Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e 2018-08-05 09:07:55   STENBOL - Esnafên li Emînonuya Mahmûtpaşayê, diyar kirin ku krîza aborî pişta wan şikandiye. Esnafên li Mahmaûtpaşayê diyar kirin ku bazirganiya wan girêdayî dolar e û ji sedî 80 kêm bûye û niha tekane hêviya wan Cejna Heciyan e.    Krîza aborî, piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê bi zeman zêdetir rû da. Ji ber vê esnaf nizanin dê çi bikin. Esnafên li Emînonuya Mahmûtpaşa ya Stenbolê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî halê wan ne tu hal e.    ‘REWŞA KAR NE TU REWŞ E'    Esnaf Îzzettîn Gungor ku 19 sal in li Mahmûtpaşayê amûrên hecê difiroşe, destnîşan kir ku dema hecê dest pê kiriye, lê belê rewşa karê wan ne tu rewş e. Gungor got: "Mirov diçin hecê, lê pere bi wan re tune ye ku tiştan bikirin." Gungor, destnîşan kir ku du sal in rewşa karê wan nebaş e, lê belê îsal berbat e û got: "Kesên dê biçin hecê tên li eşyayan dinerin, lê tiştekî nakirin. Çimkî pere bi wan re tune ye. Gelek mirov êdî bi deyn diçin hecê. Tên li eşyayan dinerin dibêjin 'welehînê nikarim tiştekî bikirim. Bi zor û heft bela min pereyê xwe yê hecê da ser hev.' Îro ji sibehê heta êvarî tenê 65 lîre ketiye bêrîka min. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Heta sala çûyî jî bi deyn meynan me debara xwe dikir, lê êdî mirovên ku em jê pereyan deyn bikin jî nemane."    Gungor, da zanîn ku ew bi dolar eşyayan dikirin û dema dolar zêde dibe tesîreke neyînî li wan dike û got: "Sijdeya ku me di meha Remezanê de bi 10 lîreyan dikirî niha em bi 14 lîreyan difiroşin. Em difiroşin lê em nikarin şûna wê tije bikin. 18 hezar û 500 lîre deynê min heye. Di du rojên dawî de bi 10 hezar lîreyî xisirîm. Çima bixisirim? Dê kî vê zirara min bide? Dema dolar zêde dibe em mahf dibin. Rewşa esnafên li vira ne tu rewş e. Ji bo esnafan her tişt qediyaye. Beriya hilbijartinê gotin 'em ê dolar kêm bikin', lê wek wan derneket. Êdî baweriya me bi wan nayê. Ev ne bes bû, bi ser de hêdî hêdî zem tên."    ‘HÊVIYA ME CEJNA HECIYAN E'    Mûratê ku nexwest paşnavê xwe bêje û karê tekstîlê dike, diyar kir ku ew xweziya xwe bi rewşa xwe ya 5-6 sal berê tînin. Mûrat, destnîşan kir ku êdî mirov nikarin tiştekî bikirin û got: "Bi nêvengî mirov 2 hezar lîre meaş distînin. Ma dê heqê kirê bide, dê heqê ceryanê bide, dê heqê gaza xwezayî bide, dê heqê metbaxê bide? Dor nayê me esnafan. Mirov herî dawî kincan dikirin. Gelek jê jî ji cejnê heta cejnê kincan dikirin. Em jî li dikana xwe rûdinên û li benda cejnê ne. Hêviya me Cejna Heciyan e."    ‘JI SEDÎ 80 PIYASEYÊ DAKETIYE'    Mûrat, destnîşan kir ku di piyaseya navxweyî de kar ji sedî 80 kêm bûye û ew bi saya mişteriyên xwe yên yewnanî, tacikî û bûlgarî li ser piya ne. Mûrat got: "Biyaniyên tiştan dikirin jî ji ber zêdebûna qûra dowîzî dikirin. Mişteriyên piyaseya navxweyî naxwazin me fêm bikin. Di salekê de malê ku me bi 12 hezar lîreyî kiriye, ji mecbûrî me bi 13 hezar lîreyî daye. Dema em ji wan re dibêjin 'ev mal bi dowîzê hatiye kirîn, ji mecbûrî em bi vî fiyetî didin', ji me re dibêjin 'ji me re çi.' Berê mişteriyan 30 metre qumaş dikirî, niha herî zêde 10 metre qumaş dikirin."    Selçûk Ahmetogûllari ku 30 sal in karê raxeyan dike, diyar kir ku rewşa karê wan ne tu rewş e lê belê ev rewş ne xema kesî ye jî. Ahmetogûllari, bilêv kir ku li vî welatî kesên dibin îktîdar li berjewendiyên xwe yên şexsî difikirin û civak ne di xema wan de ye. Ahmetogûllari got: "Kesên me bi rê ve dibin tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Jixwe kesên di rêveberiyê de hemû dewlemendi in û bêtir dewlemend dibin. Derdora navîn ber bi jêr ve diçe. Kes guh nade derdora jêr. Her diçe kêmtir dike. Ji sibehê ve em li dikanê rûniştîne."    Ahmetogûllari, anî ziman ku hema bêje malên li Tirkiyeyê hemû girêdayî dolar in û got: "Zêdebûna dolar tesîrê li me neke ma dê li kê bike? Sala çûyîn ji bo deynê xwe bidim min 350 milyar pere bir cem kesên karê dowîzê dikin. 100 hezar dolar da min. Texsîta duyem a deynan çend roj berê hat. Dîsa min 500 milyar pere bir, dîsa 100 hezar dolar da min. Yanî 150 milyarê min fûriya. Xisirîm."    MA / Bilal Seçkin