgul çûn Midûryeta Polîsan, lê polîsan derbarê binçavkirina Akgul de tu agahî nedan malbatê.