Nûçegihanê berê yê DÎHA Akgul hat binçavkirin 2018-08-08 13:03:54   MÊRDÎN - Nûçegihanê berê yê DÎHA ku bi KHK’ê hat girtin Ugur Akgul hat binçavkirin.    Nûçegihanê berê yê DÎHA ku bi KHK’ê hat girtin Ugur Akgul ê li navçeya Qosera Mêrdînê dijiya, di saetên serê sibe bi serdegirtina malê de hat binçavkirin. ,   Hinceta binçavkirina Akgul nehat zanîn û polîsan ew birin  Midûryeta Polîsan a Qoserê.   Malbata Akgul çûn Midûryeta Polîsan, lê polîsan derbarê binçavkirina Akgul de tu agahî nedan malbatê.