Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e

img
STENBOL - Esnafên li Emînonuya Mahmûtpaşayê, diyar kirin ku krîza aborî pişta wan şikandiye. Esnafên li Mahmaûtpaşayê diyar kirin ku bazirganiya wan girêdayî dolar e û ji sedî 80 kêm bûye û niha tekane hêviya wan Cejna Heciyan e. 
 
Krîza aborî, piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê bi zeman zêdetir rû da. Ji ber vê esnaf nizanin dê çi bikin. Esnafên li Emînonuya Mahmûtpaşa ya Stenbolê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî halê wan ne tu hal e. 
 
‘REWŞA KAR NE TU REWŞ E' 
 
Esnaf Îzzettîn Gungor ku 19 sal in li Mahmûtpaşayê amûrên hecê difiroşe, destnîşan kir ku dema hecê dest pê kiriye, lê belê rewşa karê wan ne tu rewş e. Gungor got: "Mirov diçin hecê, lê pere bi wan re tune ye ku tiştan bikirin." Gungor, destnîşan kir ku du sal in rewşa karê wan nebaş e, lê belê îsal berbat e û got: "Kesên dê biçin hecê tên li eşyayan dinerin, lê tiştekî nakirin. Çimkî pere bi wan re tune ye. Gelek mirov êdî bi deyn diçin hecê. Tên li eşyayan dinerin dibêjin 'welehînê nikarim tiştekî bikirim. Bi zor û heft bela min pereyê xwe yê hecê da ser hev.' Îro ji sibehê heta êvarî tenê 65 lîre ketiye bêrîka min. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Heta sala çûyî jî bi deyn meynan me debara xwe dikir, lê êdî mirovên ku em jê pereyan deyn bikin jî nemane." 
 
Gungor, da zanîn ku ew bi dolar eşyayan dikirin û dema dolar zêde dibe tesîreke neyînî li wan dike û got: "Sijdeya ku me di meha Remezanê de bi 10 lîreyan dikirî niha em bi 14 lîreyan difiroşin. Em difiroşin lê em nikarin şûna wê tije bikin. 18 hezar û 500 lîre deynê min heye. Di du rojên dawî de bi 10 hezar lîreyî xisirîm. Çima bixisirim? Dê kî vê zirara min bide? Dema dolar zêde dibe em mahf dibin. Rewşa esnafên li vira ne tu rewş e. Ji bo esnafan her tişt qediyaye. Beriya hilbijartinê gotin 'em ê dolar kêm bikin', lê wek wan derneket. Êdî baweriya me bi wan nayê. Ev ne bes bû, bi ser de hêdî hêdî zem tên." 
 
‘HÊVIYA ME CEJNA HECIYAN E' 
 
Mûratê ku nexwest paşnavê xwe bêje û karê tekstîlê dike, diyar kir ku ew xweziya xwe bi rewşa xwe ya 5-6 sal berê tînin. Mûrat, destnîşan kir ku êdî mirov nikarin tiştekî bikirin û got: "Bi nêvengî mirov 2 hezar lîre meaş distînin. Ma dê heqê kirê bide, dê heqê ceryanê bide, dê heqê gaza xwezayî bide, dê heqê metbaxê bide? Dor nayê me esnafan. Mirov herî dawî kincan dikirin. Gelek jê jî ji cejnê heta cejnê kincan dikirin. Em jî li dikana xwe rûdinên û li benda cejnê ne. Hêviya me Cejna Heciyan e." 
 
‘JI SEDÎ 80 PIYASEYÊ DAKETIYE' 
 
Mûrat, destnîşan kir ku di piyaseya navxweyî de kar ji sedî 80 kêm bûye û ew bi saya mişteriyên xwe yên yewnanî, tacikî û bûlgarî li ser piya ne. Mûrat got: "Biyaniyên tiştan dikirin jî ji ber zêdebûna qûra dowîzî dikirin. Mişteriyên piyaseya navxweyî naxwazin me fêm bikin. Di salekê de malê ku me bi 12 hezar lîreyî kiriye, ji mecbûrî me bi 13 hezar lîreyî daye. Dema em ji wan re dibêjin 'ev mal bi dowîzê hatiye kirîn, ji mecbûrî em bi vî fiyetî didin', ji me re dibêjin 'ji me re çi.' Berê mişteriyan 30 metre qumaş dikirî, niha herî zêde 10 metre qumaş dikirin." 
 
Selçûk Ahmetogûllari ku 30 sal in karê raxeyan dike, diyar kir ku rewşa karê wan ne tu rewş e lê belê ev rewş ne xema kesî ye jî. Ahmetogûllari, bilêv kir ku li vî welatî kesên dibin îktîdar li berjewendiyên xwe yên şexsî difikirin û civak ne di xema wan de ye. Ahmetogûllari got: "Kesên me bi rê ve dibin tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Jixwe kesên di rêveberiyê de hemû dewlemendi in û bêtir dewlemend dibin. Derdora navîn ber bi jêr ve diçe. Kes guh nade derdora jêr. Her diçe kêmtir dike. Ji sibehê ve em li dikanê rûniştîne." 
 
Ahmetogûllari, anî ziman ku hema bêje malên li Tirkiyeyê hemû girêdayî dolar in û got: "Zêdebûna dolar tesîrê li me neke ma dê li kê bike? Sala çûyîn ji bo deynê xwe bidim min 350 milyar pere bir cem kesên karê dowîzê dikin. 100 hezar dolar da min. Texsîta duyem a deynan çend roj berê hat. Dîsa min 500 milyar pere bir, dîsa 100 hezar dolar da min. Yanî 150 milyarê min fûriya. Xisirîm." 
 
MA / Bilal Seçkin 
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN